• Thursday, 16 May 2024
logo

Mala zimanê me yê wêran – 8

Mala zimanê me yê wêran – 8
Ber bi yekgirtina zimanê kurdî (Beşê Heyştê)

Li rojên 19-22ê îlona borî Wezareta Kulturê li Herêma Kurdistanê Konferansa Zimanê kurdî girê da. Du roj pêş girêdana konferansê, wezîrê D. Kawe telefonî min kir ta ez jî di wê konferansê de beşdar bim. Serdaneke min hebû bo derve û min xwest serdana xwe betal bikim bo wê vexwendinê û ew mijara girîng. Paşî min bi xwe xwe got, “Çima ez wek mêvan beşdarî karekî bibim ku ez bi xwe yekek im ji wê jimara kêma ew kesên ku çi bi pratîk û çi bi teorî çendîn sal e, pê re westiyane. Ez neçûm û min baş jî kir ku ez neçûm û ez beşdarî konferanseke bilez û serpê nebûm ku bo mijareke gelekî girîng, hestewer û stratejîk hatibû girêdan.

Herçende wan gotiye ev 9 meh in em mijûlî vî karî ne lê pelepeleyî(pele: lez), bi sertapêyiya konferansê nayê veşartin, çi encamek jî nehat bidesxistin û tenê hinek xem û pejareyî li pey xwe hişt û eger raspardeyên wê konferansê bên bicihanîna dê hin arîşeyên nû peyda bibin.

Bav û kalên me gotine, “bazî bazî berrîşî baweş bazî” yanê eger dilîze fermo bilîze lê bi ridênê (rih) bavê xwe melîze. Wezareta kulturê mijareke wiha a pîroz kiriye mijara konferansekê lê ne rast ji ber ku ne karê wê ye. Kora Zanyarî ji aliyê yasayî ve berpirs e ji vî karî herçende ew jî dezgeheke neaktîv e û xwe ji pirsa zimên didize ku tenê jî di vê pirsê de berpir e.

Ev zêdetirî 20 sal e ez bo projeyekê kar dikim ku pêk hatiye ji danîna rêyek bo yekgirtiya zimanê kurdî. Ziman bûye xem û xulyaya min. Berî 2 mehan min dest bi belavkirina bîr û boçûnên xwe yên li ser zimanê kurdî kir ku ez dixwazim êdî êdî bîr û boçûnên xwe bixim ber çavê xelk û di rojnameya Bizawê de her hefte carekê hindek ji wana belav dikim. Bi ya mi ev ji kitêbê başti e. Ji bilî wê çendê ku ez bi karê Ajansa Nûçeyan ya Aknewsê jî radibin, rojane digel nivîskarên Aknewsê de bîr û boçûnên xwe par ve dikim û pêşniyarên xwe bi wana, dixim warê pratîkê ta berbikeve ka çi kirdenî ye û çi ne kirdenî ye.

Mixabin, ji ber vê lîstina wezareta kulturî bi rihê bav, ez bi temamî sar bûme. Min dil hebû li ser mijarên zimanî 50 elqe binivîsim lê wezaretê bi vî karî, hest û îradeya di min de mirand. Min hemû raspardeyên konferansê xwendin û ji ber asta neberpirsiyaretî û nezanîna di wan raspardeyan de, ez tûşî xem û matmayînê bûm. Ev rasparde ji bilî çend daxwazên nezanane tiştekî din nînin. Komîsyona ku van raspardeyan nivîsandine çi şarezayiyek di warê zimên de nîne. Fermûn hindek têbîniyên min yên li ser van raspardeyan:

Dibêje, “Konferans daxwaz ji aliyên têkildar dike, Projeya Yasaya Zimên amade bike û pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bike bo pesendkirin û piyadekirina wê.”

Lê aliyên têkildar kî ne, ne diyar e. Gelo armanc jê hikûmet û parlamento ye? Eger armanc ew bin, ew diçe bo xala destpêkê ji ber ku hemû yasa û biryarên hikûmet û parlamentoyê, pisporên warên cuda cuda amade dikin, kes di parlamento û hikûmetê de nîne yasa bo zimanê kurdî dabîne. Eger arman jê, Kora Zanyarî be, konferansê bi xwe wê dezgehê piştguh xistiye ku ji aliyê yasayî ve divê ew dezgeh bi karê biryardana li ser zimanê kurdî rabe. Armanca min ji ‘xala destpêkê’, pispor û şarezayên zimanê kurdî ne û divê ew yasayê zimanê kurdî amade bikin ku konferans jî daxwaz dike. Lê gelo yasaya zimên çi ye? Konferansa zimanê kurdî aşkere nekiriye ka ew yasa bo çiye.

Xala yekem ya raspardeyên konferansa zimanê kurdî çi maneyek nîne û aql û fikreke aloz tê de ye. Bo nimûne dibêje, ‘aliyên têkildar’ yanê çend alî. Paşî dibêje Projeya Yasaya Zimên amade bike û pêşkêşî parlamentoyê bike, di vir de amajeya gotinê bo tak e ne ku bo ko (piranî) ‘amade bike û pêşkêş bike”.

Ew xala yekem bû ku wek min got bê mane bû. Xala duyem jî dibêje:

“Dananî Civatî Balay Zimanî Kurdî le Herêmî Kurdistan da le diyalêktekanî zimanî kurdî parçekanî Kurdistan û kurdanî dîaspora, ke le 20 endam pêkhatibê û her çwar sal wezaretî karûbarekanî û serbexoyî xoy hebêt. Em be hawkarî rastexoy zankokanî Kurdistan û Ekadimiyayî Kurdî û Enstîotekanî Zimanê Kurdî pêk bêt”.

Qasî ku min jê fêm kir, divê Civata Bilind a Zimanê Kurdî bê danîn lê ez tênegihiştim ew dezgeh çima xwedî wezaret be. “Her çwar sal wezaretî karûbarekanî û serbixoyî xoy hebêt”, wateya vê hevokê çiye? Wek me dît xala yekem bêmane bû, xala duyem ajaweyek e li hizrê, tevî rênivîseke gelekî çewt.

Ez wê çendê jî fêm nakim Akademiya Kurdî çima beşdarî danîna wê civatê bibe. Piştî danîna Civata Zimên êdî Akademî dê çi karî bike?

Matmayîn û ecêbeke din, dibêje, “Danînî Civatî Balay Zimanî Kurdî le herêmî Kurdistan da le diyalêktekanî zimanî kurdî parçekanî Kurdistan bo kurdanî dîaspora.”

Hey bê agah, diyalektîkên zimanê kurdî li gorî beşên Kurdistanê nîne. Li beşê Kurdistana Iraqê, herçar diyalektên kurdî hene, “kurmanciya jorîn û jêrîn, goranî û kelhurî.” Kurdistana Îranê jî her çar diyalekt hene. Li bakur kurmanciya jorîn û zazakî heye ku zazakî jî bi goranî hisêb e. Kurdên Sûriyeyê gişt bi kurmanciya jorîn diaxivin. Yanê li wir yek diyalekt heye. Ji bilî wê çendê kurdên hinderan (li derveyî Kurdistanê) “ bi gotina konferansê dîaspora” kî ne? Tu behsa diyalektê dikî yan şarezayî ye?

Ev e “ ga bi gun nasîn” û erkspardin bi kesên ku qet hay ji zimanê kurdî nînin, tenê hilgirê dîplomaya bilind in. Mamostayên zimanê kurdî yên li zanîngehên Kurdistanê eger nebêjim hemû, piraniya wan nikarin rûpelek bi kurdiyeke rewan û bêşaşî binivîsin, ji bilî wê çendê jî tenê zaraveyek dizanin ji çar zaraveyên sereke û ji wê zaraveyê jî tenê devoka navçeya xwe dizanin. Ji xemxwarên zimanê kurdî yên di nav mamostayan de ez kesî nas dikim, Awerehmanî Hacî Marif ku koça dawîn kir û yê din jî Urya Omer Emîn e ku take pisporê zimanê kurdî ye di nav mamostayan de. Wezaret 9 meh projeya zimanê kurdî li ber dest be û Doktor Urya ji bîr kiribe, ev tenê bi rihê bavik lîstin e. Ez rastî bêjim ev konferasn bi van kêmasiyên xwe ve, diyar e karê neh rojan e ne ku neh mehan. Kek Ferhad Şakelî ku yek ji şareza û pisporên zimanê kurdî ye, piştî konferansê nameyek ji min re şandiye û tê de tenê sê nîşaneya pirsê danîbû. Kek Ferhad ji min bibore, bê destûra te min naveroka nameya te weşand, armanca min pêşandana xemxwariya kek Ferhad û kesên din e ku ji ber vî karî gelekî êşiyan. Êdî Doktor Cemal Nebez ? Kanê gotina wî di konferansa zimanê kurdî de, eger bi nameyekê jî be?

Kê di sedsela bîstê de zimanê kurdî ji jinavçûnê rizgar kir û pere pê da (pêş ve bir)? Reng e tu bêjî sedan û hezaran. Ez jî dibêjim wiha ye û gelek kes li pişt parastina vî zimanî bûne lê evên ku li pêş in, kêm bûn: Elaedîn Secadî, Hejar, Hêmin, Mela Şukur, Mesûd Mihemed, Şêx Mihemedî Xal, Hacî Cindî, Emînê Ebdal, Mela Ebdulkerîmî Muderîsî, Hesenî Kizilcî, Mela Cemîl Rojbeyanî, Husên Huznî û Qadir Fetahî Qazî. Kîjan ji wana belgename hebû di zimên de. Ez ne li dijî belgenameyan im û min bi şanaziyê ve behsa doktor Urya û doktor Awerehman kir lê belgenamedar Mem û Zînê Xanî nexwendiye û Şîrîn û Xusrewî Xanayî Qubadî nexwendiye. Ez bawer nakim yek ji wana risteyek ji zaraveya kelhurî bizane, eger ser bi wê zaraveyê nebe. Nabe ga bi gun bê nasîn. Nabe em çarenivîsa zimanê kurdî bidin destê kesekî ku nizane kurdiyeke paraw binivîsîne.

Ka em bên ser xala sêyê. Xala sêyê dibêje: “Pêşniyazî ewe dikeyn ke hikumetî herêmî Kurdistan asankarî û pişgirî bikat bo dananî ferhengêkî kurdî-kurdî be herdû elifubêy erebî û latînî wişe û zarawey hemû diyalêktekan lexo bigrêt”.

Ez ji destpêkê ve dibêjim, ez destkarî di bêserûberiya rênivîsa di deqa raspardeyan de nakim, tenê behsa naveroka wê dikim Eger ez behsa rênivîsê bikim, kitêbeke temam civê. Ka em pirsek li ser vê xalê bikin: Çima hikûmeta herêmê piştgirî li danîna ferhengeke zimanê kurdî bike? Hikûmet kî ye? Gelo akademî û zanîngehên Kurdistanê hikûmet nînin? Çima ew bi xwe bi wî karî ranabin? Eger armanc terxaneya pare be bo pêkanîna wî karî, di çi dezgeheke hikûmeta herêmê de pirsa nebûna pere nîne, pere li herderê heye.

Ferhenga zimên hikûmet navê, bi xemxwarî û dilsoziya take kesî yan desteyek tê danîn. Berî salek yan du salan, Zanîngeha Kurdistanê li Sineyê ferhengeke zimanê kurdî danî ku karekî gelekî hêja bû. Serokatiya desteyê Macid Rohanî kir û bi piştgiriya Zanistgeha Sineyê bi wî karî rabû. Gelo cihê matmayînê nîne ku di Komra Îslamî ya Îranê de kar bo zimanê kurdî baştir hatibe kirin.

Xala çarê ji hemûyan zêdetir cihê pirsê ye. Dibêje: “Herdu elfubêyî kurdî le bwarekanî zaniest û perwerde û roşinbîrî û ragehandin da be kar bihênrêt ta rênûsêkî kurdî yekgirtû pyade dekrêt.” Ev deqa xala çarê ye ku daxwaza bikaranîna du elifbêyan dike bo zimanê kurdî li Herêma Kurdistanê. Di xalên şeşê û dehê de jî daxwaza bikaranîna du elifbêyan tê dupatkirin. Carekê dibêje “elfabê” û carekê jî dibêje “elfubê”, êdî tevlihevî, bêserûberî û ajawe ye.

Du elifbê bo çiye? Gelo armanc jê ew e ku em êdî êdî ber bi elifbêya latînî ve biçin? Eger armanc ew e, çima wiha bi nihênî? Bi ya min, xala bingehîn a di armancên wê konferansê de tenê ew bû. Lê gelo em çima elifbêya xwe bikin latînî yan latînî bi kar bînin li ba elifbêya erebî? Elifbê nîşane nîne bo pêşkeftina civakekê û rêxweşker jî nîne bo guherîna civakî. Japonya, Çîn û Korya çi arîşeyek digel elifbêya xwe nîne. Yewnan bi elifbêya cuda çûye nav Yekîtiya Ewropayê ku piraniya welatên wê yekîtiyê elifbêya latînî bi kar tînin. Keçî ji aliyekî din ve, Tirkiye bi elifbêya xwe ya latînî bo wê yekîtiyê nehatiye wergirtin. Osmanî di mêjûya gelên îslamî de mezintîrn kelepûr heye ku di zêdetirî 600 salan de berhev bûye û niha ji ber guherîna elifbêyê, Tirkiye nikare sûdê ji wê kelepûrê werbigire. Bi ya min AKPê ku niha li ser desthilatê ye, piştî çend salan dê curek ji cureyan, elifbêya erebî vegerîna pal elifbêya latînî. Pêşkeftina gelan bi elifbêyê nîne, bi fêrbûna zinist û pêşewerî û mandûbûnnenasîn e. Kêmasî û nerêkûpêkiya elifbêya erebî çiye? eger şî’rên Nalî û Hacî û Melayê Cizîrî bi latînî bên nivîsandin dê çi çêja wan bimîne yan Quran dê çawa bê xwendin? Eger min pêşniyara bikaranîna elifbêya latînî bikaraya, yekîtiya melayan û komîsyona diyanetê dê nerazîbûneke mezin derbirîbûna. Lê niha xwe ker kirine.

Rasparde dibêje bila hedu elifbê bên bi kar anîn ta paşî biryar li ser yek ji wana tê dayîn. Baş e çima niha biryar neyê dayîn, ziman dê çawa bi du elifbêyan bê nivîsandin? Mamosta eger bi rastî mamosta be, dê çawa van gotinan bike, eger mesele bi rihê bav lîstin nebe. Civaka Kurdistan û hikûmeta Herêmê Kurdistanê hezar û yek arîşe heye ku çaverêya biryar û şarezayan e bo çareserkirinê. Di vê civakê de arîşeyên girîngtir hene di vê civakê de ku divê bilez bên çareserkirin û li şûna ku wan çareser bikin, tên hindek arîşeyên din dixin pal wan arîşeyan.

Tiştê ku ji hertiştî zêdetir kenê mirov tîne ew e ku dibêje bila du elifbê bên bikaranîna ta paşî rênivîseke yekgirtî bê piyadekirin. Rênivîs li ku û elifbê li ku? Kako rênivîs awayê nivîsîna peyvê ye û piçekî jî têkilî bi dariştinê re heye, elifbê tiştekî din e. Ey xwedê ka li vê nezanînê binêre!. Şa’îr gotiye, “Merheba ey cehil û wehşet.”

Xalên din yên raspardeyan ewqas bemane ne ku eger ez lêkolîna li ser hemûyan bikim, dê bibe sedema xwelîliserî û serêşiyê û mm salekê li ser biaxivin, naqedînin. Lewra ez dest ji wana berdidim û ez wan hewaleyê mêjûyê dikim belku mêjû wê konferansê û kesên ku Kurdistanê bi nezanîna xwe wêran dikin, bixe şûnê xwe yê hêja.

Di xala 13ê de tê gotin ew konferansa “zanistî” maşella maşella, bibe adeteke salane li Kurdistanê. Kako te daxwaza danîna Civata Bilind a Zimanê Kurd kir ku serbixwe be, êdî konferansa “zanistî” bo çiye? Zimanê kurdî piknîk û bindarok nîne mirov heroj bi gerelawêjiyê, wext pê bikuje. Zimanê kurdî di mêjûya tije westan û karesat de girîngtirîn tiştê ku ji kurdan re maye ye.

Yan di xala 13ê de dibêje: “Konfiransî zinistî zimanî kurdî xwaziyar e ke konfransî Yeketî Neteweyî Kurdistan pêk bêt.” Konfiransî Yeketiya Neteweyî çi ye gelo? Gelo dê çi têkiliya wê yekîtiyê bi zimanê kurdî re hebe? Te di xala duyê de daxwaz kiribû ji kurdên herçar beşan “Civata Zimanê Kurdî” pêk bê. Dest xweş be bo wê daxwazê, diviya Kora Zanyar “Ekademiya Niha” bi vî karî rabûbûya û xwe jê bi paş da.

Bi ya min gendelî tenê lêdan û bi telanbirina serwet û samanê giştî nîne. Gendeliya herî mezin “bi pêxwesî ketine nav” e ku di hemû warên jiyanê de li Kurdistanê rojane tê kirin. Zimanê kurdî ji madeya 140ê û ji hemû tiştên kurdan pîroztir e û nabe rê bi hin kesan bê dayîn ku bên pê bilîzin. Ez bi rêya vê nivîsînê daxwaz ji serokê birêz yê Herêma Kurdistanê dikim rê li ber karên bi vî rengî bigire ku pîrozgirîn pirsa me bixin jêr pê. Ji wan re bêje, “Eger hûn nikarin başî bikin, tîkaya xiraptir nekin.”

Pirporiya di zimên de têkilî bi xwendina bilind û belgenameyan re nîne û ten bi wan re jî bend nîne. Eger wiha nîne êdî ev arîşeyên zimanê kurdî û ew jî xwediyên belgenameyên bilind, ka biçûktirîn gavên we yên bo vê armanê? Hinceta berê dujmin bû ku rê nedida, niha dujmin li Kurdistanê nîne. Em rastiyê jî bêjin, baştirîn karên zanistî yên bo zimanê kurdî yên ku di serdama Beasê de hatine kirin in yan ferhenga bê wêne ya Macid Rohanî û hevalên wî yên ya di Zanîngeha Sineyê de.

Kurd dibêjin, “biyanûy tirr nanî co ye”, bihane û hinceta van jî nebûna dezgeh û kêmiya pare ye. Di wan raspardeyên wê konferansa hîç û pûç de, sertapê daxwaz e ji hikûmetê bo “ danîna wezaret, civata bilind û kor û konferansa salane û xwar salane û projên cur bi cur” ku goya tiştek nehatiye kirin, terxaneya darayî û awirlêdana hikûmeta herêmê kêm bûye. Ev hinceteke gelekî bêcih e. Zimanê kurdî pêdivî bi karê zanistane û hêmin û qonax bi qonax heye ne ku gerelawije (lawijgerandin, wek îdyom hatiye bi kar anîn bo karê betalî) û konfirans û parexerckirin. Kar, karekî aşiqane ye û pêdivî bi pare nîne.

Di di zincîrenivîsa xwe ya bi navê “Mala zimanê me yên wêran” de çend xal xistine rû û vaye ez li vir bi kurdî bi wer wan de diçim:

1. Elifbê di nav kurdên Tirkiye û Sûriyeyê de latînî ye û ew bi xwe li ser rahatin(hînbûn) e. Kurdên Sûriyeyê elifbêya erebî jî dizanin û wan çi kêşe nîne. Kurdên Iraqê û Îranê elifbêya erebî bi kar tînin. Bila vê gave ev rewş wiha be, ji ber ku me arîşeyên mezintir hene. Em niha vê arîşeyê bînin rojevê, emê rê li ber çareseriya arîşeyên pêşvetir bigirin.

2. Çar zaraveyên me yên sereke hene, kurmanciya jorîn, jêrîn, goranî û kelhurî. Herduyên destpêkê yên sereke ne. Goranî û kelhurî çi ji aliyê hişyariya neteweyî be û çi ji aliyê kulturî ve be, xwe dane destê kurmanciya jêrîn, herçende zaraveya goranî dewlemendtirîn zaraveyê kurdî ye ji aliyê piraniya peyvan ve. Destê wan xweş be bo vê xwebidestvedanê û mêjû vê çendê bilind hildisengîne. Dimîne herdu kurmancî ku divê kar bê kirin ku nêzî hev bibin.

3. Di karê lêknêzîkbûnê de me pêdivî bi nexşerê heye. Min di vê zincîregotarê de pêştir daxwaz kiriye, şêwazê kesnenas “مبنی للمجهول” kurmanciya jêrîn bê piştguhxistin. Bo nimûne dibêje: Pişgiwê xira, helweşêndrayewe, birdra, kirdra. Kurmanciya jorîn gelekî sivik û hêsan e, resentir e jî, hate piştgwêxistin, hate hilweşandinewe, hate birdin û hate kirdin.

4. Şardinewe û kirdinewe û xwardinewe û dozînewe û ciyabûnewe û hwd. Paşgirê “ewe” yê di kurmanciya jêrîn di kurmanciya jorîn de tê pêş û dibe “ve”. Hemû peyvên li jorê dibin: weşandin, wekirdin, wexwardin, wedozîn û ciyabûn. Di hindek navçeyên kurmanciya jêrîn de jî ev “ewe” tê pêş. Hilbijartina vî awayî baştir e bo nêzîkbûna herdu zaraveyan. Bi ya min ji ber ku kurmanciya jêrîn zêdetir pêş ketiye û kurdên başûr arîşeya zimanzanîn kêm e, divê kurmanciya jêrîn gelekî hewl bide, nêzîkî kurmanciya jorîn bibe û jê re jî gelekî ‘tenazûlatê’ bike.

5. Li şûna ku em binivîsin: geyiştote, çote û bote, divê em binivîsin; geyiştûete, çûete, bûete. Nabê em binivîsin bibû divê binivîsin bûbû. Li şûna ku bêjin “geyiştûe be çî” ,” birdûe be asman da” ,” çûe be nav da” divê em binivîsin “ geyiştûete çî”, “ birdûete asman”, “çûete nax”. Me sedan gavên bi vî rengî divê ta herdu kurmanciyan nêzîkî hev bikin.

6. Peyvên hevbeş û nehiştina pirzaraveyî di zimanê ragihandin, xwendin û kargêrî de. Kurdî peyvên hevbeş gelek in lê bi bikaranîna wan bi firehî di warên ku min behs kir de dê serî li mirovê kurd bişêwîne. Mîlyonan kurd hene zimanê zimanê xwe piçekî dizanin lewra bikaranîna zimanekî hêsan û têgihiştina wê hêsan, dê berê wan bide kurdî. Bêguman bila ew peyv di edeb, şî’r û lêkolînan de bên bikaranîn, warên bi vî rengî warên kurteber in lê warên ragihandin, karbarê resmî û xwendin divê gelekî hêsan û bêgirê bin.

7. Bikaranîna awayê pirjimariyê “eyl, yel, êl” ya di zaraveyê kelhurî de, di nivîsînê de, ji ber ku ji awayên pirjimariyê yên herdu kurmanciyan hêsantir e. Wek hûn dibînin ez di nivîsên xwe de bi bê arîşe dinivîsim, “ biwareyl, rasparedeyl, wezîreyl, kureyl, mindaleyl” û min çi kêşe nîne. Karê bo zimanê yekgirtiya kurdî, westan û fêrbûna tiştên nû divê, sazbûna mirov divê bo wergirtina tiştê nû. Ev gerelawijey piknîk û seyrana biharan nîne.

Min zêdetirî 30 gav destnîşan kirine bo zimanê hevbeş a kurdî û min di maweya borî de tenê 3 beşên sade ragihandibûn û min di AKnewsê de jî xistin pratîkê. Ew konferansa ku bi ser da hat, ez gelekî xembar kirim. Ji bo ku piştî wê kabûsê, bêhna xwe vedim û bêm ser xwe, min maweyeke dirêj divê. Min biborin ku ez dest ji vê zincîregotarê berdidim, ez nizanim heta kêngî. Hûnê ji vê geşta xwe ya bo nav zimanê resmî yê kurdî bêbeş bibin ku obala wê jî di stûyê wezareta kulturî de ye.
(AKnews)
Top