• Tuesday, 14 May 2024
logo

Çopçî III

Çopçî III
Naveke din a van çopçiyan „almancî“ bû di salên 1960 û 70 an da. Bi mersedeseke kevn û çend bawolan jî bi lekûpekên Woolwordê tije dikirin, fotêrek jî ji maxazeya C§A yê bi 4-5 markên almanî dikirîn, didan serê xwe û diçûn welatên xwe fortan diavêtin û xwe qure dikirin.

Bi bêrî, şayî û henekên xwe hema bêje bûbû “kulturekê” jî ev “almancîtî.”

Hukumatên tirk bûbûn dûçarê çend markên wan ên ku ji almanyayê dianîn. Adeta bûbûn mîna mirîşka ku zêr hêk dike. Dewleta tirk bi dovîzên wan karkerên ku li Almanyayê dixebitîn, dijiya.

Niha dîsa çopçî hene, karker hene di nava wan da. Îronî, bêrî û şayî jî bi awayeke din berdewam in.

Lê wek min di nivîsên beriya vê da jî got, li kêlek van çopçiyan, esnaf, memûr, senetkar, karmend, polîtîker xûlase li „Tirkiyê çi hebin, li vir jî peyda bûne, hene.

Tirk êdî ne koçber, bi sê nivşê xwe va bicîbûyê vî welatî ne. Gelek ji wan xwediyên „dopelhemwelatiyê“ ne. Yanê hem „tirk“ hem „alman.“

Bi nasnameya tirk dijî, bi yê almanî hemû derfetên vî welatî bikar tîne û tê da bi cî dibe.

Berê bi çend markên alman malekê çêdikirin li welatê xwe, bi xwe re mersedeseke kevn dibirin. Niha bi sifir mersedes û BMWyan diçin û tên. Ne mal, fabrîqeyan çêdikin, şîrketan vedikin li welatê xwe „Tirkiyeyê.“ Şîrket û şûbeyên fabrîqeyên xwe tînin Ewropayê.

Tu nikarî marqeyeke malê alman di dikanên wan da bibînî. Ji A heta Zyê hemû malên marqeyên tirk in, difiroşin di dikan û marketên xwe da. Heta li ser şûşeyên tirşiyê jî alaya tirk çêkirine.

Ne tenê ji aliyê hiş û mejiyê va, vana di bazirganiyê da jî şoven û rasîstên herî har in.

Ne mersedesên kevn, mîna boriyên avê Euro diherike „Tirkiyeyê.“ Ev bi keda çopçî û almanciyên reben pêk hat? Yan bi saya îdolojîyên şoven û sazî û cemaatên tirk ên navborî yên di bin sîwang û parastina dewleta tirk da ku wan bi rê xist?

Yan yekser bi destûra polîtîkayên dewleta alman û şirîkatiya wan ê ji dema osmaniyan heta îro ya bi dewleta tirk ra? Ne tenê ev, dewleta tirk di kirinên xwe yên sûcdar ên di asîmîlekirin, mendele û tinekirina miletên din da hêz û desteka herî manîdar ji dewleta alman werdigire.

Bi taybet di têkoşîna xwe ya şoven-faşîst a li dijê azadya gelê kurd, dewleta tirk çi sûcê bike, çi kêyfiyet û planê bi kar bîne, dewleta alman destekeke mezin didiyê:

Çek difiroşê, desteka perwerdeya leşkerî û polîsiye didiyê. Çapemeniya alman nûçeyên di derbarê kurdan da, eynî bi zimanê çapemeniya tirk diweşîne, yan jî cî nadiyê, sansûr dike, bêdeng e.

Heman dewleta alman ji bo ku şirîkê xwe yê herî „sadiqê har Tirkiyeyê“ aciz neke, heta xwe ji reaksyonên lobiya tirk vedikişîne û kurdan ciddî nagire, guh nade mafê kulturî û civakî yên kurdan, heta yên kurdên li Almanyayê jî.

Bêguman xemsarî û kêmasiyên kurdan ên di vî warê da balkêşiyeke din a lêkolînê ye.

Almanên ku ji koçberan têr bûne, aciz in, dibêjin „civat, ol û kultura me xirab dibin, em ber bi xizaniyê va diçin“, berê hemû tiştê bila berê xwe bidin vê hevkariya dewleta xwe ya bi dewleta tirk ra, vê hevkariya ku şermeke dîrokî jî vedişêre, bibînin paşê xwedî bi helwest bin. Nekû vêcarê jî di bin navê „neyariya biyaniyan“ da hestên faşîst û rasîst vejînin.

Ji aliyê din va hest, helwest, xebat û rêxistinên rasîst û faşîst ên tirk û dewleta wan a li Almanya û li Ewropayê, bêgoftûgo dibe yek ji sedemên hişyarbûna rasîszma razayî ya Ewropayê jî.

Ew tirkên ku di salên 1682 an da bi zor, şer û xwîn ji ber derên Wiyenayê hatibûn bi dûr xistin û Ewropa metirsiyeke mezin derbas kiribû, nivşên wan tirkan îro ji derî û paceyên Ewropayê bêzor û bêzehemet dikevine welatên wê qefle bi qefle zêde dibin tê da.

Ji balafirgehên Berlinê balafirên ku rojane difirin bajarên „Tirkiyeyê“, ji bajarên Almanyayê pirtir in. Icar hun ên ku bi rêyên din tên hesab bikin.

Berê di destê wan da sivnik û bawolek nîvê wê bi benek girêdayî ji bo çopçîtî û emeletiyê dihatin. Niha bi qamyonên TIR, keştî û balafiran malên tirk dikişînin bazarên Ewropayê û ji bo bazirganiyê tên. Çend car di van TIR û keştiyan da bi tonan eroîn, narkotîk hatin girtin, ku meriv dakeve arşîva çapemeniyê bi hêsanî wan nûçeyan tê da dibîne.

Bêguman Ewropî jî baş dizanin, ku „Tirkiye“ rêya duyemîn a narkotîkê ye li cîhanê.

Û tenê li Berlînê her sal 5-10 keç û xort bi zend û milên şînbûyê ji derziyên eroînê bêhiş, hişk dibin û dimirin di Bahnofan (stasyonên trênê) da.

Tabî ev sermiya ye. Ne dîn heye ne îman: Hem narkotîk difiroşe, hem gul.

Car olê bi kar tîne, car evînê.

Sermiya ji çopçiyan bazirgan çêdike.
(didome)

Avestakurd
Top