• Tuesday, 14 May 2024
logo

Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê

Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
Şewitandina çêregehan, daristanan û giyayên kontarên çiya û deştan ji ber ewî agirî ye, yê ku bi zehmet dihê kontrlokirin. Ji ber ku ev agirê han ê ku çi ji ber egereka yekser be yan pêxstin be yan topbaran û bombbaran be, piştî ku bi cihekî dikeve belgên daran, giyayê hişk û qaşilkên darên jê re dibin ardû.
Ji evî agirî re sêgoşeyek bi bandor heye û jê re sêgoşeya pêkevtina agir dibêjin, ku ji sê egeran; germbûnê, sotemenîyê û oksijenê pêk dihê û ew jî du cor in:
Yekem: pêkevtina agir a asoyî ya ku bi ser zemînê ve diçe û giyayên nizm û şînahîyê dişewitîne. Ew jî bi lez vedigire û germbûnek mezin çê dike û hinek caran bi darên bilind ve jî hildikişe.
Duyem: pêkevtina agir a stûnî ya ku bi belg û şaxên daran dikeve û xwe digihîne serê daran û ji serê wan ve bi hemû darên dora xwe dikeve.
Hinek caran pêkevtina agir a asoyî bi xwe dibe ya stûnî û gelek caran jî ya stûnî dibe asoyî.
Egerên ku dihêlin agir bi daristanan bikeve:
1- Egerên seqayê yên wek bilindbûna pileyên germayê yên ku di navbera meha cehzeranê û eylûlê de çê dibin.
2- Surişta şînahîyan, ku êdî hişk dibin û agir bê hêsanî digirin.
3- Egerên ku ji şaşîyan çê dibin, ku şivan, şufêr û rezvan dikin û di encam de agirek bi ziyan û xeter bi zemînê dikeve.
4- Ceng û topbarankirin, ku di encama wan de devereka mezin dikeve ber ziyana wê de û gelek ziyanên jîngehî, aborî û mirovanî yên mezin jê çê dibin.
Wek topbarankirina evê dawîyê ya Îranê û Turkiye ya li ser deverên sînorîyên herêma kurdistanê, ku bi behaneya şerrê bi çekdarên PKK û PJAK re hat kirin.
Giringîya rez û daristanan a di biwarê jîngehî de
1- Rez, daristan û deverên bi şînahî, rolek mezin di biwarê paraztina hevsengîya ekolojîk a navbera gasa oksijen û duyem oksîda karbûnê de dibîne. Ji ber ku rojane her yek hiktara dar û baran 200 kîlogram ji gasa oksijenê bi berhem dihîne.
2- Kêmkirina şûn û şopên negatîvên anarşizmê.
3- Hilmijîna tibabekî pirrê gasa duyem oksîda karbonê û kêmkirina pileyên germayê û salane jî ji %40 rêjeya germayê dadixin.
4- Axa kontarên çiyayan diparêzin û nahêlin ku ji ber avê û ba û boranan biherrifin.
5- Rêya bayê reş û tozê digirin û nahêlin ku biyabanî dirist bibe.
6- Peytbûn û xurtbûna axa çîna yekema zemînê diparêzin.
7- Beşdarîyê di zêdekirina ava kanîyan û ava nava zemînê de dikin.
8- Paşmayên wan ên organîk wizeyê (enerjîyê) nû dikin û jîngehê jî pîs nakin.
Ziyanên topbarankirinê û şewitandina rez û daristanan
1- Rûberê şînahîyê kêm dibe û hevsengî xerab dibe.
2- Av û hilma avê kêm dibin û bandorên xerab li hatina baranê dibe.
3- Tîvilên çiqên şînahîyan diherrişin û ax sist û xav dibe.
4- Kontarên çiyayan diherrifin û bi ser rêyan û bendavan de dihên.
5- Ava nava zikê zemînê kêm dibe, ji ber ku şînahî dibe egerê kombûna ewê avê û hebûna wê ya nava zikê zemînê.
6- Oksijen kêm dibe û gasa duyem oksîda karbonê zêde dibe.
7- Bergirîya daran kêm û lawaz dibe û zû dipûkin, ji ber ku nexweşî bi hêsanî ziyana xwe li wan dikin.
8- Gelek corên firrinde, zîndewer û şînahîyan namînin û ev jî, ziyanek mezin dide zîndeweran.
9- Dûkêl peyda dibe û ev jî ji gasên karbon mono oksîd û duyem oksîda karbonê û oksîdên nitrojen pêk dihê û ev hemû, ziyanê digihînin çav û sîpelên mirov.
Pêngavên nehiştina operasiyonên leşkerî û topbarankirinê
1- Divê karên diplomatîkên Iraqê çalak bibin, da ku Turkiye û Îranê bihên agahdarkirin, ku protokolên navdewletî di evê bareyê de hene û rê nadin, ku operasiyonên leşkerî ji alîyekî tenê ve li ser xaka welatekî din bihên encamdan, ji ber ku evaya karekî ne asayî (ne normal) û ne qanûnî ye.
2- Divê wezaretên jîngehê, tendiristîyê û çandinîyê bi bîra Turkiye û Îranê ve bihînin, ku ew jî li angora rêkevtinên navdewletîyên ku wan bi xwe muhra xwe lê dane, di biwarê paraztina jîngeha navxweyî û cîhanî de xwedîyên erkên xwe ne.
3- Gerek deng ji rêxistinên civaka sivîl ên ku di biwarê paraztina jîngehê û mafên mirov de çalak in jî bihê.
4- Gerek bernameya paraztina jîngehê UNEP ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî jî deng ji xwe bihîne û bibêje, ku ev topbarankirinên han ziyanan digihînin xak û ava Iraqê û herêma kurdistanê.
5- Gerek dezgehên bergirîya bajêrvanî yên herêma kurdistanê baştir amade bin û alav û dezgehên nû yên teknologîya nûjen bi kar bihînin, da ku piştî topbarankirinê zû agir bihê kontrolkirin û da ku ziyanên jîngehî, aborî û çandinîyê kêm bibin.
Top