• Tuesday, 14 May 2024
logo

Kerkûk bo Kurdistanê (5)

Kerkûk bo Kurdistanê (5)
Ji Tûnisê xwepêşandan hat ji bo guhartina sîstemeke ku çirûska demokrasiyê lê nedihat dîtin, ji Başûrê Sûdanê jî dengdan ji bo cihêbûna ji sîtemekê ku bi navê îslamê jiyanê wêran dike. Nexşe li kurdên me be ta ku ji ewên ku çirûska demokrasiyê li ba wan nahê dîtin û ji ewên ku bi navê ayînê dixwazin nûbera me têk bibin, rizgar bibin.

Ez her dem digel pêkvejiyana li Iraqeke demokrasî de me, çêtir e ji Kurdistaneke dorpêçkirî, her bi rastî jî jiyana me bi vê yekê ve girêdayî ye. Bi dax û mixabiniyeke mezin ew xewn û xeyalên min hêdî hêdî pûç dibin. Demokrasî li ser destê wan rayedaran cîbicî nabe ku hemû rojê beşekî ji azadiyên “serdema” rejîma berê ji xelkê tên wergirtin û standin. Ev hewl li Iraqê wê yekê nîşan didin ku ew “serkirde” bi omêda danîna welatekî li ser şêweyê Komara Îslamî ya Îranê ne.

Bi ezmûna çend sîsteman diyar bû, demokrasî di nav gelên firenetewe de cîbicî nabe. Piştî hilweşîna Bloka Sosyalîst 1990î, ew welatên ku firenetewe bûn bi qasî jimareya neteweyan dabeş bûn. Komarên Sovyetistanê jî li gor neteweyan ji hev cihê bûn. Nabe em di zirxewna xwe de bijîn û bi wê baweriyê ku kurd û erebên Iraqê dikarin ezmûneke veder ji evan bijîn.

Cihêbûna kurdan ji Iraqê ne karekî ew çend zehmet e ku mirov lê bitirse. Sîstema dinyayê cihêbûnê dipejirîne û kêşeyan ji bo wê dernaxe. Ne serdema şerê sar e jî ta hemû tişt bi şert û mercên navdewletî bête pîvan, îro gel bi xwe dikarin biryarê bidin û cihê bibin eger ew wêribin.

Di doxa me kurdan de tenê yek girêk heye ew jî grêka dabirrîna Kerkûkê ji Kurdistanê ye. Kerkûk li pey destûrê hîn beşeke ji Iraqa Federal ne ji Herêma Kurdistanê. Ji bo cihêbûna bi Kerkûkê ve em nikarin, bêguman em nikarin hizir bi çareseriyeke ne aştiyane yan ne siyasî bikin. Fersenda şer bi dest kurdan de nemaye bo wergirtina Kerkûkê û Kurdistaneke serbixwe bê Kerkûkê tune be ji hebûnê baştir e. Lê kêşeya Kerkûkê ne tenê ewa di gewriya neheng de ye, kêşe ew nehengên Kurdistanê ne ku nahêlin desthilat û gelê Kurdistanê bi hemû derfetên xwe bixin ber gireya wergirtina Kerkûkê.

Kurdistan ne yekgirtî ye, û viyana gelê kurd jî dabir dabir û şerpeze ye. Ji aliyekî ve navçeya Silêmaniyê “Dikarin bêjin” ji aliyê birêvebirinê ve û ji aliyê viyanê ve ji giştî herêm cihê ye. Opozisyon û dijbere ku di vî bajarî de hêka xwe danî, rûyê bajarî ji pirsên stratejîk berev pirsên lawekî ve bada. Ragihandineke perepût bi navê medyaya azad bi şev û roj raneweste ji bo hizira xelkê bibe û dûr bixe ji pirsa serekî “Kerkûk”.

Bizavên îslamî sergermê binkola rewşa Kurdistanê ne, çirkeyekê jî navberê nadin ji bo wêrankirina vê rewşê. Berî çend rojan Wezîrê Dadê ku bi ser Yekgirtûya Îslamî bû, komek endamên xwe wek dozgerê giştî damezrandin ji bo hemû dozeke giştî îslamî mezin û bilind bikin, eger çî sîstema Kurdistanê dûr e ji van rêbazan. Behsa mizgeft û ragihandina van bizavan bi gotarekê nahê nixmandin çunku wan nifşek gihandiye û bi artêşeke rêkxistî ta ku li Kurdistanê serî hildin her dema wexta wê were.

Ji bilî vê jî tevliheviyek di birêvebirinê de derketiye pêş, a wiha kiriye ku metirsiya Hewlêrê li ser ezmûna herêmê, ne kêmtirê metirsiya Silêmaniyê be. Belavkirina çend pelên helbestan, bi sedan şaneyên zerkêzên melayan arand, beşek ji wan di nav kezeba sîstema desthilatê ya girîng de ne û destê wan digihe her derê. Bi kurtî her pelê Hewlêra îro bi dest meleyan de ye. Berevajî ku divê mela xemxwarên civaka xwe bin, ew kar bo karnameya biyaniyan di nav civaka Kurdistanê de dikin û malê li kurd wêran dikin û dişêwênin.

Felc û şepleya dam û dezgehên hikûmetê, zêdebarî her tiştî ye. Bi vê barûdoxê Kerkûk qet nabe a Kurdistanê. Îro wize û şiyana kurdî wek cesteyekî birîndar berdewam xwîn ji ber dere. Ne tenê Kerkûk, hemû ewê bi dest ketî di metirsiyê de ye. Bêguman şerê van hemûyan bi min nahê kirin, erkê min tenê destnîşankirina bar û diyardeyê ye û ji bo berpirsên payebilind bi cî dihêlim.

Xwepêşandana Tûnisê bo Azadî û dengdana Başûrê Sûdanê bo cihêbûnê, xewnine xweş in, lê ji bo me kurdan zirxewn in bi vê perîşaniya hikûmeta herêmê ku nikare wek kurd dibêjin “du seriyên ben ji hev derxe”. Van xewnên xweşik kes nikare ji nav xişteyê derbixe û ta bawerî wiha be ku vegerandina Kerkûkê û cihêbûna Kurdistanê ji Iraqê ne dijwar e, lê gelek dijwar e û neçar e. Kêşeya welatê me ku em nizanin kî berpirsyar e ji bo em giliyê xwe bikin û em nikarin bi her tiştekî biçûk deng li serok bikin.

Ta kesek karibe çareseriyê pêş de bibe, yan jî qet nebe jidil xema paşeroja Kurdistanê bixwe û xewnê bi serbixweyî bibîne, hewal û nûçeyên bineyê pêşkêş dikim, mebesta min ji bine çînên jêr yên civakê, li ser destê medyayeke dirî û rizî û neberpirsane û opozisyon û dijbereya li Silêmaniyê pal dayî û giliyên nezan di gotara mizgeftên Hewlêrê de, beşek ji paşmayiyên rejîma berê ya herifî, roj bi roj ev bineya Kurdistanê dirize û ji ber hev hildiweşe. Medyaya partiyan jî hîç rastiyekê veneguhêze û ji xewa xefletê hişyar nabe weku yekî xwînrijê lê dabe, bîr û hizir rawestiye û tenê bi hejarî kar dike. Di nav vê tevliheviyê de diyar e rewş berev ku diçe.

Xewna Kurdistana serbixwe û rizgarbûna ji stem û bêdadiyê ji bo her kesekî ku ev xewn girîng e, di vê demê de bi rizgarbûna Kerkûkê û vegera Silêmaniyê dest pê dike. Ev ne bernameya çi kes û aliyekî ye bila kes netirse. Tenê bo ewan ye “yên wek min” ku xewna xweşik mêvanê wan e, lê berî ev xewna xweşik bi cih were, pêngaveke dî heye ku ew jî dermankirina wê birînê ye ku cahil û nezanan di dilê hewlêriyan de vekiriye. Şukrî Fezlî berî 90 salî gotiye:
Destpêka kar hemî yekbûn e, ew jî nabe heta
Her birîna ku dil de heye derman nekî
Alozkerek ku kaya kevin li ba te li ba neke
Biqewtîne û li dêm û rûyê wî temaşe neke

(AKnews)
Top