• Wednesday, 15 May 2024
logo

Çopçî II

Çopçî II
Gelo bi çopçîtiyê? Bi keda destên xwe, xûdana eniya xwe?

Kê bi vana dewlemend bûye. Ku tirk jî pê bibin?

Bi ked û xwêdanê meriv dikare encax kirêya malê bide, sarinc, cilşo û firaqşo bikire, heke ji wê kedê hinek pere ma, ji destê sêyem otomobîlek bikire li Almanyayê.

Li welatên xizan meriv nikare zikê xwe jî têr bike bi ked û xwêdana eniyê.

Kîjan biaqil dikare bêje, xelkê Somaliyê ked nade, naxebite lewma ji birçîna dimire!?

Çi bû? Çawa bû? Çopciyê berê bû bazirganê îro yê Almanyayê?

Qey xwedê ji wan çopçiyan ra wehî anî, got: “Ya beniyê min bimeş, çi bixwezî ez bidim!”

Na!

Bi saya rêxistin û cemaatên wan ên şoven-faşîst û olî û li pişt wan jî dewleta tirk a nijadperest.

Milli görüş, cemaatên Fetullah, ocaxên-ülküyan, MTTB, ITTB ûwd.. çend ji wan ên li pêş in.

Her cemaat jî xwediyê çend mizgeftan e. Tenê li Berlînê nezîkê 80 mizgeftên tirk hene. Her roj pênc wext pere tên komkirin û dua tên kirin ji bo “hêz û mayîndeya” dewleta tirk.

Ev rêxistin û cemaatana bi salan e di bin navê millet, îman û dîn da ji xelkê xwe heta ji gelek kurdan jî pereyên mezin kom dikin, reveberên wan bi van pereyan ha we dît markêtek, şîrketeke nû li yên din zêde kirin hem jî pir bi awayeke eşkere bi navên şoven ên tirk ku min ji van navan çend mînakan li jor dan.

Dîsa di bin sîwanga TÜSAID, MÜSAID da gelek şirketên paravan avakirine, di bin navê “em ê we bikin dewlemed, mal û milk bidin we” da; karkerên vê derê ku bi salan e xebitîne û çend euro kom kirine, wan dixapînin û wan pereyan jî dadiqurtînin û dibin “Tirkiyeyê”.

Eynî mîna Tirkiyeyê, üçkaxitçîtî, hoqebazî û sextekariyê anîne vê derê jî.

Hinek bi nepenî, hinek bi rêya banqeyan.

Bi rêya kîjan banqeyan? Bi rêya banqeyên Tirk.

Ez dema di destpêka salên 1990 an da hatim Berlînê, bi navê “Ziraat Bankasi” tenê banqeyeke wan hebû li taxa Kreuzbergê. Îro “Îş Bankasi, Emlak Kredî Bankasi, Yapi Kredi Bankasî, heta banqeya artişa tirk OYAK jî zêde bûne li taxên Kreuzberg, Neukölln û Weddingê.

Wêca hun li yekûna pereyên ku li van banqeyan tê komkirin bifikirin. Mîna waneyên lûleyên avê her carê derê kaseyên wan vedibin û ev perene diherikin “Tirkiyeyê”.

Wextekî muhtacê “sentekî” bûn, niha bi mîlyaran dilîzin.

Êh desteka bazar û kapîtalîstên navnetewayî jî were serê, dewlet û hukimata tirk, mîna ku şêx û melakî bi ser da pif kirbe helbet dê “sax û qelew be!” û biwerime mîna balonekî.

Tirkên Almanyayê bi rêya sedan Verein (komele), weqif û projeyan û bi koordîne û hewisandina dewleta xwe di bin navê xebatên kultur, huner, perwerde ûwd. da bi mîlyonan euro destekê digirin, dikişînin ji dewleta Alman.

Çi ev pereyên ji desteka dewletê, çi yên ji xelkê komkirî, mîna ku çova sihêrê lê bikeve ha we dît ji holê rabûn, desteyên pereyan di kaseyên şîrketên naylon ên li “Tirkiyeyê” da derketin. Windabûn an jî revandina wan pereyan carinan vek skandal dipeke çapemeniyê jî.

Skandala “Deniz Fenerî” ku yek ji wan hîle û xûrdeyan bû, par di çapemeniya Alman da jî cî girt.

Zemanekî Banker Kastelliyekî hebû li “Tirkiyeyê”; yek ji wan bi sedan banker û şîrketên naylon bû, ku bûbû mîna sembola xortomkirin û şêlandina xelkê. Niha jî “Deniz Fenerî li Almanyayê.

Tirk êdî ne “karkerên mêvan” yan jî “koçber” berevacî niştecî, bicîbûyê vî welatî ne. Qet ne dûrê mentalîtetê wan ê dagirkeriyê ye, ku sibeyê rabin ji vê derê ra jî bêjin; “yawrî wetan Almanya” yan jî “Turkmeniya!”

Ne ez, bila alman lê biramin, ka ew ê çi were serê welatê wan li pêşerojê?

Ji aliyê sîyasî, olî û perwrerdeyê da jî êdî ne çopçiyên berê ne tirkên vê derê.

Tirk, bi ala, ziman, ol û nasnameya xwe ya natewayî serbest û bêminnet dijîn, li vê derê.

Jixwe ev serbest gera sermiyayê li piyaseya navnetewayî û globalîzm ji wan ra bû mîna:

“Hirmê ket poçik hevraz.”

Di her gavê da li ser her kolanên Berlînê deng û qareqara tirkî tê guhên meriv.

Maçên wan ên futbolê, yan jî mûnasebeteke wan a navnetewayî hebe, alayên wan bi pencereyên malên wan va bi mehan daliqandî dimîne. Ên miletên din tenê roja maçê, yên wan bi mehan dimîne bi wan pencereyan va. Têk biçin, yan jî carinan xwedê neke lê rast were bi ser kevin, dibe qareqara genc û cewriyên wan di dema mûsabaqeyên futbolê da li ser kolanan.

Ji holîganên miletên din du qat zeftir har dibin. Ji milettên din grubek du grub holîgan hebe, Tirk hamû holîgan in. Heta keç û jinên wan ên qaşo sergirêdayî jî, di destên wan da alayên tirk diqîjin û xwe li stadyûm û kolanan li ba dikin.

Kes azad e. Çi li xwe dike bila bike, min eleqeder nake.

Lêbelê ev jinên tirk, ku di nava wan da yên kurd û ereb jî pir in, serê xwe wisa ecêb girê didin, mîna ku meriv tevrekî du serî bi temeziyekî, yazmeyekî girê bide. Serê xwe girê didin, lê jensên teng, bi ser da rockên teng ên seksî li xwe dikin. Yanê sergirtî bin vekirî.

Nav jî lê danîne lixwekirina bi tûrban û tessetûr.

Çend maxazeyên “tessetûr giyim” ên li Berlînê jî bênavber turban, pardesûyên dirêj û çarşefên reş difiroşin û kîsikên xwe tije dikin.

Jixwe li welatên îslam jin tineye, sî ye, reş girê daye, girtî û di nava tirsê da ye. Efsûn û xeyal e jin.

Rewşa jinên welatên xiristiyan, yên welatên din, rewşa neazadbûna wan ya di nava „azadiyê“ da, jî ciyê tûnd rexnelêgirtinê ye, lê ne di armanca vê nivîsê da.

Zîhniyeta tirk-îslam, bi yên din ra „tessetûr modeyê“ li Ewropayê jî roj bi roj bi pêş va dibe. Mizgeft û cemaatên wan ên olî bênavber xizmeta vê yekê dikin. Mîna ku yên din têr nekiribin, bi îdeolojiya tirk-îslam serî û mejiyan dişon.

Hata meriv pir caran rast li keçên 6-7 salî yên ser bi tûrban û kurên di heman jiyê da ser bi kumên spî tê li vê navenda Ewropayê. Zarok û sebî jî, bêku zarokatiya xwe bijîn, hatine girtin û bi tirs mezin dibin.

Ev lixwekirina di bin navê xwegirtinê da adeta bûye mîna ûnîform ji bo îdolojiya tirk-îslam.

Tu li ol û baweriyên din dinihêrî, çend rêveber û bawermendê wan bi ûniform in, ji destê tirk-îslamê bê ew dê van ûnîformayan li hemû dunyayê bikin.!

Welhasil ji aliyekî va tirk-îslam, ji aliyê din va tirk-kemalîzm, mejî û seriyên çopçiyên belengaz di kemîn û dezgehên ku li van deran danîne da dîşon ha dişon ji bo gera çerxa desthiladariya xwe.

(didome)

SERSAXÎ
Erdheja li Erdîş û Wanê, hemû gelê kurd di kurayiya dil da êşand.
Bila serê miletê me sax be!
Başbûneke lazgîn dixwezim ji birîndaran ra.

E.D.
Avestakurd
Top