• Tuesday, 14 May 2024
logo

Çopçî V

Çopçî V
“Xerîbanê” çopcî ji dêlva ku pêsîra dewleta xwe bigire, bihejîne bêje; “te çima min mîna parsek û çopçiyek şand welatên xerîb?”, radibe, rûdinê û dibêje “dewlet û millet çok yaşa!”


Ev bi salan e wiha ye. Çerx digere, ew jî pê ra!


Çima? Ji ber ku bi saya perwerdeya dek û dolabên dewleta xwe bûye esnaf, bazirgan, dîplomat, xwedî lobî, xwedî serwet û nişteciyên Almanya û welatên din ên Ewropayê.


Ev jî têr nekiriye ku dewleta tirk wezaretekê jî bi navê “wezareta tirkên li derva”(!) damezirandiye. Bi rêya vê wezaretê xebatên hemû cemaet û rêxistinên xwe yên turk-kemalîst, turk-îslam koordîne dike û tirkên dîasporayê jî mobîlîze dike ji bo armancên xwe yên rasîst û dagirkeriyê.


Vaye ecêb û sosreteke din a wê dewleta faşîst a tirk: Li nava Berlînê, li ser kolanên wî yên herî qerebalix bîldboardên reklaman ên herî mezin kirê kiriye û li serê jî bi almanî û tirkî nivîsiye:


“Me Almanyayê bi hev ra ava kir(!)” Li binî jî îmzeya wê wezareta ecêb. Yan ê çi?


Yanê tiliya xwe di bîbikên almanan da diçikîne dibêje: “Ez şirîkê welatê we me!”


De îcar ji xwe ra li vê sosreta giran binihêrin: Çopçî hat, emele hat, bû avakarê Almanyayê.!


Bû avakarê, teknîk, zanist, sermiya, demokrasî û hemû tiştên wê. Aha de werin ecêbê giran!


Ev tirk e, sibeyê keysê lê bîne wê bêje; almanê çi? Ev der ji berê da ciyê bav û kalên min e.


Almaniyê çi? Zimanekî wisa tineye li rûyê dinyayê! Ew zimanê tirkên daristanê ye!


Dibe, nabe? Yan ev angaşteke beredayî ye? Van pirsan jî bila alman bibersivînin.


Helbet dersek ji dîroka Kurdistan û Enedolê derînin, du ra bibersivînin wan pirsên “deraqil. ”


Berê bi çend rojan li Berlîn û li Stenbolê bi munasebeta 50. saliya hatina “tirkan” li Almanyayê civîn û konferans hatin li dar xistin. Dirûşmeyên ku darketibûn pêş ev bûn:


“Hevgirtin li dijê nijadperestiyê (rasîzmê), wekheviya gelan, demokrasî ji bo mafên wekhev ûwd..”


Temam! Rast e. Kî ji bo van mafan tênekoşe divê meriv ji mirovahiya wê/wî bikeve şikê!


Lêbelê di navê munasebetê da bi xwe rasîzm, şovenîzim û newekheviyeke eşkere û tehrîkkar heye.


Ma tenê tirk hatine Almanyayê di van 50 salan da? Ji miletên din kes nehatin?


Mîna kurd, ermen, asûrî, ereb jî nehatin di van 50 salan da?


Tabî li gorî tirkan na! Tenê ew hatine û tenê ew hene li ser rûyê vê cîhanê!


Ji xeynê xwe kes nabînin. Bîlasebeb wê peyiva beredayî negotibûn “Tirkek berdelê cîhanê ye” (!)


Ew almanên ku bi zanîn û demokratbûna xwe dipesinin, vê yeka tirkan pejirandin û bi wan ra wê çalakiyê li dar xistin li Almanya û “Tirkiyeyê”.


De ka werin ji xwe ra li ecêbeke din a giran binihêrin:


Tirk bi tevê dewlet û saziyên xwe bi şev û bi roj şovenîzim û rasîzmê herikand, diherikîne mejîyan, li Almanyayê, ji çopçiyan faşîstên herî har afirand û radibe behsa wekhevî û demokrasiyê dike!


Nivşên tirkên bicîbûyê li dijê kurdan meş û çalakiyan li dar dixin, bi devên kefikî dijûnê miletekî didin, li ser kolanên Berlînê, Parîsê, Denhagê..


Çima? Çend leşkerên wan li Kurdistanê di şerê dewleta tirk ê dagirkeriyê da hatin kuştin.


Bi salan e kes napirse artêşa tirk li Kurdistanê çi dike? Bi fîloyên F16yan çi dibarîne?


Kîjan çekan bi kar tîne? Çi komkujiyan pêk tîne; seriyan jê dike, ji guh û pozan tizbiyan çêdike?


Kesek nepirsî!


Artêşeke ögretmenên tirk (heyfa peyiva mamosta ye ku ji wan ra bêjim), ji artêşa leşkeran jî xirabtir, çi rêbazên pêşaftin û tinekirina ziman û kulturekî bi kar tîne?


Zarokên kurdan çawa dike tirk?


Kes napirse!


Ew partî, sazî û dezgehên dewleta tirk bi çi karî radibin, çi dikin?


Çi îşê wê dewleta rûreş heye li Kurdistanê?


Heta niha tirkeke/î bi xîret û namûs derneketiye û ji dewleta xwe ra negotiye:


“Leşkerên xwe vekişîne ji kurdistanê, dev ji dagirkeriyê berde!”


Nabêje!


Berevacî ji aliyê teknîkî va daxwaza bihêzkirina artêşa xwe dike li dijê çend şervanên azadiyê.


Têkoşîna li hember nijadperestî û dagirkeriyê berdêl dixweze. Demokrasî, wekhevî; berdêl dixwezin. Hem jî yên herî şirîn û binirx. Ne ku peyivên bererdayî, dirûşimên vala.


Li şûna ku kevir û kuçikan bi serê xwe da bibarînin, bi tevê alayên tirk dixine nava qutiyan mîna alîkarî ji erdhejzedeyên Wanê ra dişînin.


Ji Selçûqiyan heta îro ev e alîkariya tirkan bi kurdan ra:


Rim û mertal, xwelî, kevir û kuçik û alayên tirk!


Û xwe mezin dîtin, tenê li hember kurdan.


Serokkomar, serokwezîrên wan ên cilleşker di qorzikên kolonyalîst da li Kurdistanê dîmenan didin. Li ser gorên kurd, ermen û gelên din ku di komkûjiyên wan da jiyana xwe ji dest dane, sonda tolhildanê dixwin. Kemînan datînin.


Nivşên wan ên Ewropayê jî behsa demokrasî, wekheviyê dikin li dijê nijadperestiyê!


Ev çi sextekarî ye?


Tabî ew tirk e! Hostayê vê îşê ye. Yanê hem diz e, hem topiz e!


Birastî jî berdelê dunyayekî ye di vî îşê diziyê da.


Ji ber vê dizî, mendele û talana turk kemalîzm, turk îslam reviyam hatim Ewropayê vayê li vê derê jî bi refdeyan tije bûne. Li van nivşên rûtapan, ser bi tevir, dest bi alayên tirkî û devên kefikî dinihêrim, vekirî bêjim; ji keriban dibiecim! Hezar lanetê li xwe tînim, ku vana serdestên min in.


Xwe nabexişînim, ku welatê min Kurdistan mêhtingeha wan û dewleta wan a xwînxwar e!


Û ez hîn jî bindestê wan im!


Bila şaş fêm mebe; ne mezin û ne jî biçûk dikim hêza kolonyalîst a dewleta tirk. Çi be ew e.


Lê wek milet heke ez di her warî da xwe ji zimanê wê neqetînim, zarokên xwe neşînim dibistanên wê yên kolonyal.


Mal û sarincên xwe bi marqeyên tirkî tije nekim, hêz nedim aboriya mêhtinger! Bacê (vergiyê) nedimê.


Zarokên xwe neşînim artêşa wê ya komkûj, çek negirim li xwe venegerim, nebim koruciyên wê!


Dengê xwe nedim partiyên wê yên hîleker û xwe di meclisên wê da nexapînim. Ez ê bi ser kevim.


Li hemû ciyê ku ez lê heme hêz û destekê bidim serhildanên li Kurdistanê, berê van serhildanan bi yek dengî bidim armanca azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê. Ez ê ji benîtiyê rizgar bim.


Heke ev peywir pêk werin, ew dem Kurdistan nabe qesabxaneya qesaban! Xwîn radiwest e.


Yan na em dê hîn gelek hêstiran bibarînin, lawijan bêjin li ser bedenên bi xwînxarî parçekirî yên zarokên xwe.


Ev qetîn e.


Jihevqetîneke misoger dikare pirsgirêka tirk çareser bike.


Tirkên bê Kurdistan belkî ew jî bikarin ji nasnameya hîlekar û sextekar ya dewleta xwe rizgar bibin.


Bav û kalên kurdan vê belayê berê nehsed salan anîn Kurdistanê.


Ev nivşê han dê xwe jê rizgar bike, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet!


Rêyeke din nîne!


(dawî)
Top