• Monday, 20 May 2024
logo

Bafil Talebanî: Pêwendiyên me yên bi PDKyê re ne baş in!

Bafil Talebanî: Pêwendiyên me yên bi PDKyê re ne baş in!

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Amerîkayê diyar kir ku pêwendiyên wan bi PDKyê re ne baş in û dikare werin baştirkirin.

Li gorî Bafil Talebanî sedema nebaşiyê jî ji ber “rewşa dijwar e”.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Washingtonê li Enstîtuya New Linesê gotarek pêşkêş kir.

Bafil Talebanî behsa pêwendiyên YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û got:

“PDK û YNK 2 partiyên cuda ne, îdeolojiya wan û statuya wan cuda ye.

Desthilata me ya hevbeş a niha ne wekî ku ez dixwazim e.

Pêwendiyên me wekî lewlebê ye.

Hinek caran gelekî baş e. Hinek caran jî gelekî xirab e.

Ez wisa bawer nakim ku dê pêwendî gelekî xirabtir bibe lê lewleb bi berdewamî cuda tevdigere.”

Li gorî gotina Bafil Talebanî sedema sereke ya nebaşbûna pêwendiyên PDK-YNKyê ji ber rewşa dijwar a ewlehiyê û nakokiyên li herêmê ye.

“Me her tişt nekiriye”

Talebanî behsa pirgirêka elektrîka ya Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Me her tişt nekiriye ku diviyabû me bikira. Wekî pêwîst me alîkariya xelkê nekiriye.

Wekî nimûne elektrîka me ya 24 saetî nîne. Ev nimûneyeke biçûk e.

Bi milyaran dolar petrol li Kurdistanê tê berhemanîn, diçe û hîn jî xelk elektrîka jeneretoran dikire.”

Bafil Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew gelekî geşbîn e û wiha got:

“Ez difikirim ku eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê û aliyên din ên siyasî bixwazin ku rewşê li Kurdistanê baştir bikin, ev yek mimkûn e.

Ev hejmara yekê ye. Hejmara duduyan jî ez pir geşbîn im, ji aliyê genetîkî ve geşbîn im, ji ber ku genên geşbîn ên Mam Celal bi min re hene.”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Washingtonê ye û doh bi Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leafê, Cîgira Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Çavkaniyên Enerjiyê Kimberly Harrington û Koordînatora Dijî Terorê Elizabeth Richardsê jî re civiyabû.

Li gorî daxuyaniyan di civînan de behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, sektora enerjiyê û mijarên ewlehiyê hat kirin.

Herwiha Barbara Leafê jî ragihandibû ku pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin û daxwazên gel bên bersivandin, demokrasî derkeve asteke bilindtir.

 

Rudaw

Top