• Wednesday, 15 May 2024
logo

Mala zimanê me yê wêran - 3

Mala zimanê me yê wêran - 3
Ber bi yekgirtina zimanê kurdî (Beşê Sêyem)

Ajansa Kurdistanê ya Nûçeyan (AKnews) bo min derfetek bû bo jinavbirina hindek peyvên çewt yên di ragihandina kurdî de û sepandina peyvên baştir û guncantir. Nûsyarekî AKnewsê hate ba min û got, “ Em bi kurdî ji “Insan alî: robot” re bêjin çi? Min jî got: “ Peyva “Amêrok” bo wê peyvê gelekî guncaw e.” Amêrok ji amêr+paşgirê “ok” çêbûye. Mirov dikare bêje ji “a” û mêrok çêbûye. “Mêrok” di kurmanciya jorîn de navê biçûkirî ye, ew “a” jî di kurdî de gelek caran diçe ser peyvan, wek jenîn-ajnîn, stûr-estûr, stêr-estrê, stun-estûn, spardin-espardin. “A, e” her bo xweşiya axaftinê diçe ser peyvan û wateya wan naguhere. Yanê amêrok û mêrok, herdu jî guncan in.

Peyveke din: Baweşênke, balefirey baweşênke “teyyare murwahiye-helîkopter”. Bi ya min balefir ji firoke baştir e, li şûna firokexane jî balefirge baştir e. Firoke bo “teyyare urqiye” (bafirok-firfirok) ya zarokan baş e ku li Silêmaniyê jê re dibêjin “Kolare”. Kolare balindeyek (çivîk) e û biharan di asman de êdi êdî difire, mirov dibêje qey sekiniye.

Peyveke din: “hegbey elektironî” û “wargey elektironî” li şûna “ birîd îliktironî, mewqa îliktironî” , ku vê dawiyê jê re dibêjin malper ku pir kirêt e, her li desperr (masturbasyon)ê diçe. Yekeke din: çekê nawkeyî (nûkleer) “Silah newewî”. Nawke “newat” e.

Li şûna rojhilat û rojawa, rohilat û roawa. Ya kurmanciya jorîn xweştir e, dibêje “Ro çû ava”. “Rohilata Navîn, yanê Rohilatî Nawîn”. Hûn dibînin çiqasî nêzîkî hev in bo zimanê yekgirtî. Laçûna vê “J” ya roj, bo “rojimêr: roj+jimêr” jî baş e, dike bi yek “J”. Merc nîne di axaftinê yan di nivîsînê de hertim em “j” ya roj biçe, di kurmanciya jorîn de jî dibêjin “roj”. Wek. “ Çend roj dimînî?” Bê şik bikaranîna “xor” di zimanê nivîsînê de ne baş e, ji ber ku tenê li Kerkûk û Silêmaniyê tê bikaranîn û kurd hemû dibêjin “roj”. Kerkûk û Silêmaniyê jî bo “yewm” a erebî peyva roj bi kar tînin lê bo hetaw’ê dibêjin “xor”. Kurd hemû bo “şems û yewm” her dibêjin roj.

Wek me berê jî gotibû, “jî” bo “jînge” baş e, bo “jîname” jî her “jî” baş e ku tîpek (n) kêm bûye. “Jînname” ne xweş e. Di dema gotinê de peyv diçe lûtê mirov û asê dibe.


Binûs bo “katib” ji peyva “nûser” baştir e, paşgirê “er” di zimanê kurdî de nîne, tenê di çend peyvên wek koçer heye ku ew jî ji koçker hatiye. Kanalên raagihandinê ên kurdên bakur li şûna koçer dibêjin koçber, ev çewt e. Koçber koçbar e yan wek di kurmanciya jêrîn de tê gotin “Koçûbar”. Bo “isim fa’il” koçer temam e, koç yanê “hicret”, “koçer” jî “mihacir” e.

Nimûneyeke din bo paşgirê “er” peyva raxer e. Hesen Zîrek dibêje. “ser û jêr raxerî min her qor û berd û dar bê”, rexer di vir de tiştê ku hatiye rêxistin e ne ku ew kesê kuk radixe, yanê navê kiryar nîne. Wek me berê jî got, nûsyar “miharir” e. Nûsyar binûs nîne gotar yan kitêb binivîse. Heye ku çi nivîsên wî jî nebin û tenê bi nivîsên kesên din de biçe. Bixwên “qazî” ye. Ev jî ji Xwêner baştir e. Di deqeke folklorîk ya navçeya Pişderê de tê gotin, “Ez ‘alimekî bixwênim”. Ciwan bidwê “bidwê: qiseker” ku di Xec û Siyamend de hatiye, di deqa ku Ubêdullah Eyubiyan çap kiriye. Bilêr “qaîl” e, di zimanê hindek navçeyên Koyeyê de heye. Bikuj û bibir idiom e, yanê zordar. “Bibez” kesek yan giyandarek baş rê bibire, di lawikê Derwêşê Ebdî de tê gotin, “Min divê maîneke bibez, cote taciyeka bikuj”. Bizan “arif” e, “zanik” bo “marîfe” baş e. Di kurdî de zana bo alim hatiye bikaranîn û her wiha jî çûye. Pêzanîn “teqdîr” e, pênezan “safil” e. Folklor dibêje, “Sipley pênezan”. “Biwêr”, peyva biwêr nebûya reng e nezanan peyva “ wêrer” çêkiribana. Biwêr jî di navîna heftan de di folklorê de hate dîtin.


Pêş Raperîna 1991an, min li ser “binûs û bixwên” bo Kowara Karwanê gotarek nivîsand ku sernivîsyarê wê Husên Arif bû. Gotar çap bû lê jimara kowarê belav nebû û li Bexdayê winda bû. Berî min Mihemedî Mela Kerîm çend gotar di wî warî de nivîsandibûn û bo herdu peyvan şerenivîsî kiribû. Lê kes îtîrafê bi “binûs û bxwên” nekir û heta niha jî dom bike. Wate mijara “binûs û bixwên” mijareke kevin e. Ji ber ku rast e, cihê xwe nagire, çewt bûya dê ji mêj ve cihê xwe girtibûya.

Her “daner” jî çewt e, divê “danyar” (bi erebî mûelif) be û bo “mûelefat” jî “danyar” be li ser kêşa (vezna) “Utyar”

Rast e min got peyva nûser û xwêner, cihê xwe girtine lê divê êdî bi paşgirê “er” kar neyê kirin. Gelek peyvên bênirx û vala yên wek: kujer, şorer, bêje, birer, tojer û mijer, çêja (tam) xwendin yan guhgirtin li medyaya dengî û rengî ya kurdî dimirînin. Kurdên Rohilatê peyva “axêwer” dahênane ku peyveke gelekî kirêt e. Nayê bîra min medyaya bakur çi dibêjin lê ez piştrast im tiştekî çewt bi kar tînin. Mirov tê nagihe çima hewqasî aşiqê çêkirina peyvan in bêyî hebûna çi bingeyeke zaninstî di karî de. Kujek li şûna “kujer” ê çewt, gelekî baş e, eger bo mirov yan giyanliberên dirende be, “bikuj” temam e, wek nimûneyeke lawikê Derwêşê Ebdî yan îdyoma “bikuj û bibir”. Şore li şûna “şorer”a çewt û birre jî li şûna “birrer” baştir e. Kurd dibêjin “herre le birre nakeyewe” ku idiom e, yanê tu nizanî. Herre û birre du amrên dartaşiyê ne, xuya ye yek ji wan ji harînê û yê din ji birînê hatiye. Divê li şûna “bêjer” bêjyar bê gotin wek: kiryar û firoşyar û cutyar. Ji hemûyan seyrtir (ecêbtir) ragihandina kurdên bakur “bûyer” bi kar tînin li şûna rûdawê. Xuya ye ji “bû+er” çêkirine, dengê “y” xistine navbera wan, ji ber ku “bûer” xweş bîne bo gotinê.

Peyvsazî ji 2 qonaxan pêk tê. Qonaxa yekê ew e; em peyvên kevin û hatin jibîrkirin bînin û wateyên nû bidinê de. Wek çawa ereban peyva siyasetê ji meyterê hespan wergirt û gelên din jî her wiha dikin. Bê şik di zimanan de mêjûya peyvan jî heye, me berê behsa peyva “megezîn” kir. Bo mêjûya peyvan, çend nimûneyek di zimanê kurdî de:

Berê di gundan de bo mal û samanê gerok peyva “zîndemal” dihat bikaranîn, wek mer û malat û gwêdirêj (ker) û rez û bax, renge amêrên cût jî tê de bin. Ew jiyan nema, dişê ev bibin peyv bo çimkên modern yên nêzîkî wan, wek “emwal manqûle û emwalxeyr mengûle”. Yaxûd “dermale: muxesesat ûzafiye”, dermale ew bire pûş û ka ye ku di werzên ku pez û ajel li derve têr naxwin û êvaran dema ku tînin mal, li wir didin pez û ajelan. Peyveke gelekî bicih û guncaw e. Tûtinevan jî piştî ku karê wî temam bû, xwediyê tûtinê, bo kişandinê piçek tûtin dide wî, ji wê re dibêjin “dermale”.

Min çend sal berê di ferhenga “peyvên kor” de peyvek bi kar anî, peyva “Xawker” bû. Xawker curek e ji stranên kevin yên kurdî nemaze di navçeya Germiyan de. Xuya ye ew stran derûn û demarê kirj xaw dike. Min bo “hubbub musekine” denkey xawker bi kar anî. Her wiha min peyva “piştîr” bo “mulheq seqafî” bi kar anî. Min nivîsand “piştirî roşinbirî”. Piştîr jûra ajelan e di xaniyên kevin yên gundan de, “niştîman” jûrê mirovan bûye û “piştîr” jî bo ajelan bûye. Niha niştîman bûye welat. Nabe em bêjin, berê cihê ajelan bûye û dê çawa bo zilamên diplomat bibe. Peyva “piştîr”,xuya ye ji pişt+paşgirê “bîr” hatiye ku ev jî bo ew cihê ku mebest e temam e, jûreke li pişt jûra serekî ye, vêca çi ajel biçe navy an roşinbîrê diplomat.

Peyveke din a ku dilê min xweş kir û derket ku kuriya fevin e, kê zindî kiriye, ne diyar e. Ew jî peyva pertwêk e ku bi şaşî dinivîsin pertûk. Hê dema ku min baweriya xwe bi hertiştî dianî, min nivîsarek xwend, digot, “ Peyva pertûk ji per û tukê mirîşk û balindeyên din hatiye û gelekî nexweş e bo kitêb.” Ez rastiyê bêjim, ji wê demê ve kêfa min bi peyva pertûkê nedihat û min dest jê berda. Qasî ku min hay jê heye herkesî ji mêj e dest jê berdane. Arîşeya pertûkê ew bû, digel “peraw-defter” a kirêt pev re hatibûn, pev re jî mirin.Pertûk bi derdê “peraw”ê mir an na peyveke zor bicih e, çi têkilî jî bi mirîşkê ve nîne. Ez ne şaş bim, nivîsar ji aliyê Mihemedî Mela Kerîm ve hatibû nivîsandin. Min baweriya xwe baş pê anî, wê demê nivîsên wî gelekî tesîr li xwendewar dikirin. Her weha gelek caran di nivîsarên kurdî de min dixwend ku behsa çêkirina peyvan ji aliyê nezanan ve dihat kirin, bi nîşandana nimûneya “pertûk”. Ev qiseya salên 70an bû.

Eger em bên ser pertwêka xwe, eger hûn rastiyê bixwazin, “pertwêk” awayê rast e û “pertûk” awayê têkçûyî û şaş e, peyveke kevin û resen e. Ji “per-twê û “twê” pêk hatiye ku ew jî her per e lê bi away biserhev. Twêk, twê û twêj jî tê gotin wek “sefahat” yanê pertwêk “mishef” e.

Ziman bo min tebareya genim e, tebareyek berhema temenê gelekê ye di hemû mêjûyê de, her ew jî jê re maye. Dema ku ez dibînim nezan dikevin nav wê tebareyê û ew binpê dikin, ajelên gundan tên bîra min. Nimûneyek: di zimanê rojnamegeriya kurdî de, li şûna “her weha gotî” dinivîsin “gutîşî”, dibêjin “yekek sereta way gut, diwatir gotîşî”, gotîjî (got jî) di vir de wateyeke din dide ne ku her weha. Wek ku dibêjin, “tikaman le kabra kird ew kare neka belam her kirdîşî, ewey utî kirdîşî”. Yan jî “qisey xwoy hênaye cê, hat û birdîşî yan hatîş û birdî.”, ew “ş” firepan e û tekîd e bo rijdbûn li ser kirina karek ne ku gihandina wateya “her weha”. Deşxom (ez dê bixwim jî) û deşbem (ez dê bibim jî), yanê her û her ne ku herweha.

Nimûneyeke din: dinivîsin “bizirbû”, “beşdarbû”, “xafilbû”, ev “bû” gelekî nebicih in ku bi wan peyvan ve hatine zelikandin. Divê em bêjin “biziran hatinewe, beşdaran roîştinewe, xaflan le jiyan tê nagen, toy bizir key diyar debê, min beşdarim lew kare da”, “bizir: mifqud, beşdar: mişarak” e bêyî bû. Bila gerdenê yê/ya ev tişt çêkiriye, aza nebe.( gerdenî aza nakem(îdyom): heqê xwe li wî helal nakim)

Nimûneyeke din jî bo têkdanê bi nezanî, wek çend sal e bûye baw (moda) “ warîde:hawirde” ye, “safîre: hinarde” ye ku miro bi kurdane bêje divê bêje hawirdin ne ku hawirdekirin, bêje henardin ne ku hinardekirin. Kurdên jorîn jî dibêjin hinartin û divê hawirdinê jî werbigirin, yek ji wan bi tenê nabe. Ev du peyv cêwî ne. Bo “dexil” jî dahat tê bikaranîn. Yanê: dahateyl(eyl,paşgirê pirjimariyê) (medxulat), hawirdeyl (îradat), hinardeyl (sadirat), gelekî bicih in. Her bi min baş e ji “rekud(pengî) aliqtisadî” re bêjin “mendaney(pengî) abûrî”. Wek peyv bo “rekudî eliqtisadî” mendan û mendane baş in. medan navê jin û mêran jî bûye di kurdiya kevin de. Niha jî di stranekê de maye, “Mendanê û Mendanê, lê lê Mendê”. Mendan ji kesên giran û sengîn re tê gotin.


Bixwênê/a birêz: wek hûn dibînin bo “bekokirdin: cem’a” (bipirjimarîkirin) ez zêdetir “eyl” û “gel” bi kar tînim: “jineyl, kureyl, bawkeyl, pêşmergeylî Kurdistan” ku di zaravaya kelhurî de heye û şêwazeke gelekî şîrin û xweş e. Ev “bekokirdiney ewan” (pirsa bipirjimarîkirina cînavê wan”, ji yên herdu kurmanciyan (jorîn, jêrîn) baştir e ku rêkeftin li ser nayê kirin. Her weha, bila em awirek jî li kelhur bidin, her nebe bi “eyl,yêl” ek, ew jî beşek in ji zimanê kurdî. Ev bikokirin bi başî dikare di kurmanciya jêrîn de bi cih bibe. Ev du sal in ez bi vî rengî bi kar tînim û min çi kêşe nîne. Binûsên (nivîskar) zaravaya bakur jî dikarin bi kar bînin “Pêşmergeylê Kurdistan, jineyla rêya azadî.” Eger em bi dilekî pak, ber bi zimanê yekgirtî gav biavêjin, zimanê me dê gelekî pêş ve biçe, ev zimanê me yê wêran.

Eger mirov li kitêbên kevin û folklorê de bigere, dê dehan û setan peyvan peyda bike. Bo min derket ku “şanşîl” a bexdayî “şanişîn” a kurdî ye ku kurdan berê di balkona niha re digotin “şanişîn”, “derdeşe” derdeje yan derdedilê me ye. Di dîwaneke erebî ya bi navê “almualaqat elseb’ah” de tê gotin, “ela hubî bîsenhnîkî feasbîhîna ûla tebqa xumûru el enderîna” û ez ne şaş bim “ şî’ira Kib Bin Zuhîr e ku yek ji şa’îrên mezin yên sedema cahiliyeya erebî ye. Zû, berî bîst salan, min di kitêbekê de di jêrenivîsa wê şî’irê de xwend, camêrê şirovekar gotibû“şa’îr ev şî’r li Helebê gotiye”. Rast e, ji ber ku ereb wê demê bo bazirganiyê gelekî diçûn Şamê. Her weha gotibû “Enderîn yanê hundirê male, beşê jin û zarokan di xanî de”. Her weha gotibû, “Enderîn peyveke farsî ye.” Nivîskar û lêkolerên ereb, di rewşeke wiha de bes gotine farsî ye, negotine kurdî ye, ji ber ku kurdî zimanê nivîsînê nebûye.Zilam kînewer jî nebûbe çawa bêje kurdî ye? Ka kibê, ka jêder ka desthilat û dewlet?. Bi kurdî kurdî ziman nebûye.

Şam li ser sinorê Kurdistanê ye, divê “enderîn” kurdî be, kurd wê demê misilman nebûn, mijûlî badekarî û badexwariyê bûn. Zeynefun jî “pêş zaîn” dibêje me şeraba xwe jî li malên kardoxiyan de vexwar. Rast e niha herkes dibêje “enderûn” farsî ye û fars bi kar tînin lê kurdên bakur niha jî dibêjin “hundir: jûrewe û hundirîn: jûreweyî”. Her çawa be, “enderîn” yanê “hundirîn” bo “herîm” peyveke gelekî guncaw e, kurdiya me ye jî û bakurî ye.


AKnews - Werger: ed
Top