• Monday, 13 May 2024
logo

Supa, Demokrasî û Qanûn

Supa, Demokrasî û Qanûn
Hilsengandina kodetaya (inqilaba) sala 1958 a Iraqê ya ku me 52 salîya wê kir, gengeşek berfireh dirist dike. Ev kodetaya ku nifşên serdema wê, wê bi şêweyekî pozetîv dihilsengînin, nifşên piştî wê û lêkolerên evroj ewqas wê pozetîv nahilsengînin. Belê ev nahê ewê wateyê ku ti xaleka pozetîv tê de nîne. Bi rastî jî hemû alî li ser ewê yekê xwedî yek bîr û nerîn in, ku ev bûyera han di dîroka nûjena Iraqê de badokek bû.
Bi kêmanî sê qazancên evê kodetayê ji Kurd re hebûn. Yekem.. evê kodetayê kurd ji rejîmekê rizgar kir, ku kurd jê bêhêvî bûbû û weha didît, ku ti çarçêweyek ji bo hevtêgihînê (ji hev famkirinê) pê re nemaye. Duyem.. rejîma şahanî (melekî) hevpeymanîyek di çarçêweyê Peymana Baxdadê (Sento) de pêk anîbû, ku bi nerînek dostane li daxwazên kurd nedinerî. Kurd jî bi çavê gomanê li armancên evê peymanê dinerî. Li gel nemana evê rejîma şahanî û nemana Iraqê di nava ewê peymanê de, kolikeka giringa evê peymanê herrifî. Sêyem.. evê kodetayê rewşek weha dirist kir, ku tê de beşekî mezinê azadîyê û demokrasîyê di çarçêweyekî weha de ku bi serdemê re guncayî (munasib) bû, berdest kir û di evî biwarî de, gelek tiştên ku li kurd hatibûn qedexekirin êdî neman.

Bi tevî evê çendê, gelek kêmanî di evê kodetayê de hebûn. Yek ji ewan kêmanîyên mezin ew bû, ku gelek tundî û dijwarî bi kar hat. Di biwarê civakî jî de, ti tişt ji bi karanîna tundîyê û dijwarîyê hêsantir nîne û ti tiştek ji kontrolkirina tundîyê û dijwarîyê jî zehmettir nîne. Iraqîyên sala 1958 ne wek Misrîyên sala 1952 bûn. Dema ku supayê Misirê dev ji rejîma şahanî berda û pişta xwe dayê, xwe ragirt û tundî û dijwarî bi kar ne anî. Iraqîyan ji sala 1958 ve rewşek weha afirandin, ku heta niha jî şopên wê mane û bi hêz in û neşiyan rê li bi karanîna tundîyê û dijwarîyê bigirin.

Kodetaya 1958 demokrasî nedamezrand. Dibe bêtir ji ber ewê çendê be, ku erkê supa bi xwe bêtir ne anîna deokrasîyê ye. General Ebdulkerîm Qasim ê ku di nava salên 1958 – 1963 de hukum kir, ti nerîneka wî ya rohn di bareya demokrasîyê de nebû. Di evê maweyê (muddetê) jî de, bê destûreka herdemî, bê parliyament û bê hilbijartin hukum dikir. Rêbaza hizirkirinê (fikirkirinê) ya nedemokratîk a general Ebdulkerîm Qasim, hişt ku demokrasî bihê ji bîrkirin. Di nava ewê rewşê de û li jêr bandora geşbûna jîyana siyasî û belavbûna nav û dengê wî yê ku wek rêberekî niştimanperwer û xwedîyê cîgehek civakî yê bi hêz hat naskirin, heger general Ebdulkerîm Qasim hilbijartinek azad saz bikira, dê bi misogerî û bê kêmtirîn goman jî, serkevtin ji xwe re pêk anîba û rewayîyek (şer`iyyetek) qanûnî jî ji xwe re berdest bikira. Belê çima general Ebdulkerîm Qasim ev hilbijartin saz neda?

Xuya bû, ku Ebdulkerîm Qasim bi xwe jî dilhêsayî bû, ku heger ev hilbijartin saz bibin, ew dê bi ser bikeve. Belê ji ber ku wî di nava xwe de bawerî bi demokrasîyê ne dihanî, nexwezt bi rêya sindoqên dengdanê ewê rewayîyê ji hukmê xwe re peyda bike û bêtir weha didît, ku serwerîya ku wî bi dest ve anîye, bi westiyan û mandûbûna xwe bi dest ve anîye û ne bi dengên dengderan hatiye ser kar, heta hinek tiştên wek destûrê, parliyamentê û opozisiyonê bihên û sînoran ji desthilatdarîya wî re daynin. Behaneya wî ya ji bo ku hilbijartin li paş guh bin ew e, ku dibe hilbijartin desthilatdarîyek din li tenişta desthilatdarîya wî dayne û ne vîn û daxwaza serwer, belê qanûn rêber be.

Bi evî awayî Ebdulkerîm Qasim li beramber kurd jî ne xwedî nerînek demokratîk bû. Ewa ku evê yekê bi cih dike jî ew e, ku Ebdulkerîm Qasim li dijî bi karanîna zaravê Gelê Kurd a di nava bernameya Partîya Demokrata Kurdistanê de bû û razî jî nebû, ku ev bernameya han behsa mafê otonomîyê bike.
Ew rejîma ku Ebdulkerîm Qasim wê danî, rejîmek bû ku xwe tenê didît û di evî biwarî de, reftarên evê rejîmê bêtir wek reftarên Napoliyon bûn, ku wî weha didît ku vîn û daxwaza desthilatdarîya karîzmayî, ji desthilatdarîya dewletê bi hêztir e û qanûn, destûr û parliyament, keleman dixin pêşîya armancên mezin de.
Ebdulkerîm Qasim bi herrifandina rejîma şahanî û derxistina çend qanûnên pêşkevtinxwaz, ne demokrasî pêşkêşî gelê xwe kir û ne parliyament û ne jî akincîbûn (istiqrar) li paş xwe hişt. Ewî Iraqeka tev li hev û anarçî li paş xwe hişt û nerînên cuda û corane yên di bareya kodetaya xwe de, ji Iraqîyan re hişt.
Top