• Sunday, 16 June 2024
logo

KCKyê li ser ketina helîkoptera Reîsî daxuyaniyek belav kir

KCKyê li ser ketina helîkoptera Reîsî daxuyaniyek belav kir

KCKyê li ser ketina helîkoptera Îbrahîm Reîsî got, “Hinek hêz dixwazin bi rêya Îranê li Rojhilata Navîn şer belav bikin.”

Hevserokatiya Konseya Birêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) 22yê Gulana derbarê qezaya helîkopterê ya li Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de KCKyê sersaxî ji dewleta Îranê û malbatên kesên ku mirine re xwest.

KCKyê amaje bi wê yekê da ku her çiqasî dewleta Îranê bûyer wekî qezayê bi nav kiribe jî lê bûyereke bi guman e û divê bê fêmkirin.

Koma Civakên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Herêma me Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hesas de derbas dibe.

Hinek hêz dixwazin bi rêya Îranê li herêmê şerê kûr û belav bikin û ji bo vê yekê jî di nav tevgerê de ne.

Di serê van hêzan de jî dewleta Tirk heye. Em bi xwe kurbûna şer a li Rojhilata Navîn ji bo gelan xeter dibînin û bi vî awayî tevdigerin.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

 

Rudaw

Top