• Monday, 27 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê liTehranê ye

Serokê Herêma Kurdistanê liTehranê ye

Peyamnêrê K24ê radigehîne, “Serokê Herêma Kurdistanê berî demeke kêm gehişt Tehranê”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 05.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.

Pêştir Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî jî di derheqa serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tehranê de ji K24ê re got, “Serokê Herêma Kurdistanê çend caran bi awayekî fermî ji bo Tehranê hatiye vexwandin. Niha rewş guncayî bû ji bo ku ew wê serdanê bike”.

Fewzî Herîrî eşkere jî kir, “Armanca serekî ya serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehranê mukomkirina peywendiyan û nûkirina hin peywendiyan di hemî waran de ye”. Amaje jî da, “Em geşbîn in ku arêşe, eger hebin, bên çarekirin”.

Ew şanda bi Serokê Herêma Kurdistanê re serdana Tehranê dike ji Cîgirên Serok û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dîwana Serokatiyê û hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê pêk tê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî pêştir di ragehandinekê de amaje dabû, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Tehranê de bi berpirsên bilind ên Îranê re bicive û dê li ser berdewamkirina peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û alîkariyên hevpar ên navbera wan û herwesa li ser pêşhatên deverê bi giştî danûstandin bikin.

 

K24

Top