• Tuesday, 14 May 2024
logo

Kurm canê min dixwin.

Kurm canê min dixwin.
Berlîn mîna goristanekî bêdeng bû di şeva “Weihnacht“, “Noel“ê da, di şeva jidayîkbûna Îsa da.


Ji roja ku Isa li çarmixê xistine, bûye sembol heta îro ev roj tê pîrozkirin di cîhana xiristiyan da.


Li êş, rehim û zalimiya hundirê xwe, li derûniya xwe vedigere her kesek di vê rojê da.


Yanê çend saniye be jî, xwe diwezinînin hin bawermendên xiristiyan.


Yeqîn nakim ku kesek Îsa bi bîr anîbe. Her kes xwe bi bîr tîne, xwe dirame roja gaxendê, Noelê.


Îsa, peyker, xaç û îkonên wî tenê sembol in di vî bîranîn û ramînê da.


Xirîstiyan roja Noelê diyariyan didin hev, diçin dêran duayan dikin, findan vêdixin di malên xwe da.


Rojên wiha kêm û zêde di hemû olan da hene.


Mirovahiya ku piştê evqas dem û ezmûn hîn jî xwe fêm nekiriye; ol û sembolan hertim aniye hewara xwe. Bi tepisandina derûniya xwe ra, pîvana zilm û rehmê jî winda kiriye her wiha..


Vaye ji we ra rondikên sexte yên turk-îslamîstan.


Ku piştê her rehmeke bêîman fermana miletekî didin.


Cîhana xiristiyan qenebe hinek xwe reforme kiriye. Zêde têkilê îşên dunyewî nabin.





Berlîn mîna quleke reş a fezayê zîfîrîtarî ye di şeva gaxendê da.


Min mîna darekî çiqilhişk ê pênc sed salî rehên xwe berdane axeke biyan, li vê derê.


Rehên ku min ew ji ciyên dûr ên nenas anîn van deran. Rehên dar bê kurm nabe!


Kurm jî pê ra hatine. Kurm rehên min dikojin, diqilqilin tê da. Ber bi jora min va hildikişin.


Bêrawestan dixebitin ji bo pûçbûn û hilşîna min. Min dizêrînin.


Ji mêj va bêfêkî me.


Qirçînî ji rehên min ên jarbûyî tên, di bêdengiya fezayî ya Berlînê da.


Sade vê dengê ku ji rehên min tê dibîhîzim. Ne biyaniyê wî me.


Ji roja ku min xwe fêm kiriye bi zewal û hewar im.


Dizanim her bi zewal, hewar û axîn im!


Lê tenê çend axînên kûr hene ji destên kurmên min di jiyana min ê beyhûdeyê bêkelke da.


Belayek e, lêrasthatinek e, çi ye nizanim. Her di reşetariyan da tên ev axînên kûr.


Berê bi sî sal, şeveke qîrereş e, li welatê ku lê ji dayîk bûbûm, bi kurteşerekî bi dijminê min ra ji binxetê têm serxetê. Tam jî ji ciyê sondayên kolonyal ku xwîna axa welatê min dikişînin jor da derbas dibim. Yanê ji welatê xwe têm welatê xwe.


Du çiqilên min dişikên, yek ji nivî da. Çiqileke min a din birîndar dibe. Diêşêm, lê maxrûr im.


Ji kemîna dijminên xwe difilitim, dikevim kemîna kurmên xwe.


Zifîrîtarî ye ciyê ku kurmên min ez bi girêyên ko yên werîsê girê didin û teslîmê dijminên min dikin. Girêyên wisa ko ku dijmin jî nikaribûn vekin.


Yekem car xwîna min miçiqî di wî şevê da. Spîçolkî bûm. Ti şan û şop nema ji maxrûriya min!


Min kurmên xwe rûberû nas kir, di tarîtiya wê şevê da.


Di salên dirêj ên zindanê da jî her di reh û paşika min da qilqilîn ev kurmine.





Qîretarî ye îşev. Berlîn qulereşekî bêbinî ye. Tenê gûjîna serê xwe dibihîzim.


Di xewê da me, şiyar im. Nizanim. Kirdeya kîjan demê me wê jî..


Bi gilî, girtîn û darizînê têm gefandin dîsa.


Êşkencegerên min bi rolên pak û pis direqisin li dora min.


Min anîne li ber gerînekeke bêbinî, hewl didin ku bavêjinê.


Veca ne bi werîsê va girêdayî me.


Werîsê mîna marekî ji devê xwe dikişînim.


Dikişînim, nakişînim serê wê ji nava min dernayê. Li şûna axînê werîs dikişe.


Axîna ku nikare derê, berê xwe dide kûraniya derûniya min.


Qêrînek tê. Mîsoger dibihîzim. Qêrîna min e, yan ên ji zemanên ne diyar e? Tê dernaxim.


Şiyar dibim. Di xwêdanê da mame.


Serî li teoriya psîkoanalist a S. Freud didim a di: “derbarê min, ez û ew de”


Bersîveke têrker tê da nabînim ji vê derûniya xwe ya di rewşa dema niha da.


Ol tepisand.


Sigmun Freud nema têr dike ji bo vegotina kûrayiya derûniya mirov.


Bi hêviya ku hun xwe zêde bernedin ber bi derûniyan.


Sala we ya nû pîroz be!


avesta
Top