• Tuesday, 14 May 2024
logo

Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de

Têgeha demê di navbera
Em dizanin ku zimanê Kurdî demeke dirêj weku zimanekî devikî maye . Li dirêjahiya wê demê jî derfeteke dîrokî bidest neketiye da ku bibe zimanekî nivîskî û xebateke zanistî jêre bibe . Ji ber vê rewşa dîrokî gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda dibin , gerek em wan destnîşan bikin , li ser wan rawestin û wan çareser bikin !

Ji wan aloziyên kêşedar navê dema Ayinde ( musteqbel)e , ku di navbera navlêkirina (Pêşeroj) û (Paşeroj) de bûye cihê têvelî û ciyawaziyê . Rewşenbîrên Kurd , nemaze yên ku bi Kurmancî dipeyivin , derbarî navlêkirina dema ayinde ( duwaroj) bûne dû beş :
a – pirraniya rewşenbrên Bakur û Rojava ( Tirkî û Sûrî) gotina "Pêşeroj" bi wateya dema ayinde ( musteqbel) dixebitînin û gotina "Paşeroj" jî bi wateya dema borî (mazî) dixebitînin .
b – rewşenbîrên Kurd (Kurmanc) li Başûr û Rojhilat (Îraq û Îran) gotina " Paşeroj " bo dema ayinde (musteqbel) bikar tînin û gotina " Pêşeroj " bo dema borî bikar tînin . Anku ,her du beşên rewşenbîran , wan navlêkirinan berevajî hev bikar tînin .

Bêguman her beşek ji wan rewşenbîran navlêkirinên xwe bi hin eger û behaneyan dane pêş û ew pesend kirine .. Ez jî , weku xemxurekî Zimanê Kurdî , bawer dikim ku gotina " Paşeroj " bi wateya dema aynde rast û durist e . Bi wê baweriyê jî , ji mêj ve , min ew gotin di nivîsên xwe de , bi wateya dema ayinde xebitandiye . Helbet , min jî ew baweriya xwe li ser çend behaneyan ava kiriye :

1- Ew kesên ku peyva " Pêşeroj " bi wateya dema ayinde (musteqbel) bikar tînin , ew kes xwe dikin pîvanok û her du hevalkarên ( Zerfên ) " pêş " û " paş " li xwe dipîvin , û dibêjin :
- Pêşeroj : Rojên li pêş me , yên ku hêj nehatine û me ew nedîtine , lê hîn wê bên û em ê wan bibînin (musteqbel) .
- Paşeroj : Rojên li paş me , yên ku me ew dîtine û di ser me re buhirîne ( dema borî ) .

Bi vê têgeha demê jî hemû mînakên xwe yên ronîker şirove dikin , wek :
- " Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne .

Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û ya sibehê buhirîne , li paş mirov mane " .

Dema ku mirov cara pêşîn vê mînakê dixwîne guman dike ku demên limêjên destnîşankirî rast û cîgirtî ne .

Lê ku mirov li deqqa mînakê vegere û wê bi hûrbînî bixwîne dê bigihêje baweriyekê ku ew gumana wî ne di cihê xwe de ye !

Şaşiya ravekirina vê mînakê jî şaşiya wan kesan hemûyan e , yên ku gotina " Pêşeroj " bi wateya rojên li pêşiya me (musteqbel) dixebitînin . Ew şaşî jî ew e , ku navekî razber (manewî) wek ( dem ) ku li navekî heyber ( madî ) hatiye pîvan û hevkêşiyeke ne rewa ji wan saz bûye , wekî ku di mînaka çûyî de hatiye :

- " Di berbanga sibehê de demên limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne … " .

Anku , di berbangê de limêjên li pêşiya mirov nîvro … Ya rast û rawe ew e , ku demên limêjên mayî li dema berbangê bên pîvan :

- [ Di berbanga sibehê de demên limêjê yên wê rojê , yên li paşiya (dema ) berbangê (yên musteqbel) nîvro …. û îşa ne ]

Anku limêjên nîvro , esir , mexrib , îşayê li paş limêja berbanga sibehê ne .

Di parçeyê mînakê yê dawî de :

- " …. Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhirîne , li paş mirov mane "

Dîsan ew şaşiya pîvanê bixwe ye . Mirov bûye pîvanok û demên limêjan lê tên pîvan :

- Di esrê de : - Limêja mexrib û îşayê li pêşiya mirov in (musteqbel).- Limêja nîvro û sibehê li paşiya mirov in , buhirîne ( borî)

Rastiya pîvanê ew e ku dem li demê bê pîvan , ne li mirov bê pîvan :

- Di esrê de : - Limêja mexrib û îşayê li paş ( limêja esrê ne)

Anku dema mexrib û îşayê li paş dema esrê tên .

- Limêja nîvro û sibehê jî li pêş ( limêja ) esrê ne .

Anku dema nîvro û sibehê li pêş dema esrê buhirîne (borî)ne.

Bi vê pîvanê jî em dikarin gotina " Pêşeroj " û ya " Paşeroj " rave bikin :

- Pêşeroj : Rojên ku li pêş vê roja me çûne ( ne ku li pêş me ne ) , anku berî vê roja me buhirîne ( dema borî ) .

- Paşeroj : Rojên ku li paş vê roja me tên (ne ku li paş me mane) , anku wê li pey vê roja me bên (dema musteqbel).

2- Ji hêla bêjesaziyê ve jî , her du gotin " Pêşeroj " û Paşeroj " lêkdayî ne ( hevbend )in û bi şêwazekî rêpîvan saz bûne , wekî ku tê gotin :

- Gul + sor = gula sor
- Mêr + kal = mêrê kal
- Jin + pîr = jina pîr
- Mar + kor = marê kor
- Ba + reş = bayê reş
- Av + xweş = ava xweş
- H D ….

Bi pêşxistina hevalnavan ( rengdêran ) û paşxistina navan , zêder ( veqetandek ) tên avêtin û ew mînak dibin :

- Gula sor = sorgul
- Mêrê kal = kalemêr
- Jina pîr = pîrejin
- Marê kor = koremar
- Bayê reş = reşeba
- Ava xweş = xweşav
- H D ….

Li gora vê pîvanê jî :

- Roj + pêş = roja pêş ( pêş vê roja em tê de )
- Roj + paş = roja paş ( paş vê roja em tê de ).
Bi pêşxistin û paşxistina nav û hevalnavan :
- Roja pêş = pêşeroj
- Roja paş = paşeroj

Bi vê dahûrînê em digihêjin baweriyekê ku gotina " Pêşeroj " û ya " Paşeroj " bi şêwekî rast û li gora pîvanê saz bûne .

Tîpa (e) , ya ku di navbera her du hêmanên gotinên lêkdayî de ( pêş – e – roj ) û ( paş – e – roj ) , tenê ji bo sivikbûn û rewanbêjiya bilêvkirina bêjeyên lêkdayî dikeve navbera wan . Anku , eger bilêvkirina gotinê bêyî (e)yê sivktir û xweştir be , ew (e) bikar nayê , wek :

- Sor + gul = sorgul
- Roj + hilat = rojhilat
- Şîn + boz = şînboz
- Ciger + xwîn = Cigerxwîn
- Dil + geş = dilgeş .

Lê ku hebûna (e)yê sivikbûnekê bide bêjeyê , hingê (e)bikar tê :

- Kesk + sor = kesk – e – sor = keskesor
- Penc + şêr = penc – e – şêr = penceşêr
- Pîr + merd = pîr – e – merd = pîremerd

Ji hêla rêzimanî ve , nebûna (e)yê rastir e , lê bi egereke fonîtîkî (e) li van gotinan zêde dibe : ( Jinbî = jinebî , reşba = reş-e-ba ) .

Bo vê egerê em dibêjin , her du şêwe ( Pêşroj , Paşroj ) û ( pêşeroj , paşeroj ) jî rast in , lê şêweyê bi (e)yê pirtir bikar tê .

3- Wateya gotina " Paşeroj " di ferhengên zimanê Kurdî de (yên ku li ber destên min) bi van têgehan hatiye :

A – Elî Seydo Goranî – " Ferhenga Kurdî Nûjen " . (Kurdî – Erebî):

- Paşeroj : (الوفر، المستقبل )
- El - wefir , el – musteqbel

B – Fadil Nizamiddîn – " Estêre Geşe " , ( Kurdî – Erebî ) :

- Paşeroj : - (مستقبل ، لاحق ، مقبل)
- Musteqbel , lahiq , muqbil

C - Muhemed Cemîl Seyda –" Ferhrnga Jîn " , (Kurdî - Erebî):

- Paşro ( paşroj ) : - (مستقبل)
- Musteqbel

ç – Gêwî Mukriyanî – "Kurdistan" , ( Kurdî – Kurdî ) :

- Paşeroj : Dûwaroj (mustaqbel )
- Paşroj : Ayinde (mustaqbel )

d - Hejar Mukriyanî - " Henbane Borîne "
(Kurdî – Farisî ) :

- Paşeroj : - Le we duwa , ayinde , rojanî dûwem (Musteqbel )

ê - Selah Sadella – Ferhenga "Ingilîzî _ Kurdî " :

- Future (Musteqbel) : Dûwaroj , ayinde , Paşeroj , Pêşdem .

ê - D. Îzolî – Fergenga "Kurdî - Tirkî " :

- Paşeroj : Istiqbal (musteqbel)
- Paşroj : teserruf

Berçav e ku van her heft ferhengan jî , gotina "Paşeroj" bi wateya (dema bê , ayinde , musteqbel ) Şirove kiriye . Tenê Selah Sadella di ferhenga "Ingilîzî – Kurdî" de gotina Ingilîzî "future" bi dû wateyên hevdij şirove kiriye :

- Future – (Paşeroj)
– (Pêşdem)

Ez bawer dikim ku Sadella gotina "Pêşdem" bi mebesta (dema bê) xebitandiye , ne bi wateya wê ya rast :
- Pêşdem : Pêşwext , Pêşeroj .

Ji ber ku ne durist e ku "future", di heman dem de "Paşeroj" û "Pêşeroj" be ..!

4- Li herêma Dêrika Hemko û hin gundên dora wê , wek : (Endîwerê) jî ev derbirrîn carinan tê bihîstin : Te çi ji paşeroja xwe re kiriye ?!

Anku , te çi ji dawiya temenê ( musteqbelê ) xwe re kiriye ?!

Piştî vê ravekirinê em ê li çend gotinên gelêrî vegerin û wan li gora wê pîvana ku me amaje pê kiriye , şirove bikin :

- ( Pêşiyên me ) : Bav û bapîrên me , yên ku di pêş vê dema me de jiyane ( dema borî )
- ( Gotinên pêşiyan ) : Gotinê wan kesan in , yên ku pêş ( berî ) vê serdemê jiyane ( dema borî ) .
- ( Pêş (3) Salan ez çûbûm Wanê : Berî (3)Salan .
( dema borî )
- ( Nuha em ê Şîvê bixwin , Paşê em ê herin civînê ) …

Paşî (dema) xwarinê ( ayinde , musteqbel ) .
- ( Paşîv / paş – şîv ) : xwarina (dema) paş
( dema ) Şîvê , di rojiyê de xwarina
dawiya Şevê ya ( Sihorê ) .
- ( Paşiyên me ) : Nevî û nevîçirkên me , yên ku di dema Paş
vê dema me de wê bên .

Lê gotin û derbirrînên weku van gotinan : [ Pêşveçûn û paşveçûn , Pêşverû û paşverû , Pêşketin û paşketin , pêşinyarî , pêşinyazî û pêşwazî ( istiqbal …..].
Pêjina demê ( ne pêş û ne paş ) ji van gotinan nayê , Ev gotin , li gora pêvajoya hevokên wan , rewş , cih û pileya hizirvanî , zanyarî û şaristaniya mirovatiyê destnîşan dikin , wekî ku em bibêjin :

- Tu di xwendina xwe de pêşketî yî .
( Tu di xwendina xwe de zîrekî , li pêş hevalên xwe yî ) .
- Hûn malbateke pêşverû ne .
( Hûn malbateke , bi hizr , rewişt û têkiliyên xwe li pêşiya civaka xwe ne , hûn têgihiştî ne) .
- Em çûn pêşiya wî ( istiqbala wî ) .
( Bo rûmetdan û rêzgirtina wî em çûn pêşwazî û dîdariya wî ) .
- Ev dara li pêş me hişk bûye .
( Ev dara li pêş / cihê / ku em lê ne …. ) .
( cihê darê li pêş cihê me ye )
- Dara li paş me Kesk e .
- ( Dara li paş / cihê / ku em lê ne ….)
( cihê darê li paş cihê me ye )
- Em îro di roja çarşemê de ne .
- Roja li pêş me ( li pêş roja me … ) Sêşem e
- Roja li paş me ( li paş roja me … ) Pêncşem e .

Di her çar mînakên dawî de , cih li cih hatiye pîvan û dem jî li demê hatiye pîvan , Pîvana rast jî ev e , ne ku em demê li xwe bipîvin ,wekî ku tê gotin :

- ( Roja li pêş me ) – pêşeroj e ?!
- ( Roja li paş me ) – paşeroj e ?!

Li dûmahiya vê ronîkirinê dixwazim nêrîna xwe derbarî mijarê dubare bikim , ku gotina " Paşeroj " bi wateya dema ayinde (musteqbel) rast û cîgirtî ye !

Vêca eger têbîniyên şarezayekî zimên derbarî vê nêrîna min hebin , yan jî nêrîneke dîtir hebe , hêvîdar im ku berçav bibin , daku em bi hev re mijarê gotebêj bikin û bi hev re vê kêşeya aloz çareser bikin …….-!! Ne duriste û nabe jî ku mijareke wisan giring weku ( dema ayinde ) di zimanê me de bi du navlêkirinên hevdij ( dijwate ) bê nasîn û bê xebitandin . Bo vê yekê jî divê ev kêşe bilez çareser bibe ….!


Amûdê 14 /9/2010
Top