• Monday, 20 May 2024
logo

Miles Caggins: Ji ber rawestandina hinartina petrola Kurdistanê 15.5 milyar dolar ziyan gihîştiye Iraqê

Miles Caggins: Ji ber rawestandina hinartina petrola Kurdistanê 15.5 milyar dolar ziyan gihîştiye Iraqê

 Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) ragihand, ji ber rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê 15.5 milyar dolar ziyan gihîştiye Iraqê.

Berdevkê APIKURê Miles Caggins ragihand, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî hefteya borî du komîteyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ava kirin, ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê û bûdceyê. Karê van her du komîteyan dê di nava heftiyek-duyan de temam bibin.”

Caggins got, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Iraqiyan jî girîng e û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî jî got, ew pêşbînî dikin ku rojane hinardekirina petrol Iraqê bigihe şeş milyon bermîlan.

Amaje bi wê kir, berê dema hinardekirina petrolê gelek pere dihat xezîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji bo mûçe, veberêhênan û avakirina jêrxaneyan dihat bikaranîn.

Berdevkê APIKURê derbarê rola Tirkiyeyê bo destpêkirina petrol de got: “Erdogan di serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê de, mijara petrolê gotûbêj kir. Li gorî min destpêkirina hinardekirina petrolê ji bo Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê girîng e. Herwiha Tirkiye jî daxwaza qerebûkirinê ji Iraqê kiriye, ji bo her rojeke paşxistina hinardekirina petrolê, 800 hezar dolar dikeve ser Iraqê.”

Herwiha diyar kir, ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, 15.5 milyar dolar zirar gihîştiye Iraqê.

Ji 25ê Adara 2023an ve boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye hatiye rawestandin ku karîna wê boriyê ya hinardekirina 1.4 milyon bermîl petrolê rojne heye. Lê heta niha ew qas petrol nehatiye hinardekirin û ya ku beriya ragirtinê dihat hinardekirin, tenê rojane 450 hezar bermîl bû.

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê çendîn caran ragihandiye ku ti pirsgirêka boriyê nîne û ji 4ê Cotmeha borî ve amade ye û tevî razemendiya Tirkiyeyê bo destpêkirina hinardekirina petrolê. Lê hikûmeta Iraqê ne amade ye hinartina petrolê bi rêya boriya petrolê vegerîne, di demekê de ku piştî zêdetirî salekê ji rawestandina hinardekirina petrolê, ziyaneke mezin gihîştiya Iraq, Herêma Kurdistanê û kompaniyên navdewletî yên petrolê.

 

K25

Top