• Monday, 20 May 2024
logo

TBI beşdarî di projeya hijmara min de dike

TBI beşdarî di projeya hijmara min de dike

Ev mezintirîn bankaya bazirganî ya Îraqê ye.

Duh çarşem wezareta darayî ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, mezintirîn bankaya bazirganî ya Îraqê yaku, bi TBI tê nasîn biryar daye bibe hevpareke ektîf û sereke ya projeya hijmara min ya bo dîcîtalîzekirina mûçeyên karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, ev biryara TBI piştî hewldanên Serokwezîr û tîma danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye dayîn û ev jî destkefteke mezine bo hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Top