• Tuesday, 14 May 2024
logo

Kerkûk ji bo Kurdistanê

Kerkûk ji bo Kurdistanê
Kerkûk bi şer yan bi karên tundûtûjiyê venagere ser Kurdistanê, eger vê şêwazê feyda bikira, mezintirîn tevgera çekdariya kurd li sala 1961ê ta 1975ê bi serokatiya pêşengê navdar Mistefa Barzanî, pirsa Kerkûkê ji bo berjewendiya kurdan yekalî dikir.

Pirsgirêka navbera kurd û Iraq di maweya pêncî salî borî de Kerkûk û çend bajar û bajarokên din wek Xaneqîn û Şengal e. Ne kurd amade ye bi qasî mûyekê dest jê berde û ne yê beramber jî ta îro hazir bûye bi qasî mûyekê dest jê bikişîne.

Cihê kêfxweşiyê ye, serkirdayetiya kurd demeke gihiştiye wê baweriyê ku şer di ti kêşeyeke siyasî li Iraqê ne yekalîker e, gihiştiye wê baweriyê ku takerê gotûbêj û jihevtêgihiştin e.

Di vî warî de jîriyeke serkirdayetiya kurd ku ji bîr nabe di dema rizgarkirina Iraqê ji rejîma Sedam ji aliyê hêzên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û hevpeymaniyê ve li 2003yê de, derket, ew bû kurd hêza pêşmerge nexiste nav bajarê Kerkûkê û nehişt ku kuştin navbera kurd û ereb yan kurd û turkmenan rû bide. Ev jî destpêka destpakiya aliyê kurd bû di wan pêkdadanên navxweyî ku piştre di navbera aliyên pêkhênera civaka Iraqê hatine der û xwîneke zaf tê de çû. Kurd di rêya vê nameyê ragihand ku tevgera wan di qonaxa nû de, tevgereke cuda ye ji awazên qonaxên berê.

Bi boçûna min, gelek naçe kurd bi "gotûbêjê yan hewldana têgihandina yê beramberê xwe", digihin baweriya dawiyê û ciyawaz ji ya niha, anku bi tenê û bê hevkariya şêwazên din çareserî neçar e, wate mihalbûna çareserî, gotûbêj û yasayê, bi aliyekî tenê, ji bo bidawîanîna nakokiyên ligel Iraqê.

Wek em dibînin maweya şeş sal e hikûmeta nû ya Iraqê ku kurd bi çirî û giranî tê de beşdar in, nikarîn di pirsa benda 140î de ku taybet e bi vegerandina wan navçeyan ser herêma kurdî, yek pêngav çî ye berev pêş bavêjin. Nabe ji bîr biçe ku demokrasî jî cureyekî şer e, cudahiya wê tenê ew e ku çek tê de bêdeng e. lê wek nerîtek giştî, eger aliyek amade nebe bi şer serî bitewîne bo daxwazên te, ewa bêguman bi aştî jî nake. Ev e ew metirsiya ku di vê gotarê de didim xuyandin.

Wek nimûne: Di mezintirîn û firehtirîn şer di adara 1974ê ta adara 1975ê kurd karîbûn nefesê li leşkerên Iraqê bibirin. Piştî qedandina şer bi serkeftina Iraqê jî, Sedam Husên di axaftineke televizyonê de daxuyanî bi wê da ku şiyan û karîna leşkerên wî li hember şoreşa kurdî de gihiştibû dawiyê. Her ev jî bû sedem ku zevî û ava Iraqê bide ber destê Îranê neyara xwe ya dîrokî, ta li beramberê de hevkariyê pê re bike û bi her du aliyan ve dorpêçê li şoreşa kurdî bikin û zeviyê bi dest ve bînin, di vê de jî gihiştin.

Piştî nêzîkî panzde sal, Sedam Husên di gotûbêjên ligel nûnerên kurd, li sereteya salên nodî de, got ku di dema xwe de hikûmeta Iraqê berî destpêkirina şer di 1974ê de amade bû mil bo daxwazên kurdan bide, "anku Kerkûkê bide" eger fişara welatên ereb rêgir nebûya. Derkirina vê nehêniyê ewê aşkere dike ku rejîma Iraqê wê demê tê gihiştiye "bi vegerandina Kerkûkê bo Kurdistanê".

Serokwezîrê niha yê Iraqê jî, Nûrî el-Malikî her wek helwesta Sedam Husên, berî çend rojan sedema cîbicînebûna benda 140î vegerand ser desteya serokayetiya komarê li Iraqê. Wate heman galgala çîroka kurdî ya folklorî ya bi navûdeng e ku dibêje "Ji şîrî heta pîrî".

Ji ber wê bi ya min, ew take çareseriya ku niha gihiştiye ber, wate çareseriya gotûbêj û têgihandina beramber, yan jî referendum û serjimêriya giştî, ku baştirîn şêwazê demokrasiyê bo yekalîkirina milmilaneyan e, çareseriyên nîvçe û kêmûkurt in.

Bêguman ev hemû pêngavên pêwîst in ji bo vegerandina Kerkûk û navçeyên din, her weha bêguman rastî jî Kerkûk beşek e û danabirê ji xaka Kurdistanê, her weha şêwazê demokrasî jî di vê pênavê de hîç cîgirê wê nîne û kurd nabe hîç rojekê paşekêşiyê jê bikin. Lê kombûna van hokaran bi tenê têrê nake bo pirsa wergirtina Kerkûkê ku çendî ev pirs derengtir bikeve aloztir dibe û kurd zêdetir tê de asê dibe. Wek lojîk, eger hemû merc di berjewendiya aliyê beşxwar de be, hokara borandina demê ne di berjewendiya wan de ye.

Aliyê kurdî di vê gire û fersenda mêjûyî de, divê bê xemsarî pişt bi geşepêdana binaseya aborî û xurtkirina jiyana demokrasiya civaka Kurdistanê bide tevî milmilaneyên siyasî ligel Bexdayê de. Kurdistaneke pêşkeftî di van waran de, terazûya milmilaneyê bo aliyê kurdî bi temamî girantir dike.

Kerkûk tenê 85 kilometiran dûr e ji Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, lê zêdetir ji 300 kilometir dûr e ji Bexdayê ve. Hewlêreke din û tijî bi bingehên aborî û xemlandina jiyana demokrasî û medyayê serbixwe û mafê kêmîneyan û lêbordeya ayînî ve, Kerkûkê bi xişandinê tîne piştê. Kurd ji rûxana rejîmê ve 7 sal e kar dikin bo vejandina herêma xwe. Navçeyên kurdî, rojane berev xweşguzeranê û ewlehiyê û tevayiya vehesanê gavan davêjin û di vî warî de nahêne hempakirin ligel hîç navçeyeke Iraqê. Divê di vî alî de projeyên Avedankirinê li Hewlêrê û Silêmaniyê zêdetir bikin, berev ew navçeyên bi ser Kerkûkê ve taku pê bi pê wî bajarî ji Iraqê vedizin.

Xwedanepal di dinyaya hevserdem de, ji bo navendên dewlemend ên aborî û kulturî û tijî bi demokrasî dibe, ne bi tiştekî din. Divê turkmen û erebên Kerkûkê bi xweşiya xwe Kurdistanê hilbijêrin ne bi zora referendumê bêne paldan. Divê xweşî û bextewerî li Kurdistanê bibe mugnatîs û kêşkerê Kerkûkiyan giştiyan bi hemû cîwaziyên ayînî û mezhebî û neteweyî.

Bêguman, berî ku wek kurdekî piştgiriya doz û daxwazên navçeya kurdî bikim, bê cîwazî ez piştgiryê li geşkirina jiyana aborî û xweşguzeranî û demokrasî li sertaserî Iraqê dikim, û ez rijd im li ser vegerandina Kerkûkê bo Kurdistanê. Ji vê bingehê de tête diyarkirin ku Kerkûk pirseke serekî ye di derbazbûna welatê me "Iraq" berev qonaxeke demokrasî, yan mandin di qalib û qawixê korewerî û paşketinê de.

Wergêr: hr (AKnews)
Top