• Tuesday, 14 May 2024
logo

Bedran Hebîb: "Silêmanî ew bajar e ku her nerêteke nû jê dest pêdike"

Bedran Hebîb:
Di hevpeyvînekê de digel kovara Kewane de birêveberê Dezgeha Aras û Ajansa AKnewsê Bedran Ehmed Hebîb behsa sedem û armancên şoreşên erebî û paşketina îslama siyasî di şanoya bûyeran de dike. Her wiha behsa bûyerên 17ê sibatê û sedema mana xwepêşandanan li sinorê Silêmaniyê dike.

*Kewane: Gelo sedemên li paş serhildana wan şoreşan çi ne ku bi Bihara Erebî hatine binavkirin?

- Bedran Hebîb: Sedema serekî ya teqîna wan şoreşan nebûna sîstemê li wan welatan e. Grûpek ji demeke dûr û dirêj ve desthilat bi dest de ye, ne hilbijartineke rasteqîne heye, ne pevguhartina desthilatê, ne azadiya hizirkirinê, ne bernameya başkirina jiyarê û ne tiştekî din ê serdemiyane heye. Bi rastî ew sîstema paşketî ku bi xwe “bêsîstemî ye” nikare bi vê serdemê re delîveyekê ji xwe re bibîne, her gavê xelk dê lê rapere û di bin biçûktirîn palepestoyê de dê biherife.

Bi min wa ye çaxa firesîstemî li dinyayê temam bû welatên komonîst hebûn, demokrat hebûn, dîktatorî hebûn, ew çax borî û çû. Dinya berev rewşekê diçe ku yek cureyê sîstema siyasî ya aborî lê baladest hebe anku ewa ku niha li rojava heyî. Dibêjin dinya bûye gundekî biçûk, rast e, lê ew axaftin bi tenê warê nûçe û dengûbasan nagire, warê sîstema aborî û siyasî jî digire. Firesîstemî wek fire-axatiyê ye, di wî gundî de li şûnê me (ku dinyaya wî bû) fire-axatiyê berdewam nekir. Divê sîstemek bihê peydakirin ku li ser binemaya geşepêdana aborî, serweriya yasayê, hilbijartinên pak û dîwederane, azadiya hizir derbirînê û hemû tiştên din yên vê serdemê hatibe avakirin.

*Kewane: Gelek caran dihê gotin ku ev şoreş bi şoreşa Twitter û Facebookê yan bi şoreşên lawan dihêne naskirin, di vî warî de hûn çi dibêjin?

- Bedran Hebîb: Bêguman di wan şoreşan de pêşketina warê gihandinê faktoreke giring e, di dema raperînê de xelk dikare zû bi zû nêrînên xwe gotûbêj bikin û bigihin biryarê. Wêne û dengûbasan bigihînin hevdu. Dagirtina cemawer gelekî pêwîst e, şoreşê ku ew bi wan navên pêşketî dan zanîn, roleke kara di dagirtinê de dibîne, lê bi bê wan şêwazan jî şoreş di dîrokê de çêbûne.

Berî 21 salan Twitter û Facebook, tunebûn û berî şoreşa gelan sîstema sosyalîzmê herifî. Li gor nêrîna min nirxê wan şoreşan dihê kêmkirin eger bi tenê li sedemên gihandinê bihêne vegerandin. Kezeba miletan ji wan grûpan reş bûye ku ji berî sî çel salî ve bi zordarî hukmê dikin.

*Kewane: Gelo armancên şoreşên Bihara Erebî ji rewangeha şeqamê dihêne wergirtin?

- Bedran Hebîb: Bêguman na, wisa bi hêsanî nahê dîtin, ne bi tenê ew bi berevajî jî bibe û rewş ji dema sîstemên herifî xirabtir bibe. Tu nabînî; li Iraqê pir dixwazin serdema Sedam vegere? Sîstema hukim li wan welatan ji wê heyamê (sî çel salî) bi destekî sêkularîzma şeklî û bi destê din derewîna ayînî bilind kiriye. Rê nedaye ti pêşketin di warê aborî yan siyasî yan medya de çêbibe, û binemayeke serdemî li welêt durist bibe, ji ber wê jî civak li wan welatan di warê rewşenbîriyê de ji cureyê wan sîsteman bi xwe ye. Divê em zanibin ku kultûra miletan ji ser ve dihê xwarê. Grûpa desthilatê çawa be, gel jî dibe kopiyek û ji wan dihê wergirtin.

Li wan welatan û di her warekî de opozisyon kopiyeke desthilatê ye, wate opozisyoneke saxlem û tendurist nîne. Berî ku bigihe hukim hemû nexweşiyên desthilatê pêre ne, ew tişt heger opozisyona liberal û demokrat (anku sêkularî) be, ji xwe ve heger îslamî bi hezar carî xirabtir e, ew dê rewşê vegerîne berî hezar salî, îcar tu bi xwe binêre çi bi ser welêt de dihê, û desthilat û civakê berev ku diçin.

*Kewane: Ew yê ku li Bihara Erebî binêre dibîne ku şoreş şoreşên hilweşandinê ne, û ne yên çaksazî û rîformê ne, pirsyar ew e bi tenê hilweşandin armanca wan şoreşan e?

- Bedran Hebîb: jixwe, her şoreşek pêştir hildiweşîne û piştre ava dike. Di sala 1991ê de te raperîna me dît ku hin dibistan rizgar nebûbûn êriş û talankirin dihatin encamdan. Di şoreşê de têkdan armanca yekem e ji bo desthilat nikaribe xwe li ber bigire. Kêşe ne li wir e, kêşe ew e ku piştre avakirin dê çawa çêbibe.

Tu dibînî niha li Misrê arîşeyên îslamiyan bi artêşê re çêbûne. Di dema raperîna gelê wî welatî de dadwerî û artêş cihê rêza mezin bûn ku piştevaniya berê nedikirin. Destpêkê Meydana Tehrîr ya Qahîre û artêşê bi hevdu re bûn ji ber ku raperîn raperîneke cemawerî bû û giştî û bê alî bû, niha îslamiyan şoreş bi destê xwe ve aniye yan rastir ji xwe re qorix kiriye, ew arîşeyên wan bi artêşê re jî çêbûne. Bêguman artêşeke serbixwe ya bê alî ya profesyonal wek artêşa Misrê, di kêşe û rikeberiya siyasî de ji bo îslamê nabe, ji ber ku îslamî dixwazin wê artêşê biguherin û ji nû ve li gor pîverên xwe pêk bînin. Bê guman ew jî têkdan û paşveçûn e. Piştî heyameke din dê giriftan bi dadwer re jî çêbikin. Wiha diyar e delîveya wan hebe her demê ku bixwazin destûrê biguherin û bikin destûreke îslamî, ku bi serkeftinekê bi tenê jî di hilbijartinan de destûr nahê guhertin.

Destûr, kultûr û adetên gelekî di serdemekê de bi temamî cihê xwe digirin. Destkarîkirina destûrê ne karekî rojane û salane ye. Ji ber wê wek min got wan şoreşan bi tenê rejîmên berê herifand ew jî bi tenê nîvê kar e, beşa mezin jî ew e çawa welatekî serdemiyane dê bihê avakirin û civak dê rabihê ji bo jiyaneke nû, pêdiviya wê yekê jî bi rêberatiyeke siyasî ya kara û hêja heye ku ji bo demeke nêzîk jî nahê diyarkirin.

*Kewane: Çima îslama siyasî wek ektreke serekî li ser şanoya bûyeran derdikeve? Sedem çi ne?

- Bedran Hebîb: Îslama siyasî berhema desthilatên berê yên wan welatan bi xwe ye. Desthilatên berê ji demokrat û liberal û çepê ditirsiyan, wisa hizir dikir êdî bandora îslamê nema ye û metirsî ji îslamê nahên, lê bi xwe hesiyan dîtin ku ew ketine jêr kontrola wê. Ji xwe ve îslama siyasî li cihên pîs û ne tendurist çêdibe û mezin dibe. Wan sîsteman bi xwe jî ew cih peyda kiribûn. Tu welêt hemû bixî jêr kontrola grûpekê û derya pêşketinê di hemû waran de kilîl bikî (mexseda min grûpa desthilat e) tu dê bibînî îslama siyasî çawa di wê jîngehê de çêdibe û mezin dibe. Ti carî di ava zelal û bayê pak û zeviya tendurist de îslama siyasî çênebûye û geş nebûye, ew rola jîngeha qirêj e.

*Kewane: Gelo di van şoreşan de çarenivîsa kêmnetewên cuda (Qibtî, Emazîgî û Kurdan…) dê çawa be?

- Bedran Hebîb: Ez wiha fam dikim ku êdî li vê dinyayê tirs li ser kêmneteweyan nemaye. Pêşketina teknolojîk di serhildan û zindîbûna kêmneteweyan de roleke kara dibîne. Ew nahê wateya ku serkutkirina kêmîneyan ca çi ayîn be, çi mezheb be, çi netewe be, berî hemû tiştî ji kultûrê dihê. Serkutkirin bi rêya zimanê axaftinê, ragihandin, xandin, stran û filiklorê milî, her wisa pertûk û hizir û nêrîn û tiştên ji wan cureyan dihê kirin, piştre tiştên din destpê dikin, ka em bêjin wek veguhastin û enfal û gorên komkuj, wate karê destpêkê karekî hizirî ye, û piştre dibe madî, ji ber wê jî heger ta niha miletek di warê fikirî û madî de mabe, êdî ji niha û pêve dikare xwe kultûr û dap û nerît û zimanê xwe vejîne. Twitter û Facebook û Internet a ku te ji destpêkê ve behs kiribû, di vê çaxê de rizgargerên kêmîneyan ne. êdî ji nav naçin heta ku bi çend hezaran jî kêm bibin.

Pirsyar li ser 17ê Sibatê.

*Kewane: Gelo 17ê Sibatê ji ber Bihara Erebî hat handan? Çima bi wê biharê hat handan?

- Berdan Hebîb: Bêguman 17ê Sibatê beşek bû ji Bihara Erebî lê Bihareke nîv temam bû, ka ez ji te re bêjim çawa? Ew yê ku li Kurdistanê heye rikeberiya partiyan e li ser beşê, bi ti awayî ne beşeke ji derbirîna daxwaziya cemawer. Heger ne wisa çima wê kefukoleyê cihê xwe girtiye? Desthilat heman desthilat e û tiştek jî nehatiye guhartin, çima niha (mêrxas) bêdeng bûne? Çima berî heyamekê, berî bûyerên devera Behdînan, wê opozisyonê got em dê bihêne nav hikûmetê? Eger heye di vê kabîneyê de û bi awayekî ji wan re bigunce alîkariya hikûmetê bikin. Ez bi te re me, Bihara Erebî ji roja yekem ve li Herêma Kurdistanê bandor li ser reftara takê Kurd û desthilatê jî kiriye. Hemû take kesan dest bi rexne û êrişan kiriye bo ser desthilatê, Desthilatê destpê kiriye ku ji xwe bitirse, tu dizanî kursiya wê hatiye dorpêçkirin, tu dibînî mijûlî çaksazî û başkariyê ye. Di 17 Sibatê de xelkekî nerazî dengê xwe bilind kir, ew rastiyeke û larî têde niye, lê opozisyonê ji ser rê wê bir û kir beşek ji danûstandina xwe bi desthilatê re, ji ku para xwe zêde bike, ne ji bo kêmasiyan nehêle.

*Kewane: Tu bandorên 17ê sibatê li ser civaka Kurdî di warê (siyasî, civakî û aborî) de çawa dixwînî?

- Bedran Hebîb: Ev pirsyar bersiveke dirêj, pertûkekê dixwaze. Bihara Erebî cureyek e ji wê yê ku sala 1990 li welatên sosyalîzmî çêbûyî û dîroka mirovatiyê guhartibû. Civaka Kurdî jî niha bûye beşeke zindî ji civaka navneteweyî. Her tiştek li dinyayê çêbibe divê bi awayekî li Kurdistanê jî çêbibe. Ez wiha fam dikim ku niha tê gotin kabîneya Hikûmeta Herêmê di bihê guhartin, lo jêr tîn û tava wan şoreşên welatên erebî de dihê guhartin. Her tiştek li gor daxwaziya xelkê dihê kirin, lê nahê zanîn ew daxwaz pêk yan na.

*Kewane: Çima 17ê Sibatê bi tenê sinorê Silêmaniyê girt?

- Bedran Hebîb: Em li Kurdistanê li ser dap û nerît û kultûra xwe ranehatine, deverên Kurdistanê ji hevdu hatine birîn. Gelek sal divên taku bajarê Kerkûk û Hewlêr û Duhok ku hemû ji hevdu cudane bi Silêmaniyê re bibin xwediya yek dap û nerît û cure ya hizirkirinê û migêza giştî.

Raste Silêmanî ew bajar e ku her nerêteke nû li Kurdistanê jê dest pêdike, serpêşî yê kultûra siyasî û rewşenbîrî ye li Kurdistanê, lê ta niha bi bajarên din re têkel nebûye. Hemû deverên Kurdistanê ji hev dûr in, tiştek li Silêmaniyê rûbide li Hewlêr û Behdînan bi çavekî namo û biyanetî lê seyr dikin û baweriyê jî pê nakin, ew jî bi sedema dûrketina ji hevdu û dap û nerîta navçeyî ye. Ji bilî ji hevdu birînê û dap û nerîta cuda, partiyên kurdî jî morên cuda cuda li bajaran dane. Mînak Silêmanî bûye bajarekî Yekîtî (wek tu dibînî) ca çawa tiştek li wir çêbibe dê dengvedanê li Hewlêrê ya Duhokê çêbike.

Ev hevpeyvîn roja 21ê meha 1ê 2012 hatiye encamdan, û di hejmara 7ê Sibatê ya kovara Kewane de hatiye belavkirin ku li Silêmaniyê derdikeve.

(AKnews)
Top