• Sunday, 16 June 2024
logo

Seroka Desteya Mafê Mirov Muna Yaqo: Hejmara Xirîstiyanan li Silêmaniyê pir kême, lê kursî bo wan hatiye danîn

Seroka Desteya Mafê Mirov Muna Yaqo: Hejmara Xirîstiyanan li Silêmaniyê pir kême, lê kursî bo wan hatiye danîn

Seroka Desteya Mafê Mirov li Herêma Kurdistanê radigehîne ku hejmara Xirîstiyanan li Silêmaniyê pir kême û kursî ji bo wan hatiye danîn, lê ti kursiyek ji bo Xirîstiyanên Duhokê nehatiye danîn û hejmara wan jî pir zêde ye.

Seroka Desteya Mafê Mirov li Herêma Kurdistanê Muna Yaqo ji malpera El Alim El Erebî re axaft û derbarê vegerandina 5 kursiyên pêkhateyan û biryara Desteya Dadweriya Komîsyona Helbijartinên Iraqê wek surprîz pênase kir û ecêbmana xwe diyar kir, ku Dadgeha Federal li gor madeya 49 hatiye danîn, lê pêkhate ji kursiyên kota hatin bêbeş kirin û biryara Desteya Dadweriya Komîsyonê jî her dîsa li gor piştgirêdana heman madeyê ve hatiye dayîn. Lê li gor madeya 94 a destûra daîmî ya Iraqê biryarên Dadgeha Federal biryarên dawî ne û hemû alî naçarin pêbendbin.

Hest tê kirin di analîz û şirovekirina madeyên destûrê de tevliheviyek heye, biryar jî li gel xalên destûrê berovajî ne û Muna Yaqo vê derbarê de got: Em hest bi xembariyê dikin û pêwîst bû xalên ku hene di berjewendiya parastina me de ba.’’

Herwaha got, kêmkirina kursiyên pêkhateyan ji 11 kursî bo 5 kursiyan keyfî bûye. Herwaha dipirse çim wisa lê kirin? Çima tenê kirin 5 kursî?

Duh Desteya Dadweriya Komîsyona Helbijartinên Iraqê biryar da, 5 kursiyan ji bo pêkhateyan veqetîne û du kursî ji bo Hewlêrê, 2 kursî ji bo Silêmaniyê û kursiyek jî bo Duhokê cuda kir û ji ber wê jî Muna Yaqo dibêje: ‘’Kursî li ser bingehê netewî hatine danîn.’’

Herwaha dibêje, Duhok yek ji cîhê herî mezin ê pêgeha Xirîstiyanên Aşûrî û Kildane û ti kursiyek ji bo wan nehatiye danîn. Ew kursiya hatiye danîn ji bo Ermeniyane û herçend ew jî Xirîstiyanin lê wek netewe kursî bo wan hatiye danîn. Herwaha li ‘’Silêmaniyê hejmara mesîhiyan pir kême û kursî ji bo Kildan û Aşûrî hatiye danîn.’’

Seroka Desteya Mafê Mirovan neveşart ku vegerandina kursiyan di berjewendiya partiyan berçav hatiye girtin, ‘’Eger na ew vegerandin lêdane li berjewendiya pêkhateyan.’’

 

Basnews

Top