• Saturday, 18 May 2024
logo

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê: Me 32 çekdarên PKKyê bi hevahengiya Hikûmeta Îraqê kuştin

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê: Me 32 çekdarên PKKyê bi hevahengiya Hikûmeta Îraqê kuştin

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê kuştina 32 çekdarên PKKyê li sinorê Herêma Kurdistanê radigehîne.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê îro (În, 03.05.2024) di ragehandionekê de eşkere kir ku, di berdewamiya operasyonên xwe yên serbazî de 32 çekdarên PKKyê li sinorê Herêma Kurdistanê, li Heftenînê, Gareyî, Xwarkurkê û wan deverên ku operasyona Çirnok Quflê lê tên kirin, kuştine.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Em bi rêya operasyonên xwe yên serbazî rêyê li PKKyê digirin. Hindî yek çekdarê wan mabe, operasyonên me dê berdewam bin”.

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler şevêdî ragehand, “Me di rûbirûbûna xwe ya li gel PKKyê de bi Hikûmeta Îraqê re dest bi hevahengiyê kiriye”.

Ev gotinên Yaşar Guler piştî wê operasyonê bûn a ku li dijî çekdarên PKKyê li sinorê Herêma Kurdistanê hat kirin.

 

K24

Top