• Wednesday, 15 May 2024
logo

Sibehên bîra te

Sibehên bîra te
Vê sibehê,

Tu pir xweşik î,

Tu ji hemî demsalên welatê min xweşiktir î,

Destên te li ser milên rojê pirên azadiyê ne,

Çavên te, di taristana nexşeya çiyayên min de, şevçira ne,

Porê te li ber bayê şervanan mîna ala rengîn direqise

Lêvên te wek ku tîna rojê bin, germ in..

Rêçên min ên vegera dawîn li pêjna gavên te digerin...

Li aliyê te yê rastê Lorka helbestan dixwîne

Li çepê, Meleyê Cizîrî Selmayê hînî tîpên evînê dike,

Vê sibehê,

Tu pir xweşik î,

Bi taybetî dema tu navê welatê min bi lêv dikî..!





Vê sibehê,

Xwe bi keziyên bendemana te mijûl dikim..

Ewrên sibeha te bi tiliyên xwe diguvêşim,

Hibira te ya pîroz ji dilê min dinuqute..

Bi tena serê xwe, li ser gupîtka çiyayê bîranînê rûdinim

û li qirçeqiça şewatên sînga xwe guhdarî dikim..

Şevrês im,

Li stêrkên mirî dinêrim

Bi teşiyê reşepeyvan navê te ji zarokên xwe re dirêsim

Evînên vemirî, ji te re, bi agirê pênûsa xwe vêdixînim

Şervanê temenê xwe yê kuştî me,

Xwe di paş çeperên kenê te de vedişêrim,

Vê sibehê

Ez jî mîna te, darbesta xwe radestî demsalên bazdayî dikim..

Û bi pey dûmana sirûda te de dibezim..





Vê sibehê,

li ser lêvên min gihayê evîna te hişîn dibe,

di komira zimanê xwe de pêrgî pizota navê te dibim

şevistana te rengê xwe ji dilê min werdigire,

bîranînên min mîna çavên te reş in

darên xewna min ji çûkan direvin

hawara min li bin guhê nalîna te dikeve

asîtankên giyanê min bi pêjna te dişewitin

xwîna min li hevûdû parvedikin

bajarên xwe di damarên min de avadikin

vê sibehê,

bi dengê xwe re şer dikim

zimanê xwe dicûm

û kavilên laşê xwe bê sîber dihêlim

gihayê ser lêvên xwe dişewitînim

û navê te di dûmanê de dihêlim..
Top