• Monday, 20 May 2024
logo

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê: Çend alî dê beşdar bibin?

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê: Çend alî dê beşdar bibin?

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser kelecana hilbijartinên şaredariyan heye.

30ê Gulanê dê li 7 kantonên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan werin lidarxistin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji bo beşdariya hilbijartinan heta niha 18 aliyên siyasî yên beşdarî Rêveberiya Xweser ne hevpeymaniyek ava kirine û dê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin.

Çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê amaje bi wê yekê jî dikin ku dê hejmara hevpeymaniyan zêdetir bibe.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) beşdarî hilbijartinên şaredariyan nabe.

Li aliyê din heta niha Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdî li Sûriyeyê (El Wehde) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê (PDK-S) jî heta niha beşdarî ti hevpeymaniyeke hilbijartinan nebûne.

“Em dê beşdarî hilbijartinan bibin”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê Ciwan Ebdulkerîm Siko ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku wekî Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) ew jî dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Ebdulkerîm Sîko amaje bi wê yekê jî kir ku ew jî dixwazin wekî her miletê cihanê hilbijartinên xwe pêk bînin.

Ebulkerîm Sîko behsa girîngiya hilbijartinan jî kir û got:

“Ev yekem hilbijartinên berfireh ên li ser asta Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê ne.

Serkeftina hilbijartinan gelekî girîng e.

Ne girîng e kî bibe serokê şaredariyê, ya muhîm ew e ku em karibin bajarên xwe bi rê ve bibin.”

“2 salan carêkê dê hilbijartin werin kirin”

Hevserokê Desteya Şaredariya Cizîrê Silêman Ereb jî li ser hilbijartinên herêmê ji medyaya nêzîkî Rojavayê Kurdistanê re axivî.

Hevserokê Desteya Şaredariya Cizîrê Silêman Ereb li ser sîstema şaredariyan got:

“Di hilbijartinan de meclîsên şaredariyê tên hilbijartin û di dema pêş de li gorî hevpeymaniya civakî dê pergala şaredariyê biguhere.

Dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya şaredariyan were avakirin.

Her şaredarî dê meclîsên wan cuda bin.

Li her kantonekê jî yekîtiya şaredariyan dê were avakirin û ew yekîtiya dê bibe temsîla hemû şaredariyan.

Du salan carekê jî hilbijartin dê pêk werin û encûman û hevserokên şaredariyê dê bên hilbijartin.”

Heta niha li Rojavayê Kurdistanê 2 caran hilbijartinên şaredariyan 2 caran hatin lidarxistin.

Hilbijartinên yekem ên şaredariyan sala 2015an hatibû lidarxistin û hilbijartinên duyem jî sala 2017an hatibû lidarxistin.

“Şaredarî 3 mehan carekê hesab didin gel”

Silêman Ereb li ser beşdariya pêkhateyan di şaredariyan de jî got:

“Pergala Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê felsefeya Neteweya Demokratîk esas digire.

Di hemû şaredariyên me hevserokên me yek Kurd e û yek Suryan e an jî Ereb û Kurd e, Tirkmen û Ereb e û hemû şaredarî bi vî awayî ne.

Hemû netewe bi rengê xwe beşdarî birêveberina şaredariyan dibin.

Ji bo vê yekê em dikarin bêjin pergala li gorî Neteweya Demokratîk niha tê meşandin.”

“Ev hilbijartinên partiyekê ne”

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl jî li ser hilbijartinên şaredariyan ê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û got:

“Ew hilbijartinên partiyekê ne. Em beşdarî wan hilbijartinan nabin û li gorî me ne meşrû ne.

Partiyek bi serê xwe bi serbazên xwe hilbijartinan dike.

Ti eleqeyeke vê hilbijartinan bi rewşa miletê me re nîne.

Ev hilbijartin zererê dide miletê me.

Doza miletê me aniha ne hilbijartinên partiyekê ne.”

Meclîsa Gel a Demokratîk a Rêveberiya Xweser Sibata sala 2024an yasaya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan pesend kiribû.

28ê Adara 2024an Komîsyona Bilind a Hilbijartinan civîna xwe ya yekem li dar xistibû û biryar dabû ku 30yê Gulanê hilbijartinên şaredariyan werin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li 7 kantonên û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba, Efrîn, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Cizîrê dest bi avakirina komîteyên hilbijartinan kiriye.

Di hilbijartinan de dê li ser asta 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibe.

Li aliyê din ew penaberên zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

 

Rudaw

Top