• Friday, 17 May 2024
logo

Kolberekî din bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê şehîd bû

Kolberekî din bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê şehîd bû

Kolberekî xelkê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ku bavê keçeke 8 saliye, di dema kolberiyê de ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gule lê hatin berdan û şehîd bû.

Duh 01.05.2024ê kolberekî xelkê gundê Karêze ya ser bi bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Ehmedî di dema kolberiyê ya li sînorê Bisamî ya heman bajarî, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gule lê hatin berdan û şehîd bû.

Li gor zanyariyên çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiya Îranê di mesafeya yek metreyê de bi çeka keleşînkof gule berdane zik û ser dilê wî kolberî û ew kuştine.

Hêmin Ehmedî temen 45 salî bû, zewicî û bavê keçeke temen 8 salî bû.

 

Basnews

Top