• Tuesday, 14 May 2024
logo

Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê

Steratejîka Aştiya Niştîmanî Li Turkiyê
Amadekirin: Lêkolînerê Kurd Hêmin Mîranî
Serokê peymangeha Kurdistan ji bo pirsgirêkên siyasî
Herêma Kurdistanê – Iraq
Steratejîka Aştiya Niştîmanî li Turkiyê
Rêzdaran; serok komar, serok wezîr û serokê perlemênta Turkiyê
Rêzdaran; firaksiyonên perlemênta Tirkiyê
Rêzdaran; partiya karkerên Kurdistanê “PKK”
Silav û rêz…..
Di heyama 26 salên derbasbûy de zimanê çekan jiblî xwîn rêjî û bê aramî û peydakrina aloziyê jibo Turkiyê û kînên di navbera Kurd û Turkan de, tu encameke din dernexiste holê û tiştekî din ji wê nehat kirin, herweha ji encamê ezmûna wan salan hate dupat kir ku êdî tu alî nikare aliyê li hember xwe bişkîne, jibo vê yekê û çunkî Turkiyê nêzî piroseseke hestiyar dibe, ango nêzî bicîkirina pirosesa rîfrandoma li ser rêforma destûrî ku biryar ewe di 12 êlûna 2010 de bête bicî kirin, û ya baş jî ewe ku ew dem di heyama birêveçûna agirbesta PKK de ye ku ji 12ê tebaxa 2010 ve destpêkirye û dê heta 20ê êlûna 2010 berdewam be.
Di vê derbarê de gudarî li nerîn û dîtina me ya ji hev nêzîk ya li dor çareserkirina pirsgirêka Kurd li Turkiyê tê kirin, weku nimûne,,, ragehandina rêzdar Kemal Kiliçdar pêşveçneke nû bû, dema diyar kir ku normale danûstan digel PKK bêne kirin û lêbûrîna giştî jî bê ragehandin. Herweha serok komar Ebdullah Gul jî da xuyakirin ku ew bi herdû mekanîzmên şer û diplomatik berbirûyê PKK dibin, û berya wê jî çendê caran ragehandiye ku merc nîne Tirkiyê bi awakî rasterast danûstanê bi PKK re pêkbîne, lê belê gelek rêkên din jî hene jibo pêkanîna danûstanan. Bi rastî ev derfeta agirbestê û helwêsta aliyên cida yên di nav Turkiyê de ne yê jidest dayînê ne, û ez weku lêkolînerekî Kurd ku agahiya min li ser pirsgirêkên Turkiyê heye, weku erkek li ser milê xwe dibînim ku beşdariyê di çesipandin û bicîkirina aştiyê de li vî welatî bikim, lewra ez pirojeke li dor vê yekê pêşniyazî aliyên peywendîdar “havildar” dikim, û di van xalên bêt de ez dê balê bikşînim ser.
Damezrandina komîteke aştî ya niştîmanî;
Di dema niha de li cem piraniya hemwelatî û hêzên siyasî hatiye fêmkirin ku êdî pêwîste kar jibo nehêştina tundutîjiyê bê kirin, û herweha pêdiviya Turkiyê bi tenahî û aramiyê heye jibo ku pêş bikeve û abûriya xwe jî ber bi pêş de bide û jiyana hemwelatî yên xwe garantî bike, lê mixabin heta niha kar jibo bicîkirina aramî û berqirariyê nehatiye kirin, hikûmetê pirojeke şermîn bi navê vebûna demukratîk ragehand, lê nexşa rê jibo bicîkirina vê pirosesê pêşkêş nekir, herweha opuzosiyon jî dibêje doza Kurdî bi rêya şer nayête çareser kirin lê ew jî bê ku tu pilaneke çareseriyê pêşkêş bike, û sedemên vê yekê jî eşkerene, ew jî ewe ku tu alî ji tirsa kolana Turkiyê û nerîna giştî tu gavên bi hûrî û heydarî jibo çareseriyê na avêje, jiber dîwarekî mezin yê tirsa li dor çareserkirina pirsgirêka Kurdî li cem hemû hêzên siyasî heye, û tirsa wan ewe ku dibînin heger ew bi rijdî û cidî gavên dirust bavêjin, ew dê rastî aloziya raya giştî bên û asta wan ya cemawerî dê dakeve, û bi sedema hebûna vê tirsê ne hikûmet dikare gavên rijd bavêje û ne jî opuzosiyon pilanek yan nexşeke rê jibo çareseriyê tîne ziman,
Her ji vê riwangehê û li gor vê nerînê ez pêşniyaz dikim komîteke aştî ya niştîmanî bi çavdêriya (ango li jêr sêbera) serokatiya komarî bê damezrandin, û bi awakî ku nûnerên her yek ji hikûmet, opuzosiyon, arteş û Kurd li xwe bigire, û bi hûrî vêdaçûn û gitugya li dor rê yên çaresrekirina pirsgirêka Kurdî pêkbîne, û di vî warî de yan pêwîste nûnerên Kurdan bi awakî rasterast di nav komîtê de be, û yan jî divê danûstan bi “BDP” re bê kirin weku nûneratiya gelê Kurd, û bi vî awayî “PKK” jî dê piştevaniya vê mekanîzmê bike, çunkî tu caran “PKK” mercê wê yekê nedaniya ku divê danûstan bi tenê digel wê bêne kirin, û karekî başe jî eger ev komîte giftugoyê bi serokê wê yê girtî Ebdullah Ocelan re jî pêkbîne, û wê demê dezgehên ragehandinê û rêxistî û saziyên civaka sivîl jî dê beşdariyeke ektîv di vê pirosesê de bikin.
Ev komîte ji ber van xalên li jêr dikare gelek gavên baş bavêje;
1- jiber ku hemû alî dê tê de endam bin, tu kes nikare pirsgirêka Kurdî weku kartekê li dijî aliyekî din bikar bîne.
2- Bi rê ya vê komîtê aliyên ku dibine kelem û asteng li hember aştî ya niştîmanî li Turkiyê dê li hember raya giştî eşkere bibin, û ev eşkerekirin dê bi rê ya helwêstên hêzên siyasî yên di nav komîtê de bê zelalkirin, çunkî di demên helbijartinan de hemû hêzên siyasî bi berdewamî mijara “çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi rê yên aştiyane” jibo xwe weku karteke siyasî bikartînin, lê dema dikeve di ware piraktîkê de, hemû xwe vedikşînin û nexşeyên rê li cem wan tune ne.
3- Pêwîste ev komîte jibo gelên Turkiyê bide xuyakirin ku divê Kurd û Turk tevî pêkhatên din jî weku hemwelatî di çarçova welat de bihevre bijîn, û hemû hevpişkên welatin û tu kes mêvan nîne.
4- Ev kar di wê demê de çedibin û têne encam dan dema ku dewleta Turkiyê bi hikûmet, opuzosiyon, arteş, medya û saziyên sivîl ve baweriyê bi vê rastiyê bînin ku êdî nabê tundûtîjiyê û kuştina ceger û zaroyên xwe bi destên birayên wan bibînin.
5- Helbet Ev kar ne bê dujmin û neyare, û bê guman pêdiviya pêkanîna vî karî bi degelî û bi wêriyê heye, lewra ez pêşniyaz dikim serok komarê Turkiyê rêzdar Ebdullah Gul bi rêka bangirina hemû firaksiyonên nav perlemêntê û serokatiya hikûmetê û arteşê daxwaza (pêşniyaza) avakirina komîteke weha bike, çunkî serok komar kesekî bê alî ye û li ser tu aliyan nayête qebûl kirin.
6- Jibo piştgêriya li karekî weha ez pêşinyaz dikim partiya karkerên Kurdistanê “PKK” piştevaniya xwe jibo avêtina vê gavê ragehîne, û agirbesta xwe jibo demeke dûr tir dirêj bike, û li ser wê yekê jî dupat bike ku dibe “BDP” weku mixatikarê Kurdan jibo çareseriya aştiyane bê qebûl kirin.
7- Dewleta Turkiyê dikare jibo çareserkirina vê pirsgirêkê daxwaza alîkariya rasterast yan jî narasterast li aliyê sêyem bike, weku neteweyên yekgirtî, yan serok komarê Iraqê, yan jî serokê herêma Kurdistanê û yan jî her dewleteke din be.
8- Paşvexistina bêtir ya çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi rê yên aştiyane, tevî ku dê bibe sedema xwîn rêjiya bêtir û dê abûriya Turkiyê ber bi helweşandinê ve bibe jî, herweha dê egerên pêketina şerê navxweyî jî di navbera Kurd û Turkan de zêde bike, bi taybetî bi rêya berdewamiya kîna mezin ya di navbera herdû gelan de û herweha handan û harkrina hestê cidakarî û dujminatiya di navbera herdû aliyan de ya ku jibal hin hêzên siyasî ve tê kirin.
Veguhestin ji Soranî; Şêrwan Mela Ibrahîm
Top