• Wednesday, 15 May 2024
logo

Bi bûneya Usama Bin Ladin

Bi bûneya Usama Bin Ladin
Berî çend rojan Usame Bin Ladin meznê rêxistina el-Qaîde, bi destê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) hate kuştin. Hindek kesan ew roj bi roja xweşî jimartin ku mirovayetî ji terorîstekî mezin xelas bû. hindek jî bi ziyan û karesatekê jimaryin û gotin yek ji peyayên îslamê ji nav çû.

Eger ez rastiya nav dilê xwe bêjim, ez ne ji van bûm û ne ji wan. Ne ewinde nûçeyeke geş e ku hêjayî şadimanî be, ne jî bi qasî serî derziyekê jî pê nîgeran bûm. Lê bêguman bo min jî, kuştina Bin Ladin rûdaneke mezin e, rûdaneke movikî ye di dîrokê de, renge zincîreyek tol û tolhildan beramber di nav îslam û DYAyê de dest pê bike û diyar nebe çendî tê de têne kuştin û çend salan jiyanê xewnewî dikin.

Bin Ladin ne tenê mirovekî bi kuştina hezaran tawanbar e ta ku bi kuştina wî tol jê bête hildan û xelk pişta xwe bide dîwarekî û bi kêfxweşî bijîn. Bin Ladin bûye diyardeyek û bûye kulturê bi hezaran kesî. Ta radeyekê ku mirov mat dimîne ku Amerîka bi hemû zilhêza xwe daye ber tolhildanê ji Usame Bin Ladin ku take-mirovek e. Rast e, guman tê de nîne ku bûyerên 11 îlona 2001ê bûye girêkek di dilê amerîkiyan de, wî karê terorîstî hinav û naxên her amerîkiyekî jidil ve hejand û serwera welat lekedar kir, ku kuştina Bin Ladin ew kul û xem derman kirin, lê pirsa îslam û tundûtûjiyê ji wê mezintir e ku di mirovekî de kom bibe.

Em berê cudahiya navbera îslam wek ayîn û îslam wek tevgereke siyasî ji nav hev derxin. îslam wek ayîn kêşe li ser nîne, ayîn her çi ayîn be ji bo xweşî û çareserkirina kêmûkurtiyên mirovan hatiye, cihê rêzê ne û ayîna îslamê jî di pêşiya wan hemûyan de. Kêşe tenê bi îslamê wek tevgera siyasî re heye ku keleman dixe ber pêşketin û pêşveçûna jiyanê. Îslam wek ayîn, ayîna civaka herî paşketî ye di dinyayê de, îslama siyasî jî hîn dixwaze civakê bêtir berev paş bibe. di vê hewldanên xwe de pişta xwe bi bizavên tundûtûjiyê girêdide , eger ne wiha be çima bi behaneyên bîrewerî rûbirûyê xeynî xwe nabe. Tundûtûjiya vê serdemê tenê ziyanê digihîne xwedanê xwe, ew serdema ku mirov bi hêza şûr xwe disepand êdî derbaz bûye. Îslama siyasî ji vê tênagihe.

Wek em dibînin, ev îslama siyasî ji sedema 11ê îlona 2001ê ve, hemû çîrok û rêzdariya xwe ji dest da. Kirde, kirdeyeke terorîstî ya gelek mezin bû, qet armancek ji bo îslamê pêk nehêna. Hîç xêrek ji bo îslamê tê de nebû, tenê bûye sedemek bo hatina welatên rojava. Wê bûyerê mirovayetî kire bi du beş û bûye bingehek ji bo pêşrikiyê di navbera wan de, ne tenê rika wan li hember me her wiha rika me li hember wan.

Ji wê rojê û pê ve, îslam nema ne tundûtûj be, hizir ne teng be, xeyr red neke, bawerî bi pêwendiyên asayî û nermane hebe. Ta gihişte radeyekê ku ev navçe bûye dojeh. Kes nebêje ku îslama siyasî karîbûye di vî şerî de serkeftinekê bidest bihêne, vê tevgerê çi çekeke rastekî yan çeka zanistî û bîrewerî li hember aliyê din yê pêşketîtir bi dest de nîne. Diyar dibe ku çendî mejiyê Usema Bin Ladin biçûk e, ku ew jî dema dixwaze bi rêya kelaşnikofekê rûbirûyê pêşkeftîtirîn çeka zanistî bike. Bêguman livîn û tevgera wî hemû bi rêya hesareya (heyva) destkirî di bin çavdêriya wan de bû heta saeta kuştina wî.

Jinavçûna Bin Ladin eger ji reh û damaran de ew û rewta wî ya di binhişê gelekan de cih girtî binebirr bibûya, wê demê ez jî kêfxweş dibûm û wekê hemû xelkê min ahengekek jî bigirta. Lê wek min gotî Bin Ladin bûye kultûr. Di her civakeke îslamî de, Bin Ladin bi hezaran hêkên xwe danane û li pey xwe hêlane. Di 11 îlonê de bedbextiya dest pê kir ku hawirdor mist bûn bi Bin Ladin, bi cureyekê ku kuştin û sirandina yekî ji wan kêm nake. DYAyê vê yekê baş dizane û ew dizanin ku ev destpêka milmilane û berangarbûna digel tevgerên îslam de ye. Dizanin ku di 11ê îlon Usame yek bû û niha bê jimar e.

Ez nikarim bêjim divê DYA çi bike yan divê çi bikra li şûna vî şer û firtenê de. Berevajî, renge rojava bi giştî û DYAyê bi taybetî sûdmend bin ji pirsa terorê û îslama siyasî de. Ev rewta îslamî ya tundûtûj ku sala 1979ê li Afganistanê dest pê kir, rojava ew li dijî Sovyetê bi kar hêna.

Bêguman di Kurdistanê de jî wek cihên din, ev çend roj e, jinavçûna Bin Lain bi zora wan hatiye û niha ew bi tolhildanê difikirin. Ew niha xewnan dibînin bi milmilaneya di navbera rojava û rojhilata îslamî de û li baweriya wan ew bi ser dikevin ji ber hêza heqiyê di destê wan de ye. Ez nikarim amojgariyan bidim Amerîka, lê ez dikarim gotineke ji hemayîn û hemwelatiyên xwe re bêjim.

Eger rast di xema serkeftina ayînê de ne, dest ji wê tundûtûjiyê berde, çarenûsa Usema Bin Ladin ji xwe re bike nimûneyek. Eger dixwazî payebilind be, rêya jiyana serdemiyane bigire ber, ji ber ayîn ne tiştekî ji bo xweda, ayîn di rojevê de xwe dinimîne. Civakeke pêşkeftî û nermane xwedî rewişteke serdemiyane, ayînê bi payebilind nîşan dide.
(AKnews)
Top