• Tuesday, 14 May 2024
logo

Rev û veger

Rev û veger
Şerê talan û dagirkeriyê ne tenê sûcên kuştin û girtinê, herwiha belaya rêvê jî tîne serê mirov.
Di nava sûcên dewletên dagirker da, sûcê herî giran, bi baweriya min ev sûc e. Sûcê revandinê ye.
Yanê koçbarkirin, revpêxistin e. Encamên sosyo-psîkolojîk ên koçbarkirinê yên ku bi mirov dide jiyandin, giran û rûxîner in. Êş û şopên wan heta mirinê mayînde ne.
Meriv di nava şerê dagirkeriyê da bi carekî dimire, ji êş û elemên wî rizgar dibe.
Lêbelê dema ku meriv çi bi tirsê, çi bi zorê welatê xwe diterikîne, koçberê welatekî din dibe, ji reh û hezên xwe diqete, qîr û hewarek li dû xwe dihêle, mîna gêjan her roj hinekî din dimire li welatên xerîb. Dîroka mişextî û koçbariyê bi dîroka mirovahiyê ra dest pê kiriye, biqasê wê kevn e.
Kî ye? Ji kuderê û çima hatiye vî welatê xerîb û çima di nava xelkê wî da bûye mişext û biyanî?
Çima ev sergêjî?
Mişext dibe dîlê van pirsan. Li bersivan nagere, ji ber ku ew wan baş dizane, dinase.
Bi nasînê ra şermê jî. Şerma qetîna ji reh û hezên xwe, şerma terka ji wê qîr û hewarê.!
Şermek dikare heft welaten bi meriv bide terikandin!
Ne tenê meriv, êdî êş û xewn jî biyanî ne di nava vê revê da.
Mişext qurbanê travmayên şer e. Kûjer rûhî yan jî fîzîkî psîkopata/ê beniyê sîstema dagirkeriyê ye.
Li her deverên cîhanê ev wiha ye.
Travmatîk û psîkopatîkên du şerên cîhanê, yên Vîetnamê, yên li welatên Afrîkayê ku wextekî klînîk û nexweşxane têra wan nedikirin û ku dunyayeke lêkolîn li ser wan hatine çêkirin diyar in.
Li gorî hin lêkolînan texmîneke balkêş e; ev nexweşiyine bi rêya genan xwe berdidin nivşên din jî.
Dema em vê balkêşiyê li ber çav bigirin, ne tenê ev 30-40 salên dawiyê, bi sedsalan e şerên dagirkeriyê yên li Kurdistanê, encam û tabloyeke çawa derandiye holê êdî hun bifikirin.
Ji bo hemû awayên koçberiyan nabêjim, lê piraniya revên ji ber şerên dagirkeriyê bi vegerekî encam dide. Vegera ber bi reh û warê xwe da. Di encama rizgarkirina welatê xwe, damezirandina dewleta xwe da vegereke rûhî ber bi netewa û niştimaniya xwe da.
Piştê bi hezar salan vegera cihuyan ber bi welatê xwe va muhteşem e. “Eksodus” bûye giyana her cihûyê. Çiqas feqîr û belengaz be jî koçberên Vîetnamî berdeleke giranbiha dan û bi serbilindî vegeriyan welatê xwe. Koçberên welat û heta qebîleyên Afrîkayî jî her wisa..
Bi we nizanim. Ez bi xwe ji ber tirs û hovîtiya dewleta tirk reviyam û bûm mişextê Almanyayê.
Ev bû 18 sal in jî li vî welatî me. Digevizim di nava êş û travmayên xwe da.
Di vî 18 salê da belkî 18 dewlet hatin damezirandin li ser rûyê vê cîhanê. Alayên wan di nav alayên miletên din da li ba bû li ber avahiya UN. Di protokolên navdewletî da cî girtin.
Wek milet hatin hesibandin, ku şêniya her yek ji wan bi qasê Mêrdînê jî nîne.
Bi îlana her dewletê ra, Ez mîna kurdekî ku hinek xwe fêm kiribe di rûnê xwe da diqijilim, dihelim.
Ne zêde dûr. Berê bi çend rojan Mehmûd Ebbas ji bo pejirandina dewleta Flîstînê daxwaznameya xwe da sekreterê giştî yê netewayên yekbûyî. Bi awayekî ew ê jî sibeyê bibin 18. dewleta ereban. Dikarim bêjim pîroz be mafê wan e. Aqîbet li serê Kurdistanê be.
Ez ê ku bi qasê misqalekî ked daye azadiya vî gelî, ji şerma di erdê ra çûm ji ber vê daxwaza Flîstîniyan. Çima derew bikim, ji kerba biecîm.
Dema behsa dewletbûna Kurdistanê bê kirin, her kes li dij e. Yên ku “dost” duxuyên jî dibên “Eman niha ne wextê wî ye! Reaksyona dewletên “cîran” nekişînin ser xwe!
Dewletên dagirker ji kengê va bûne dewletên cîran? Têgînên cîran, welat serûbino bûne!
Dewletê cîran ew e: ku bê qeyd û merc mafê te yê rewa yê dewletbûnê bipejirîne.
Welat Kurdistan e ji bo kurdan, ne Stenbol û Enqereya ku lê mişext in, gerew(rehîn) in! Seyr e; dema dibêjin „ülkeye dönüş”, “ülkenin demokratîkleşmesî” “Tirkiye” tê hiş û bîran!
Dewletbûnê dayine li aliyekî, statûyekî biçûk çêbûye li başûrê kurdistanê, lêye wê bixeniqînin di kevçiyekî av da. Gurmînî ji çiya û geliyan tînin ji bo ku kurd negihîjin mefên xwe yên rewa.
Dayîna daxwaznameyê bihêlin li aliyekî, kî behsa dewletbûna kurdan bike, mîna ku qebehetek kiribe di heman deqeyê da reaksyonên neyînî diçine serê.
Kurd jî bi têra xwe berdelên giranbiha dan û didin ji bo azadî û mafên xwe yên rewa. Dewletbûn biqasê her milletê mafê wan e jî, hem jî ji zû va.
Nizanim belkî ji “ziraviya” siyasetê, belkî jî ji nezaniya min be, helwestên piraniya siyasetmedar, serok, rewşenbîr, rûsipî û “dîplomatên” me kurdan ciyê seyrê ne, ji aliyê têgihîştinên dewlet, netewa, welat û vegera welêt da. Hema meriv dayine vîtirînê ji xwe ra lê temaşe bike.
Li ba yê ku artêşek di bin fermandariya wî da ye, yan jî yê ku serokkomarê dewleteke “cîran” e, dewletbûna kurdan daxwazeke ne realîst e, ti wateya wê nemaye, tenê xewn û xeyala çend şaîr û rewşenbîran e.
Li ba yê ku pîsekeke wî jî tineye, vegera welêt destekdana qaşo “vebûna kurd” ya hukumeta tirk e, ku çapemeniya tirk vê vegerê li gorî berjewendiyên xwe sansasyonel bi kar anî, hilkir û tefand.
Li ba hin nivîskar û rewşenbîrên kurd ên evîndarên Stenbol û Enqereyê, ku zemanekî bûbûn îdolên gencên kurdan, têgîna welat, “welatê mezin”, “Tirkiye” ye, ku diçûn yan jî diçin têlevîzyonên tirk, hebûna Kurdistanê jî, vê realîteyê jî wek xeyal û meyal nîşan didan, didin û dibin sedemê şikîna moralê milet.
Li ba hin rûspî û dîplomatên me têkilî û danûstendinên bi rayedarên dewletên dagirker û qaşo “cîran” ra ji armanc û sînorên xwe derbas dikin. Xwe wek kesên jêneger û ne ji wan be ti tişt bi pêş va naçe didin pêş û vê peyamê didin rayedarên dagirkeriyê: “Binihêrin, ne ji me be ev nivşê nû yê kurd dê we nas neke, qedirên me bigirin!”
Heta hin ji wana bi hêz û ezmûna xwe ku du serok wezîr dike, radibe serokwezîrê tirk ê niha wek Mistefa Kemalê dûyem dike bela û dide pêşiya miletê kurd. Erk û rola wî ya di rojhilata navîn da dinepixîne, bêhempa dipesinîne ji bo gera hin çerxên berjewendiyê. Wextekî Karaoglan bû, niha Akoglan! Hevpeyivîna xwe ya di vî warê da jî dide rojnamevanê herî şovenê har ê tirk ku çi wexta wî were bi devekî tije dijûn û heqaretê miletê kurd dike. Û sed heyf û mixabin rojnameyekî kurdî jî vê hevpeyivînê mîna ku li erdê zêr dîtibe, di malpera xwe da diweşîne!
Armanca min bi vê nivîsê ne rexne û reşkirina kes û saziyan e.
Ji ber bêdewletiyê; qada jor a kurd (yanê siyaset, rêveberî, dîplomasî, çapemenî ûwd.) ji armanca xwe zêdetir zemîneke bêrêbaz û nerm e. Dewlet û hukumatên dagirker, wezîr û serokwezîrên wan yanê bi kurtasî qadên wan ên jor hêza xwe ji vê zemînê werdigirin. Ên din teferûat in.
Ev encameke sosyolojîk e.
Min xwest vê encamê nîşan bidim bi vê nivîsê…
avestakurd
Top