• Tuesday, 14 May 2024
logo

Cehlistana Îslamî

Cehlistana Îslamî
Li Mexribê (Fas) hat, li Tûnisê hat, li Lîbya hat, li Cezayirê li sala 1991ê ve hatiye lê rê lê hatiye girtin. Li Misrê hat, li Sûdanê jî ji zû ve hatiye. Welatên kendamê, îslamî ne, li Tirkiye û Îranê hatine û naçin jî. Li beşa şîe ya Iraqê hatiye, li beşa sunnî jî hatiye. Li Sûriye û Urdunê jî bi rê ve ye, li Libnanê serdest e, tenê li Kurdistana me ya biçûk maye ew jî dê were.

Partiyên îslamî, wek nivîskar Newal Seidawî jî dibêje, bi fêl û hîleyan di hilbijartinan de ser dikevin, ji ber ku heke wisa nekin, nikarin bi wî mêjiyê xwe yê nikare di vê çaxa pêşketî de, desthilatê bixin destê xwe.

Bikaranîna ayînê di hilbijartinan de, fêl û hîlekirina li xelkê ye. Xwedê li gel kê be ew di hilbijartinan de ser dikeve, bi taybet li Kurdistana me de ku partiya netewî ya kurdî ku qaşo “laîk” e, gelek kar bo “xwedê” dike û zemîneyek baş çêkiriye bo ku desthilatê ji destê xwe bide. Hikûmet pê re nagihê mele û bangderan îstixdam bike, radiyo û televîzyonên navxweyî cihê wê ye ku mele tê de rê nîşanî civaka kurdî bide. Ez rastiyê bêjim te; civaka kurdî di warê aborî de gelek têrtir û tijîtir e civakên welatên îslamî dijî, heke wisa neba, desthilata Kurdistanê nedikarî pêşiya serhildana gel bigire. Tenê arîşeyek aborî wek “qutkirina bûdceyê ji aliyê Bexdayê” ve yan her tengaviyeke wiha dê bibe sedema rabûna pêla qulubandina texê desthilatdariyê. Partiya netewî ya kurdî, bixwe, rêya hatina îslama siyasî xweş dike.

Bêguman, piraniya endamên partiyên desthilatdar yan hêzên çekdarên wan, di rojên wiha de, “aktîf” nînin, bi taybet heke dengê rabûnê “dengê mêrxasê ayînî” be. 90% endamên Partî (PDK) îmandar in, Yekitî (YNK) hinekî ji vê kêmtir e. Hikûmet bi zehmet dikare geştên hec û umre rê bixe. Helbet pirsgirêk ev nîne ku xelk nimêj bikin yan rojî bigirin, lê arîşe ev e ku ev karên han dikeve xizmeta partiyên îslamî, ji ber ku partiyên îslamî nîşan didin ku partiyên xwedê ne. Guhertina desthilata Kurdistanê û hatina hêzên îslamî jî, tenê guhertina topka serî ye, ji ber ku pêkhateya partiyê “ne bayê dibîne ne jî baranê”. Piraniya rewşenbîran jî li pey derfetê ne. Ez bawer nakin, yên ku rastî tengav dibin, ji hejmara tiliyên destan zêdetir bin.

Ez vekirî bêjim, bo min girîng nîne kesê ku li ser textê hikum rûniştiye, nêrîna wî ya siyasî çiye, girîng ew e ku serdemî (modern) be, qanûn û sîstema serdemî dayne û jiyanê pêşve bibe û civaka Kurdistanê, di hemû waran de, bigihîne civakên cîhanê, bêguman partiyên îslamî vê yekê nakin. Beriya her tiştî, qanûna partiyên îslamî, şerîet e k used û heştî pileyan dijî pêşverotiyê ye. partiyên îslamî, partiyên îdeolojiyê ne û dîrokê jî nîşan daye ku “partiya îdeolojîk” bêtune ye.

Dema kadroyên herî baş yên partiyên îslamî beşdarî bernameyên televîzyonî dibin, hêz û asta hizrên wan, ji yên cotkar û gundiyekî zêdetir nîne, tenê rewşenbîriyekî wî/wê ya sade ya ayînî heye.

Mînak; şeva îniya borî, li televîzyona Speda, Mewlûd Bawe Mirad, saetekî li ser siyasetê axivî, lê bixwe jî nizanîbû çi dibêje. Ev, yê herî baş e ku alfabeya siyasetî jî nizane. Di piraniya wan bernameyan de, Partî û Yekitî wek partiyên îdeolojîk didan naskirin û Yekgirtû (YÎK) jî wek partiyeke “reformîstê siyasî” û dûr ji îdeolojî dihat binavkirin.

Kurdistan gelekî vegeriyaye paş, ji ber ku xort û ciwanên salên heftê û heştê, ji yên niha baştir siyaset fêm dikirin. Rast e, Bawe Mirad, nezaniya xwe li bara siyasetê nîşan dida, lê siyaseta gêjkirin û rêderxistina xelkê, bingeha hizra aliyên îslamî ye.

Partiyên desthilat, Partî û Yekitî, partiyên îdeolojîk nînin. Hinek caran, rêvebirên Yekitiyê ketina nav tiştên wiha, lê Partî qet nebûye partiyek îdeolojîk, ji ber ku Partî, ji destpêkê ve, partiya bernameya siyasî bûye.
Partî tenê du caran ber bi çepgiriyê ve çûye; li kongreya 1959ê û ya din jî li kongreya 1979ê. Helbet ev jî wek moda wê demê bûye, nek wek bernameya kar.

Yekitî, tu caran nebûye partiyeke îdeolojîk. Hinek endamên vê partiyê, car caran çûne aliyê maoîzm û marksîzmê, lê tu carî nebûye hizra giştî ya partiyê. Ew jî li sala 1964ê ku wê demê ji Partiyê cihê bûbû. Yekitî jî wek Partiyê, car car wek moda çûye aliyê hizra çepgiriyê, lê pir kêm di pratîkê de pêk aniye. Îro Partî û Yekitî tu bernameyeke wan a bîrî (îdeolojîk) tune, tenê partiyên îslamî li ser hizra ayînî û îdeolojîk yan “şerîetê” ne. Partiya netewî ya kurdî, li gorî bayê demê tevgeriyaye.

Mewlûd, digot, parlamento cihê partîgeriyê ye lê hikûmet na. Ev jî yanê nezaniyeke herî kûr. Hikûmet yanê rêvebirina welat û civakê li gorî hizr û siyaseta partiya desthilatdar, yanê girêdana têkilî digel cîhana derve li gorî siyaseta wê partiyê. Ez berovajî Bawe Mirad difikirim, ji ber ku li gorî min, divê parlamento nebe cihê partîgeriyê ji ber ku li wir qanûn derdikeve û divê rengê partîgeriyê li ser kêm be û qanûna divê serdemî be û li gorî pêwîstiyên civaka nû ve pêşve biçe. Karê ku lîsteya dijbere, par li parlamentoya Kurdistanê de kir, wek şerê klasîk û kevn ê partiyên kurdî bû ne karê normal ê parlamenteran.

Mewlûd, kêşeyek wî hebû nedizanî çawa behsa wê bike. Di nav partiyên îslamî de rewşenbîrên serdemî tune, mohra ayînî bi wan ve ye û zêdetir dişibin şivanan. Kêşeya Mewlûd rast e û ez jî pişta wî digirim, divê li Kurdistanê, hikûmet û dewlet li hev cihê bin. Dewlet mafên hemû welatiyan wek hev dibîne û welatî li hember qanûnê wekhev in. Di rewşa niha de, birastî Kurdistan bêdewlet e. dewlet bo herkesî ye lê hikûmet ji aliyê partiya ku di hilbijartinê de ser ketiye hatiye avakirin. Her wek çawa av, elektrîk bêferq û cudatî bo herkesî tê dayîn, diviya xelk bêyî ku cudahiya fikrî bihata dîtin, ji aliyê dewletê ve bihatana îstixdamkirin. Di vî warî de, mafê Mewlûd yê giliyan heye û giliya mezin li rayedaran ev e ku dewlet û desthilatê (hikûmet) têkel dikin. Lê, gelo Yekgirtûya Bawe Mirad, heke carekî hat ser hikum, dê bikar vê aloziyê çareser bike? Nêzîkî 20 salan beriya niha, Îxwanî Mislumîn û alîgirên wê li Misrê, bi zora şerîetê, jin û mêr li hev didan berdan. Li Hewlêrê jî, tîzab (asîd) dixistin nav rehêma keçên xwendekar.

Mewlûd, digot, rica dikim gotinên min şaş fêm nekin. Ev tiştekî baş e, dest xoş, ez te şaş fêm nakim. Tu dizanî heke azadiya ramanê li Kurdistanê hebe, helbet niha nîv-azadiyek heye, îslama siyasî, dê bi rêya mizgeft û televîzyonê, bibe desthilat, azadiya ku heye jî dê jinav biçe. Kurdistanê dê bibe zîndaneke siyasî bo kurdan. Kurdistan bixwe bi sedan sal e di zîndana zaliman de dinale, vêca heke îslama siyasî bibe desthilat, Kurdistanê dê bikeve zîndanek din jî û hemû azadî ji mirovê kurd tê standin. Yanê zîndan di nav zîndanê de û hemû jî Cehlistan e.

AKnews
Top