• Saturday, 18 May 2024
logo

Rojnamevan: Rêveberiya Xweser karê rojnemevanan li Rojavayê Kurdistanê asteng dike

Rojnamevan: Rêveberiya Xweser karê rojnemevanan li Rojavayê Kurdistanê asteng dike

Di roja Azadiya Rojnemevaniyê ya Cîhanî de, rojnemevanên li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve, dezgehên mediyayê li navçeyê zêde bûne, lê rojnemevan nikarin bi azadiya xwe kar bikin û karê wan di bin çavdêriya desthilatê de ye, bi taybet mediyaya xwecihî.

Rojnemevan Selam Hesen dibêje: “Helbet rojnemegerî û rojnemevan li vê navçeyê hene, çi rojnemevanên xwecihî bin, yan herêmî yan cîhanî bin, lê ka heta çiqas ev rojnemevan di karê xwede azad in?! Em dibînin, sînorekî azadiyê ji bo tevahiya mediyayên cîhanî heye û piştî wê ji bo medyayên herêmî heye, lê di pileya sêyem de jî medya û rojnemevanên xwecihî tên, ew jî di bin çavdêriyê de kar dikin, gelek ji wan jî bihayê karê xwe didin, têne girtin, yan gef li wan tê xwarin, yan têne revandin, yan têne iptîzazkirin, yan karê wan tê astengkirin da nema kar bikin û gelek binpêkirinên din jî yên li navçeyê çêdibin.”

Şivan Îbrahîm jî weke yek ji rojnemevanên li rojavayê kurdistanê dibîne, heta ku rojnemevan li ser nêrîna xwe tên girtin û işkence kirin, ev jî tê wê wateyê ku azadiya derbirînê nîne. Amaje bi hevnegirtina rojnemevanan jî li Rojavayê Kurdistanê dike.

Rojnemevan Şivan Îbrahîm got: “Fişar li ser ragihandinê hene, gef li ser rojnamevanan hebe. Dema rojnamevanek tê girtin jî, rojnamevanên din jî piştgiriya hevdu nakin û berevaniyê li hevdu nakin. Herwiha şopandina mijarên girêdayî demokrasî, wekhevî û avakirina raya giştî tune ye, ev jî dê pêşerojeke reş be ji rojnamegeriya kurdî re, lewre gavine erênî û aktîv jê re divên.”

Rêveberiya xweser bi dehan ji rojnemevanên kurd ên ku rexnê lê digrin û ne di bin siya wê de kar dikin, girtine û karê kenalên kurdî jî yên ku weşana wan ji başûrê kurdistanê ye jî ragirtine, di nava wan de jî Kurdistan24, ku ji sala 2021ê ve rezemendiya karê wan kişandiye û  ofîsên wê girtine.

Berî niha jî rêxistina peyamnêrên sînornenas belav kirbû, Rêveberiya Xweser rê nade rojnemevan bi azadî kar bikin, lê rêvebeiryê ew tomet red kiribûn.

Top