• Tuesday, 14 May 2024
logo

Suneyên Iraqê lîstikvanên derdayî ne

Suneyên Iraqê lîstikvanên derdayî ne
Serkirdeyên sunî yên erebên Iraqê, li meydana welat lîstikvanên herî xirab in. Ji roja ku gemiya demokrasiyê li vî welatî di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi rê ketiye, li beramberî serkirdeyên kurd û şîeyan, sunî bi lîstinê nizanin.

Bêguman, lîstikvanek şaş bilîze, zêdetir zirarê dide xwe, ne yê li hemberê xwe. Binaseya çewtiya lîztina van serkirdeyên sunî jî ew e ku naxwazin venasîn û îtîrafê bi wan guhartinên di 9ê nîsana 2003ê rûdanî bikin. Naxwazin îtîrafê bi vê yekê bikin ku êdî li vî welatî hevparên duyem, sêyem û çarem hene û bi giştî ew zêdetir ji sedî 80 ne ku daniştiyên welêt pêk tînin.

Ev nîvê çewtiyên wan serkirdeyan e, lê nîvê duyem jî keriste û sedemên li ber destên wan e. Ew an Beasî ne, yan jî Qaîde ne. Ji ber ku li vî welatî ji aliyê yasayî û siyasî ve rê bi wan nehatiye dayîn, her du jî xwediyê dîrokeke bêzar û binefret in. Zêdetirî 7 salan bi ser nezanîna wan bi lîztinê derbaz bû, bi qasî 35 salên desthilata Beas serkirdeyên sunî zirar bi baweriya suniyên ereb kirin û çi bi kûrahiya kurd û şîeyên Iraqê, yan çi bi nav herêmê bi giştî.

Di bingehê de divê cudahî li navbera Partiya Beas û Rejîma Iraqê bê kirin ku di navbera salên1968 heta 2003ê dasthilata welat bû. Serkirdeyên vê rejîmê, sebaret ew gunehên mezin ku bi sere gelê Iraqê kirin çûn dadgehê û cezaya xwe xwarin. Lê Beas tiştekî din bû. Beas wek raman ji bilî partiyên çepgir li welatên ereb xwedanê firehtirîn bernameya guhertina siyasî û civakî bû ku nikarî wê bernameyê ji sedema netewperestiya gihiştî serokatiya vê partiyê bi cih bîne. Tenê bi damezrênerê vê partiyê xweş bû ku qurbaniyên destê serokatiya netewperest bibînin. Lê nirxandina dîrokê li ser kar û kiryarên tê kirin ne li ser bîr û baweriyan e. Li ser dîrokê tê kirin û di pertûkan de hatiye nivîsandin. Partiya Beas her çi be, îro di dîroka bîreweriya Iraqê de dêw e û reşî ye. Lewma şanazî bi Beas yan bi serokê rejîma berê Sedam Hisên ten û zirar jî bi ewên ku ber wê pêlê vê ketine dikeve.

Bêguman ji Beasê xirabtir jî heye û ew jî rêxistina terorîst el-Qaîde ye. Ji dema ketina rejîma Beas de rêxistina el-Qaîde rojane karê terorîstî li Iraqê dike. Li hemberê wê jî Hikûmeta Federala Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûyê wê rêxistinê bin hejmareke zêde mirov û budçeyeke mezin jê re terxan kirine. Lê di navçeya ku jê re tê gotin sêgoşeya sunî de ew rêxistin “dikarin bêjin” nîv azad e û çalak e. El-Qaîde navçeya navborî li hember hemû navçeyên din ên Iraqê kiriye jêdera êrişan. Rast e, li navçeya sêgoşeya sunî jî karên terorîstî tên kirin, lê cureyê karên li wê navçeyê ji navçeyên din cihê ye. Li navçeyên sunî dijî dezgehên dewletê êriş tên kirin, lê li navçeyên şîe û kurdan de li dijî hemû tiştan êriş tê kirin.

Bêguman kes nikare nikoliyê li pêwendiyên navbera serkirdeyên sunî û rêxistina el-Qaîde bike. Wek em dibînin bi her girjiyeke di nav wan serkirdeyan û Hikûmeta Federal de, el-Qaîde pêşandanekê li sertaserî Iraqê dike bi karên terorîstî yên bê merhemet û berdewam jî herşe dike û gefan dixwe ji bo zêdetir. Bi kurtî rêxistina el-Qaîde ne tenê wek rêxistineke terorîstî kar dike. Êdî li gor pêwîstiya siyaseta serkirdeyên sunî bi wan karên terorîstî bûye beşek pêvajoya siyasî.

Li hember nezaniya lîztinê ya serkirdeyên sunî, di vê dema nû de, ku bi tevî hemû kêmûkurtiyan nikarî jê re nebêjî dema demokrasiyê, berçav e ku kurd û şîe baş dilîzin. Şîe û kurd di milmilanê de armancên wan aşkere ne û keresteyên wan serdemî ne. destkeftinên wan jî hene û hertim jî berev pêş diçin. Her çend nezanîna hevparên wan zirareke mezin digihîne wan jî, lê di dawiyê de ew her ên serkeftî ne.

Puxteya gotinê, tênegihiştina serkirdeyên sunî ji wê gemiya ku niha li Iraqê digere, ne tenê zirar daye beşdariya suniyan, di birêvebirina desthilata Iraqê de ku ew jî beşekî serekî ne ji pêkhateyên vî welatî, lê derî jî li ber gef û herşeyên ji rojhilatê welêt ve (ji Îranê ve) vekiriye. Ev gef, wek em dibînin û hest pê dikin roj bi roj dibe barûdoxeke berçavan û rewşeke sepandî. Lewma bi nêrîna min, piştgiriya Beas ku bi temamî hilweşiyaye û êdî venagere, yan palpiştî bi rêxistineke terorîstî ku li sertaserî cîhanê şer pê re tê kirin û di hovîtiyê de mînaka wê nîne, nezaniyek e tenê hêjayî pûçbûn û fiyaskoyê ye. Ev ji bilî berpirsyariya dîrokî ya dikeve stûyê wan ku dibin behane ji bo pêşve hatina Îranê. Îran ji bo rêgirtina li ber vegera Beas hemû tiştî dike. Serkirdeyên erebên sunî jî bi hêsanî vê behaneyê didin destê Îranê.

Wergêr: M – AKnews
Top