• Monday, 20 May 2024
logo

Piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê berdewam dibe

Piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê berdewam dibe

Kurdistanê pêbendî mafên mirova û azadiyên bingehîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Bîrkara wezareta derve ya Amerîkayê ya bo karûbarê asayîşa medenî, demokrasî û mafên mirovan birêz Azra Zîba kir.

Di civînê de ku, balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanawski jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî, parastina mafên mirovan û pêkhateyan û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane, azadiya olî û normal kirina rewşa Şingalê kir.

Bîrkara wezareta derve ya Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekez kir ku, herêma Kurdistanê hevpeyman û hevbeşeke steratejîkî ya 360 dereceyî ya Amerîkayêye li Îraq û deverê de.

Li ser berdewamiya hemahengî û kar kirin bo pêşde birina buhayên hevbeş yên demokrasî, parastina mafên mirovan, azadiya raman, ragihandin û azadiya kar kirina civaka medenî hemfikir bûn.

Me spasiya piştîvanî û hevkariya berdewam ya Amerîkayê kir û pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî ya bo sepandin û bihêztir kirina bingehên demokrasî, parastina azadî û mafên mirovan bi giştî diyar kir.

Derbarê meşandina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke nêz de û parastina mafên pêkhateyên Kurdistan, çareser kirina tevahiya kêşe û astengiyên li berdem prosesa hilbijartinê hemfikir bûn.

Mijareke din ya civîna me taybet  bû bi tekez kirin li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derçûna komên derqanûnî û afirandina derfetê bo normal kirina rewşa Şingal û deverê û awedan kirina Şingalê û vegera dilxwaz ya awareyan bo cîhên wan.

 

Top