• Wednesday, 15 May 2024
logo

Sibehên hêrsa te..

Sibehên hêrsa te..
Diyarî hemî hevalên min ên Fêsbûkê yên ku rojbûna min pîroz kirin!


Derengî şevê,

Hûn, bi pîrozbahiyên xwe

56 komkujiyên reşekuj di şaneyên min de,

56 xewnên serjêkirî di dergûşa dilê min de,

56 qulingên koçber di esmanê bîra min de,

56 rûbarên sor di damarên demê de, diteqînin..

Derengî şevê,

Di nav destê we de gula bê gulistan im

Li ser lêvên we helbesta bê kurdistan im

Û di hestên we de jî, zimanekî bê dibistan im

Derengî şevê,

56 kulîlkên rengîn ji deşt û çiyayên welatê xwe berhev dikim

Û yeko yeko radestî germahiya dilê we dikim..

Û li ser keviya demsalan, bi dizî diherikim,

Bi kurtepistî ji we re dibêjim:

Ji we hez dikim..



vê sibehê,

tu odeya min bi bîna sevan dadigirî,

ez jî dîwarên xewna xwe bi peyvên te yên ronak dixemilînim,

pencereyê vedikim, ewrên te derbasî dilê min dibin,

pencereyê digirim, ewrên te di dilê min de dimînin,

rengên te vedixwim,

xwe bi tiliyên te ve girêdidim,

salan bi ser gerdena te de diguvêşim,

sal diçin, tu dimînî,

ez jî

vê sibehê,

xewna xwe bi bîna sêvên te radipêçim

û bi ewran re

ji ber çavên te wenda dibim..


Vê sibehê,

Di berbanga Şirnexê de,

kevokên min, bi teşiyên xwînê, ewrên xemgîn ên dîrokê dirêsan..

Qebqeba kewên birîndar,

nehwirîna gelawêjên ji xweliyê,

navmîşanên komkujiyên bênavber,

kûviyên ku ji qedera xwe direvin,

çavkaniyên ku di xewnan de zuha dibin,

reşekonên ku nema miriyên xwe nasdikin,

ez û tu,

Şirnex û pasvanên xwe,

em hemî li hevûdû digerin,

em hemî li rûpelên sor ên berbangê digerin..


Vê sibehê,
Çîrokbêjên taristana te xatir ji dengên xwe yên birîndar dixwazin,
Darbestên te di pencereyên berbangê de li ba dibin,
Di gurmîna ronahiyê de, xewnên xwe,
xwînên xwe, xemên xwe, xwedawendên xwe, xewrevînên xwe,
xweşmêr û xeyalên xwe vedişêrin..
Çiya, li asoyên gulebarana xwe dinêre,
Çiya, çîroka şaristaniya derewîn dixwîne,
Çiya, zarokên xwe yên kuştî diavêje ser milên xwe,
Di bahoza sînoran de li dara pêximberan digere..
Rondikên dayika min paqij dike
Li berbangê dinêre û xwe bi ser min de dikuje...
Vê subehê,
Çiya, agir bi hêlîna dilê min dixîne...

London: 02. 01. 2012
Top