• Tuesday, 14 May 2024
logo

Qoricî

Qoricî
Min nedixwest vê sernivîsê hilbijêrim.

Lê vê navê li te kirinê, bi vê navê tu têyî bangkirin li bakûrê kurdistanê, navê te ev e.

Quricî, yanê notirvanê berjewendiyên dewleta dagirkerên tirk ên li kurdistanê.

Hêzên çete yên ku rê û rêç nîşanê dewleta xwînxwar a tirk dide, li pêşiya wan rê vedike û bi deh hezaran hêz û leşkerên taybet, bi çekên giran diçe ser çend şervanên azadiyê.

Çi bi nezanî, çi bi zanîn cerdewanên mal û milk, namûs, gund û zeviyan cîranên xwe, birayên xwe.

Çi ji ber lîstik û xapînokên dewleta tirk, çi ji ber kêmasî û şaşîtiyên PKK (ku vana belkî ji sedî 10 in) çekhildêr, xulam û nokerê dewleta dagirker.

Yanê kûjerê birayê xwe, yanê cehş! Bes, êdî li xwe vegere!

Dest ji alikariya dijmin berde, neçe hewara wî.

Hêz nede hêza wî ya jihevketî. Moralê nede bêmoraliya wî.

Rûmeta xwe, qîmet û kesayeta xwe ji bo çend quriş pere navêje bin lingên neyarên xwe.

Destûrê nede ku dijmin ar û namûsa te, çand û toreya te di bin lingan da pêpes bike.

Dest ji çekan vekişîne, tetîkên wan bişikîne bihere bavêje berderê qereqolên dagirkeran.

Yan jî qûç bike bişewitîne.

Belê, ew dewleta ku ji bilî şer û xwînrijandinê ti tiştekî nas nake bêguman dê bi ser te da were. Metirse!

Ma tu çêtir î, ji wan zarên xwe yên ku bedenên wan bi destên hinekirî paremparçe bûn li Roboskiyê?

Ma tu çêtir î, ji cîranên xwe, ji birayên xwe yên ku ev bi salan e dinalin, diqêrin, li berxwe didin û serhildidin li dijê zulm, neheqî û bêbextiya dagirkeriyê.

Dest ji çekên dagirkeran vekişîne here hewara birayên xwe. Neçî jî, alîkariya dijmin meke. Belkî tu bikarî bi serbilindî li rûyê jin û zarên xwe binihêrî.

Wê werîsa we ya ku berê bi sîh salan we ez bi girêyên ko girêdabûm û radestê dijmin kiribûm, ti car ji bîr nakim.

Ew girêyên ko, ku rehên wan ji dîrokê tên û xwe digihînin îroj.

Min we bexişandin. Nezaniya we, bêçaretiya we ya li hember dijmin.

Lêbelê wîjdan û bîra civak û miletan kûr e, zûbizû nabexişîne.

Ji bo bexş û rûmetê dest ji cerdewaniyê berde!

Azadkirina miletan ne hêsan e. Di hemû herêmên jiyanê da aqil û têkoşîn divê.

Di têkoşîna azadiya her miletê da çend îxanet, çend rûreşî derketine.

Lê ne mîna yên me dûr û kûr û pir.

Dema we ez girtim (1983), hejmara we 3-4 hezarek bû. Niha çiqas e nizanim.

Wextekî dihat gotin ku hejmara we gihîştiye sed hezarî.

Yanê bi ordiyan qoricî li gel ordiyên dagirker. Ev ji bo miletekî ne rewşeke asayî ye.

Ne encameke pejirbar e, ku were pejirandin û bi vê birînê bête jiyîn.

Birîn tu yî, xwe bikewîne!

Cîhan diguhere. Bêguman Kurd û Kurdistan jî.

Çar dewletên dagirker ên Kurdistanê êdî nikarin li ser Kurdistanê mîna berê li hev bikin.

Qeyd û zîncîrên ku em pê hatine girêdan diqetin, nîr dişikê.

Heke em hêzê nedinê wê qeyd û heleqên wan zincîr û nîran ti car negihîjin hev.

Kurdistan dê ji koletiyê jî, ji birîn, êş û azarên xwe jî azad bibe.

Van guherînan bibîne, hewar û gazîyên kûr ên Roboskiyê bibîhîze û zûtirîn dem dest ji çekên dagirkeran vekişîne!

Guh mede çend qelemşorên ku ji sibeyê heta êvarê, di rojname û têlevîzyonan da bi pesn û senayê hukumeta tirk va mijûl in û jiyê wî yê dagirkeriyê ku li ber mirinê ye, dirêj dikin.

Qelemên destên wan ji çekên destên we metirsîtir in, ji bo çend berjewendiyên biçûk.
Top