• Tuesday, 14 May 2024
logo

Nîvziman

Nîvziman
Ji kesê ku ne tam bi zimanê diya xwe, ne jî tam bi zamanê biyanî dizane ra tê gotin di zanistiya pedegojiyê da. Pedagojî kesên di vê rewşê da mîna kesên bi „nîvzimanî“ bi nav dike.
Ez di nivîsa xwe ya berê vê da hinekî li ser zimanê dê û kesayetiyê rawestiyabûm.
Min nivîsîbû ku;
„Di vê rewşê da zarok bi nîv ziman e. Ji xwe ne bawer û du dil e. Zarok çawa ku bi nîv zimanî mezin dibe, wisa jî bi nîv kesayetî mezin dibe, di dibistana ku bi zimanê dê perwerde nebe.“
Ciwanên kurd di pêvajoya sîstema asîmîlasyonê (dibistanên tirkî) da piştê lîseyê, heke bi riya malbatê yan jî bi hewldaneke taybet nepeyivin, êdî wî nîvzimanê xwe yê kurdî jî tam ji bîr dikin.
Ev ciwan, bi çend peyivên rojane mîna „roj baş! navê te çi ye? tu çawa yî?“ li nava tirkiyê bixe û bipeyive jî, ew êdî asîmîlekirî ye, „kurdeke/î“ bê kurdî ye.
Nîvkurdiya xwe ya ku bi awayekî heta vê pêvajoyê aniye, li vir diqede.
Lêbelê nîvkesayetiya wê/wî heta dawiya jiyê wê/wî dê pê ra be.
Ciwan yan jî kesekî gihîştî zimanê xwe yê dê, yan jî em bêjin zimanê xwe yê zaroktiyê ji ber hin sedeman winda bike û bi zimanekî din pir baş bizane jî, bi tevger û hereketên xwe, bi derxistina hin dengan ra orjîna xwe ya kurd dê bi awayekî derîne holê.
Ev ji bo hemû milet û zimanan derbasbar e, her wiha ji bo zarave û devokan jî.
Realîte dê mîna guhên Mîdasî heta li deqeya dawiyê derê holê.
Rastî, revê û veşartinê qebûl nake.
Ji aliyê mijarê va jî wisa ye.
Dema meriv berhemê nivîskar yan jî helbestvanekî bi raman û ziman tirkî, lê bi orjîn kurd bixwîne,
pir caran dikare bêje; „min vê çîrokê li derekî bihîstibû yan jî ez vê mijarê ji derekî nas dikim!“
Zarokekî ku hîn tam asîmîle nebûye, yanê têkiliya wê/wî hîn bi zimanê dê ra qut nebûbe,
zimanê biyanî yê ku nû hîn dibe dê tev li hev bike.
Zarok yan jî ciwan wê bi her du zimanan jî nikaribe xwe baş îfade bike û wê bikeve nava tengasiyên psîkolojîk.
Nîv zimaniya wê/wî yê bişibe kesê ku di heriyê da dimeşe; herku bi wî nîvzimaniyê bipeyive peşkên heriyê dê bipekin li meriv bikevin. Heta yên gihîştiyan jî.
Li bajarên bakûrê Kurdistanê binihêrin, piraniya şêniya wan deran bi nîv zimanî daxive.
Ne kurdiya wan kurdî ye, ne tirkiya wan tirkî. Bi zimanekî lêhevxistî dipeyivin.
Çend mînak: Kurdî û tirkiya Bedlîsê, Mûşê, Diyarbekirê, Wanê ûwd..
Ev tê vê wateyê ku dewleta tirk di karê asîmîlasyonê da hîn tam biser neketiye û ji vê rewşa nîvzimanî xweşhal e. Heta pir caran vî nîv zimanîyê bi awayekî pêkenok teşwîq dike, dihewisîne.
Lê li aliyê din bi sîstema xwe ya asîmîlasyonê mîna aş bi şev û roj dixebite daku vê nîvzimanê veguhêze ber bi aliyê tirkiyê va.
Zimanê kurdî di goristana tirkî da birizîne û di demdirêjiyê da jî ji holê rake!
Jixwe tam jî ji ber vê yekê ye, bi tundî li dij perwerdeya bi zimanê kurdî derdikeve.
Perwerdeya bi zimanê kurdî dê ne tenê miletekî ji nûva ava bike û zimanê kurdî dayine ser xîmên wî yên bingehîn, her wiha wisa jî wê nivşeke xwebawer, serkeftî û afirîner jî derîne hole.
Vê baş dizane dewleta tirk.
Lewma jî li van salên dawiyê Kampanyaya bi navê “Bavo min bişîne dibistanê! (Baba benî okula göner) li wê sîstema xwe ya pişavtinê zêde kir.
Ha belê divê ez niheqiyê jî li wan nekim, ku hin guhertinan jî çêkirin.
Şaş fêm nekin ne di sîstemê da. Di ûnîformên yektîp yên şagirtan da.
Her tiştên wan yektîp e: Yek dewlet, yek milet, yek al û nizanim yek çi!?
Diviyabû ûnîformên zarokan jî yek tîp bûbûya.
Rabûn ûnîformên yektîp ên reş û spî yên zarokên dibistana seretayî yên Îtalyaya Musolonî heta van salên dawiyê jî teqlîd kirin. Ku reş rengê faşîzima Musolonîyî bû...
Niha li şûna ûnîformên yektîp reş da, ûnîformên yektîp şîn bi kar tînin.
Ev e hemû guherîn..!
Li dijê her pêngav û tevdîrek asîmîlasyona dewletê; pêngavek, tevdîrek, çareseriyek, rêyek, hewarek bi berdewam û rik xwe dide pêş, di herêma perwerdeyê da.
Ne tênê ev çend salên dawiyê, naxêr ji dîroka komara tirk vir da ev hewar û gaziya perwerdeya bi zimanê kurdî her aktûel e û bi awayekî şewitîner li ber çavan ne.
Kurd hema hema di hemû warê jiyanê da hene û li gorî teqeta xwe jî têdikoşin di wan herêman da. Lêbelê gelek balkêş e; herêma perwerdeyê ku navnîşana pêşerojê ye, (hin tiştên biçûk ne tê da mîna çend kurs û weşandina çend pirtûkên ziman) bi giştî bi destê dewleta dagirker va berdane û vala hîştine vê herêma stratejîk.
Helbet dewlet jî li gora dilê xwe hespê xwe dibazîne li ser serên zarokên me û mejiyên wan dipelixîne di wê sîstema xwe ya şoven ku navê wê “perwerdeya mîllî” ye.
Mîna zîndan wan zarokan dîl girtiye.
Ji bo rizgarbûnê du rê dixuyê:
Berdewam li boykota sîstema perwerdeya bi tirkî.
Qetîna ji zimanê tirkî, di hemû warên jiyanê da.
Ev her du rê jî du emeliyatên zor û dijwar in.
Aş zarokan daye rêzê û dihêre.
Zeman dilezîne.
Û ez rêyeke din nabînim.

(avestakurd)
Top