• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Şirnexê kesekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt

Li Şirnexê kesekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt

Li navçeya Cizîrê a Şirnexa Bakûrê Kurdistanê jina ku rsatî êrîşa bi kêrê ya hevjînê xwe hat, jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, jina bi navê Z.K, ku dayîka 3 zarokan bû, duh şev li taxa Nur rastî êrîşa bi kêrê ya hevjînê xwe H.O hat.

Li ser agahkirina şêniyên derdor, tîmên polîs û tendurustiyê ji bo cîhê bûyerê hatin şandin.

Tîmên tendurustiyê ragehandin ku Z.K, jiyana xwe ji dest da.

Termê wê dayîkê ji bo kontrola bijîşkî ji morga nexwaşxaneya Dewletê ya Şirnex Cîzir a Dr. Selahetîn Cîzrelîoglu re hat rakirin.

Tîmên polîs ji bo girtina H.O yê ku piştî êrîşê reviya, dest bi xebatan kir.

 

Basnews

Top