• Thursday, 16 May 2024
logo

Sibehên Morîkan

Sibehên Morîkan
Vê sibehê,
Dema min morîkên te yên şîn di bin balgeha xwe de dîtin,
dilê min di cih de berê xwe da govenda kenê te,
di destekî min de piyala ava bêrîkirinê
di destê din de jî gulên te yên birîndar,
di destekî de bazinê te yê ji êgir
di destê din de jî guliya xewna te ya ji kevir!
vê sibehê, li morîkên şîn ên gerdena te digerim!

Vê sibehê,
Çemên gotinê bi nêrgizan ji te re dineqişînim,
Dara dilê xwe, hinar bi hinar, bi ser laşê te de diweşînim,
Navê te li zîveewran dikim,
Bi ava kenê te serê pirsan dişom,
Xwe, wekî serkeftinekê, ji cenga zimanê te radikim,
Xwe bi gavên hatina te re li ba dikim..

Vê şevê,
Beriya ku biteqim,
Dixwazim Ji te re bibêjim ev ne xewn e; bawer bike rastî ye!
Li rondikên min binêre!
Li temenê min binêre çawan di nav destên te de diherike?
Li gurmegurma nalînên min guhdarî bike!
Li kêlan goristanên ku di bîra min de diteqin bizîvire!
Û bi tenê
Vê şevê,
Rîhana dayika min av bide!

Vê şevê,
Destên te yên ji genim tên bîra min..
Stirana ku li ser zimanê dara tûyê zuha mabû, tê bîra min..
Çîroka te ya ji rêyên asê û girtî
û ya ji sînorên mêrkuj, tê bîra min..
Vê şêvê,
dixwazim xwe bavêjim binê bîrekê
da ku bîra xwe ji bîr bikim.

Vê sibehê,
Bi dilxweşî babîsokên bêdengiya te himbêz dikim,
Guldankên bêrîkirina xwe di destên te de dipeyivînim,
bi pirsên heyîn û neyîna te dest bi rêwîtiya sirûdên xwe dikim,
Xwîna min kalan e,
Xewna te xencer e
Navê min kovan e
Navê te
geh dîlan e geh huner e.

vê şevê,
Xwedawendan ji te re digotin em ne xwedawend in em Dicle ne.
Pêxemberan ji te re digotin em ne pêxember in em Dicle ne.
Helbestvana ji te re digotin em ne helbestvan in em Dicle ne.
Ez jî ji te re dibêjim ez ne Ehmed im ez Dicle me!

London
24. 06. 2011
Top