• Tuesday, 14 May 2024
logo

Sibehên dara tûyê

Sibehên dara tûyê
Vê sibehê,

Min dixwest nameyekê bi qasî birîna xwe kûr ji te re binivîsînim,

Min dixwest te di dergûşa dilê xwe de bi tîrêjên bêrîkirinê bilorînim,

Min dixwest çîrokên xwe yên kevnar li ser lêvên te biçînim,

Min dixwest tu yara min bî,

Ez jî,

Mirinê ji ber çavên te birevînim..

Min dixwest tu hebî, bila ez nebim,

Min dixwest tu gul bî û ez jî xwîna demsalên te bim...





Vê sibehê,

Di çavên te de, dayika xwe ya li bin dara tûyê rûniştî, dibînim..

Li ser zimanê te, navê welatekî, bi ava şekir dinivîsînim..

Li ser sînga teya ji kavilan bi sedan goristanên nenas radizînim..

Vê sibehê,

Di xilwetxaneya dilê te de, bi tena serê xwe, di seqema êgir de dimînim..



Vê şevê,

Di labîrênta evîna te de, li ronaktirîn wateyên mirina xwe digerim..

Nave te yê ji leylanê nayê guhertin,

Mohra te ya mêrkuj jî, hergav ji ferhenga xwînê ye,

Tembînameya te jî aniha bi hibra êşê dinivîsînim…

Vê şevê dixwazim bibim mîratgirê xewna te,

Dixwazim bibim welatê te

Welatê te yê bê sîber,

yê bê ziman

û yê bê gazin,

Dixwazim di çemê axîna te de hetahetayê avjeniyê bikim,

Dixwazim di dîwarê eşqa te de kevirek bim

Û di deryaya axîna te de pêleke jibîrbûyî bim...

Vê şevê,

Di nav pencên sirûda te de,

Guliyên êgir im

Guregur im, bi qasî dîroka qederê nifir im...



Vê sibehê,

Bi te re dipeyivim lê nizanim çi ji te re dibêjim?

Gav bi gav,

Bajar bi bajar,

Kolan bi kolan

li pey te dibezim lê nizanim bi ku ve diçim?

di çavên min de daristanên te dişewitin,

Pinpinîkên dilê te di bagerê de diqîrin,

Destmala te ya spî di nav destê min de sor dibe,

Di hişê min de hespên bêzariya te dilerizin,

Di gulistana kenê te de sorguleke sêwî me..

Ma tu min bi ku ve dibî hey pêla êşê!?

Vê sibehê,

Tu dergehê rastiyê di rûyê min de digirî,

Tu çirayên hêviyê divemirînî,

Tu di sînga min de,

hemî ferhengên xwe

bi zimanê xwînê diteqînî..



London

23. 01. 2012
Top