• Tuesday, 14 May 2024
logo

Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê

Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê
(V)
Nivîskar e, rojnamevan e, rexnegir e, lê ne exlaqê nivîsandinê dizane û ne jî dizane ku, exlaq, di dîroka felsefeya mirovatiyê de, têgeh û stûna çaremîn e.
Yek ji ronaktirîn û zelaltirîn nîşanên têkçûn û berbadbûna dîmena kurmanciya îroyîn ew e ku, roj li pey rojê, sînorên di navbera afirandina rasteqîn e û ya sexebar de lawaztir dibin, bejnên kurt, bi mebesta ku bergehê dagîr bikin û gorepana sextebazî û keysperestiyê berfirehtir bikin; wek Yacûc û Macûcan, hewl didin hilperikin dîwarên bilind ên nivîsandinê, da ku ji bilî çêjên bînpêketî, hişyariyên kavilane û deq û berhemên ji pîsbûnê pîstir li pey xwe nehêlin.
Zimanekî jîndar û zindî, xeyal û nîgaş, hêma û têgeh, rêziman û rastnivîsîn, xalbendî û paşxane tune ne, ji bilî di kurmanciyê de bi ti zimanî nikare binivîsîne; di gel ku bi dehan salan bi zimanekî din, hem xwendiye û hem jî perwerde bûye. Haya wî ji babetên wêjeyê, dîroka wêjeyê, rexnegiriya wêjeyî tune ye û ne jî ha ji wê yekê heye ka nivîskarê zimanekî qedexe, çawan dikare tevbigere û xwe ji hiş, bîr, çand, sinc û perwerdehiya serdestê xwe rizgar bike yan jî bi kêmanî şopa wê di giyan û kesayetiya xwe de lawaztir bike?
Ne rexneyê û ne jî armanc û felsefeya rexneyê dizane, rola wêjeyê di avakirina rewişt û gerdîşeyan de û di rehdaçikandina hestan û çesipandina nirxên xweşik û narîn û spehî de; di derûn û hinavan de jî, nizane.
Bi tenê tiştekî dizane: çanda serdestê xwe, çanda ku ew ji hundir ve vala û talan kiriye û ji bilî ku nivîsandin derew in, bêbexti ne, durûtî, kîn û zikreşî ne li cem wî nehiştiye. Aniha wê çandê, bi awayekî kêfxweş û dilşad werdigerîne cîhana wêjeya kurdî. Bê guman, piştî ku ji xwe re, ji rêzefilm û bernameyên televizyonên serdestê xwe, têr zanîn û hişmendî dibe. Di cih de pirsgirêkên serdestê xwe, yên ku li ser piyan werdigire, werdigerîne hişyariya bindestiya xwe û wisa jî bindestiya xwe ji bîr dike.
Di serdema kurdên sedsala bîst û yekê de, di kêlîkên ku nişteciyên vî gundê mezin bi pirsên çarenûsane yên mirovatiyê mijûl dibin û sûdeyên bêmînak ji pêşveçûna alavên teknîk û teknolojyaya ragihandin û belavkirinê werdigirin, berevajî dîmena giştî ya gerdûnî, asta derbirînê, di çand û zimanê me de, ber bi têkçûn û metirsiyan ve sernişîv dibe. Hemî alavên sûdmend, ji boyî dabeşkirin giyanê kurd, lawazkirina wateyên nasnameya kurd, kûrkirina bîra sînoran, navçe û herêman, bajar û gundan, êl û olan û komik û rêxistinan û astengkirina hewldanên damezirandina hizra neteweyî ya kurd, tên bi kar anîn. Serkêşên vê bikaranînê jî, di pileya yekemîn de, nivîskarên kurmanciyê yên nezan, nexwendewar û nebehremend in. Bi kurtî, yên ku sûd ji rewşa kurmanciyê û ji tunebûna rexne û pîvanên nivîsandin û afirandinê wergirtine.
Bazara ragihandin û belavkirinê ya kurdên vê sedsalê jî; bazara xal û xwarzê, mizdan û peywendiyên takekesane ye, ku rê û dergehan li ber nezanan, nexwendewaran, sademirovan, keysperestên ku ji rewşa kurmanciyê sûdê werdigirin û di ava şêlû de avjeniyê dikin, vedikin.
Ya ji hemiyan malkambaxtir jî ew e ku, bi navê rexneyê, hemî wateyên rexneyê yên nirxdar, afirêner û dahênane tên binpêkirin û di şûna nirxên wêjeyî û ramanî û hişyariyane de, bêbextî, derew, falvekirin, remildarî, riswayî û bêrûmetkirin, çêr û dijûn û sincên sûtalan û pêxwasan, birîndarkirina hest û nestên mirovan bi cih dibin.
Çanedek e wisa, bê guman, dema ku serencama nivîsandina keysperestên kawik û serencama girêk û nexweşiyên derûnî û serencama dexisîn û zikreşî û nexweşiyên mirovên bejin kurt be, ji bilî deqên vala, hestên bêwate, çanedeke şkestî û bêkêr, li pey xwe nahêle.
Rexne, wek pêdivî, di astên derbirîn û perwerdekirina giyanan de, kûrkirina raman û hizr û bîreweriyan de, pêwist e hinavan bihejîne, li bin guhê hestan bikeve, wateyên dewlemend pêşkêşî mêjî, dîtin û dîtbariyê bike, bizavê ji rawestanê biafirîne, tênahiya mirovan bişikîne, asoyên veşartî li pêşberî çandê veke û peyvê di astên wê yên herî bilind de ragihîne, biteqîne, berz û vejîne; ne ku derew, nifaq û tolhildan û bi cihkirina sinc û çand û kesayetiya bindestan û têkçûna bîra dîrokê ya serencama bindestiyê be û pê re pê re zemîn û mercên dijminatiyê berceste bike.
Li bin vê sîwaneyê, wek serencama qonaxeke têkçûyî, pîvanên destnîşankirina nivîskariyê jî li ber lingan diçin. Ango nivîskarekî ku hemî temenê xwe ji boyî afirandina deqekî tekûz û spahî terxankiribe û hewl dabe êşa giyanê xwe, nalîna civaka xwe, reşegirêdana serdem û birînên welatê xwe bibêje, ew jî, li bin sîwaneya vê kurmanciya têkçûyî, cudahiyê di navbera xwe û qeşmer û keysperest û sextebazên dîmena nivîsandina kurmanciyê de nabîne.

[email protected]
London - 30. 09. 2010
Top