• Wednesday, 15 May 2024
logo

Çopçî (I)

Çopçî (I)
Drûşmeyeke dewleta tirk a şoven-faşîst heye dibêje: ”Tirkek berdelê dunyayek e!” Li binê vê dirûşmeyê jî, mîna yên din bêguman îmzeya M. Kemalê wan heye.

Rejim û hukûmatên tirk dîsa mîna yên din vê drûşmeyê jî li dijê gelên din û li dijê azadiya gelê kurd pir bi kar dianîn di salên 1970 û 80 an da.

Eynî mîna yên îro bi wan parolayên bêhiş û faşîst gel û rayagiştiya tirk sor dikirin li dijê mafên rewa yên kurd. Bi van drûşmeyan û bi metodên mejîşûştinê yên din xelkê dikirin, kirine mîna robot.

Mêhtingerî û desthilatiya xwe rihet rihet dimeşînin.

Mamosta Îsmail Beşîkçî armanc û bingeha van drûşmeyên nijadperest û faşîst analîz kirûbû di wan salan da û ji bo vê drûşmeya “Tirkek berdelê dunyayek e!” jî gotibû: “Tirkek ne berdelê dinyayek, ew berdelê çopçiyek e li Ewropayê, li Almanyayê.”

Tam ne di bîra min da ye, xarûjor gotina Beşîkçî wiha bû.

Ew tirkên ku di destpêkê da wek „Gastarbeiter /karkerên mêvan” hatibûn Almanyayê û di înşiaatên wê da xebitîn, tûwaletên wê paqij kirin, çopên wê ber hev kirin, yanê bi kurtasî çopçî bûn, îro êdî ne di vê rewşê da ne, ne çopçî ne.

Yanê mîna ku nivîskar Günter Wallraff navê “Ganz unten /yên hêrî li jêr ” li wan kiribû, ew edî bi giştî îro ne yên herî li jêr in.

Gelek ji wan hêdî hêdî ber bi “jor” va hilkişiyan, hildikişin.

Li gorî daneyên bûroya koçberan a Almanyayê îro 3 mîlyon kaçberên “tirk” li Almanyayê dijîn.

Dewleta Almanyayê jî eynî mîna dewleta tirk, kurdan û gelên din mîna ermenî, asûrî ûwd. Yên ku ji “Tirkiyeyê”, Kurdistanê hatine li ser şêniya tirkan hesab dike.

Li gorî texmînan jî hejmara kurdan di navbera 500-600 hezarî da ye li Almanyayê. Li gorî texmînan e, çimkî ji bilî girseyeke aktîf, piraniya kurdan jî xwe li ser tirkan hesab dikin, diçin sazî û dezgehên wan, mizgeftên wan, bi tirkan ra radibin û rûdinên.

Piraniya ji van tirkan îro êdî ne çopçî ne li Almanyayê.

Hêdî hêdî ber bi tebeqeyên jor ên civaka Almanyaye va hildikişin. Hem jî bi nasnameya xwe ya şoven ê tirk. Gelek ji van tirkan ziman jî dizanin, civaka alman jî baş dinasin, lê mîna ku her roj li “Tirkiyeyê” bin bi drûşmên şoven ên tirk dijîn.

Ev nivşê sêyem e; bi plan û bi desteka dewleta tirk di nava sîstema dewleta alman da cî girtiye. Li partiyên wê yên siyasî belav bûye, heta di hinan da bûye sekreterê partiyê. Çend ji vê nivşê li ser navê partiyên alman bûne endamên parlamentoyên herêmî û ya federal. Her yek ji wan mîna lobiya dewleta tirk dixebite di nava sîstema Almanyayê da. Înformasiyonan diherikîne kanalên tirk.

Ev jî têr nekir, partiyekî tam bi nasnameya şoven a tirk bi navê “Big Partei” damezirandin û xistin nava hilbijartinên herêmî yên Berlînê. Sibe keysê lê bînin ew dê bixin nava hilbijartinên giştî yên Almanyayê jî!

Nivşê duyem û yekem ji aliyê şovenîzma tirk va hişk û brûtaltir(hovtir) in.

Vana êdî ne çopçî, berevacî donercî ne li Almanyayê.

Qisimek ji van bûne xwediyê dikan û fîrmayên biçûk û mezin.

Prodoksiyona dönerê di destê tirkan da ye. Hejmarên imbissên döneran ji McDonalds û Burgerkingê derbastir kirine, li Berlîn û Almanyayê. Nizanim, her hal li Ewropayê jî rewş heman e!

Herçiqas li ser tabelayên dikanên xwe “helel et: goştê helal” mîna ku yên heram jî hebe(!) binivîsin jî, her carê skandaleke goştî dertê di wan doneran da!

Ez ji Berlînê çend mînakan bidim, hun li tabloya Almanya û Ewropayê bifikirin.

Hema hema li her kolaneke Berlînê döner imbissek, dikanek an jî super marketeke tirk heye.

Hem jî bi navên xwe yên orjînal ên tirk: “Türkiyem Imbiss, Osmanli Mutfagi, Birlîk Market, Avrasya Restorant, Ankara Discont, Bolu Market, Nasib Gida, Tugra Restorant, Ülkem Imbiss, Nazar market ûwd.. Tabi di nava van da gelek pastexane, înternetkafe, berberxane, qehwexane (eynî mîna yên Tirkiyeyê bi ala tirk û bi posterên taximin futbolê yên tirk xemilandî) hene.

Dîsa qumarxane, otêl, çapxane, jixwe piraniya rojnamefiroşên stasyonên trênan di destê tirkan da ye, terzîxane, pînediz, solçêker xûlase hun çi dikan û fîrma li “Tirkiyeyê” bibînin, bi heman şiweyê li Berlînê jî hene.

Jixwe gava rêya we bi taxa Kreuzberg û Neuköllnê bikeve, hun ê bizanin ku hun li taxekî Stenbol yan jî Enqereyê ne: Ji piraniya dikanên tirkan û muzîka arabesk ku ji otomobîlan difûre û ji piraniya nişteciyên tirk.

Li kêlek vê çend dikanên felafel û qehwexaneyên nargîle yên ereban jî, hin kuçeyên Qahîre û Helebê tînin bîra mirov.

Tirk bûne hêzeke bazirgan (tucar) li Almanyayê.

Yanê di binê pireyê ra pir av herikiye.

Her sal bi mîlyaran Euro ji Almanyayê dikişînin dibin û diherîkînin kaseyên dewleta Tirkiyeyê.

Yan jî kîs û kaseyên malbat, partî û cemaetên xwe yên olî.

Gelo rewşa tirkan bi çopçîtiyê di nava van 10 -15 salan da ber bi dewlemendiyê gûherî?

(Didome)Avestakurd
Top