• Tuesday, 14 May 2024
logo

Zimanê dê û kesayet

Zimanê dê û kesayet
Mîna gelek fonksiyonên bîyolojîk û rûhî, zimanê dê jî di çêbûn û pêşketina
kesayeta mirov da roleke girîng heye.
Zarok hîn di zikmakê da dengên diya xwe hildide. Ew ji van dengan xemgînî yan jî dilşayiya diya xwe hîs dike. Dengên zimanê dê di malzarokê da li DNAyên zorokê qeyid dibin, tên kodkirin
Ew heta 7 saliya xwe 7-8 hezar peyiv hîn dibe.
Zarok di pêvajoya dibistanê da jî heke bi zamanê dê perwerde bibe, dê behreya wê/wî ya ziman ber bi razberiyê kûrtir bibe, wê bê şîk û bê tirs hîn bibe û wê azad bibe.
Perwerdeya bi zimanê dê xwebariyê bihêz dike, fonksyonên din jî heke temam bin, zarok bi kesayeteke xûrt mezin dibe. Ew bi zimanê dê ra dikare çend zimanên din jî hîn bibe.
Na heke zarok di pêvajoya dibistanê da bi zimanê dê perwerde nebe, ew 7-8 hezar peyivên ku dizane dê ji bîr bike. Ew dengên kodkirî yên li DNAyê dê bihelin, bipişivin.
Wê ne tam zimanê xwe yê dê bizane, ne jî yê biyanî, yan jî zimanê xwe yê nû.
Di vê rewşê da zarok bi nîv ziman e. Ji xwe ne bawer e û du dil e. Zarok çawa ku bi nîv zimanî mezin dibe, wisa jî bi nîv kesayetî mezin dibe, di dibistana ku bi zimanê diya xwe perwerde nebe.
Hîn xirabtir heke zimanê dê di dibistanê da lê were qedexekirin, kesayeteke xwenebawer, pixût û neserkeftî wê derê holê.
Ev xwenebawerî yê lê bibe bar û ew ê vê barê heta dawiya jiyana xwe bikişîne.
Perwerdeya bi zimanekî biyanî ji seretayiyê heta zanîngehê bê zimanê dê, berdewam be,
kes wê êdî nikaribe bi zimanê diya xwe xwe bipeyive û binivîse.
Kesayeteke „bêkesayet“, çêkirî û eklektîk derdikeve holê.
Hemû taybetmendiyên kesayetiyê; qabiliyeta ramanê, psîkolojî, kultûr, wêje, qabiliyeta afirîneriyê ûwd, ku kesayetê çêdikin, dê hemû birûxin û ji holê rabin. Ew kes bi zimanê biyanî çiqas baş perwerde bibe û wî baş bi kar bîne jî, kesayeta ku derkeve holê wê kesayeteke asîmîlekirî û çêkirî be. Heta kesayeteke mirî.
Ziman kaniyekî kûr û fireh e, destpêk e.
Însan bi tevê afirînerî û zanistiyên xwe yên din ji vê kaniyê dizên û diherikin.
Li ser mijara ziman bi cîldan pirtûk, li ser zimanê dê û kesayetê bi sedan pirtûk û nivîs derçûne li hemû cîhanê.
Zêde pê da naçim.
Li vir hez dikim gotina mamostayekî fînî Antti Jalava bi bîr bînim:
„Zimanê diya min çermê min, zimanê biyanî cil û bergên min e.“
Meriv dikare her gav cil û bergan ji xwe derxe û li xwe bike.
Lêbelê carek ji çermê xwe derê dimire.
...
Sîstema perwerdeya bi tirkî bi hemû dibistan û zanîngehên xwe, bi masmedya, eskeriye û bi hemû saziyên dewletê dest û lingên vê sîstemê ne.
Sîstema perwerdeya bi tirkî goristana zimanê kurdî ye, jenosîda rûh, kultur, wêje û qabiliyeta afirîneriya kesayeta kurdî ye.
Navekî vî yê din nîne ji bo me kurdan. Virda û wêdayeke wî yê din jî...
Kurd bi can û zindî di wê sîstemê da hatine binaxkirin, gorîkirin.
Hem jî bi salan, bi sebir û tehamûleke binavkirina wê zehmet, mîna jindarên mirî ne di wê goristanê da. Bi zarok û ciwanên xwe va, hem jî ne yek û du, bi mîlyonan!
Sebir û tehamûleke şirove û vegotina wê zor, ku êdî vegeriyaye sûc û gunehê!
Dewleta tirk bi rik û israr li dijê perwerdeya bi zimanê kurdî ye.
Çûnkî ew dewlet baş dizane, perwerdeya bi zimanê kurdî di nava 10-20 salan da wê mîlyonan ji wê goristana ku çêkiriye, derxe û bijîne.
Lewma jî bi hemû hêz û dezgehên xwe li dijê „boykota dibistanên tirk“ a ji bo hefteyekî derket.
Kampanyayek da destpêkirin. Hem jî kampanyayeke xirabtir û biriktir ku ev bi salan e, li dijê têkoşîna azadiya miletê kurd dimeşîne.
...
Dibistanên tirkî, bûyera 36 karkerên Şîliyê ku 600 mêtro di binê erdê da bêçare mabûn anî bîra min. 36 karker di 6 ê Tebaxa 2010 an de li Şîliyê bi hilşîna ocaxekî madenê ra 600 mêtro di binê erdê da mahsûr mabûn.
Ev bûyer 100 sal berê biqewimiya yan jî mehekî din jî dereng bima dê hemû bimirana.
Ezmûnên salan û pêşketinên di teknîkê da û helbet xebata baqil û bi berdewam a endezyarên Şîlîyî û bi tevê desteka hemû gelê Şîliyî, bû sedemê yekoyeko rizgarkirina wan karkeran ji wê ocaxê ku ji wan ra bûbû gor.
Çawa rizgar kirin wan karkeran?
Pêşî karker tam di kuderê da, li kîjan ciyê binax bûne dest nîşan kirin.
Paşê maşîneyên kunkere (maşîneyên ku erdê qul dike, metqap) anîn, erdê 600 mêtro qul kirin û kapsûlekî em bêjin asansorekî biçûk berdan binê erdê û karkerên xwe rizgar kirin.
Bi şabûn û şayiya gelê şîliyê ra, dunya jî kêfxweş bû bi rizgarkirina karkeran.
Ji ber ku 36 can filitîbûn di encamê da.
...
Boykota sîstema perwerdeya bi tirkî, ciyê ku zimanê kurdî lê hatiye binaxkirin, dest nîşan kir.
Berdewama vê boykotê û damezirandina îdare û desthilatdariyeke kurdî, mîna wan maşîneyên kunkereyê hîngî wê bikare wê sîstemê qul bike û wan zar û ciwanên kurd bi tevê ziman û kesayeta wan rizgar bike, ji wê goristana asîmîlasyonê.
Hingî avakirina sîstema perwerdeya bi kurdî dikare ziman û kesayeta kurdî azad bike.
Ezmûn û pêşketinên li cîhanê û yên me jî, têr dikin ji bo vê avadaniyê.
Bes ku em hinekî din jî dereng nemînin, li zimanê xwe vegerin di hemû warên jiyanê da.
Ziman jiyan û hilberîn e.

(avestakurd)
Top