• Tuesday, 14 May 2024
logo

Destê ayînê di pirsa tundûtûjiya li dijî jinê de heye

Destê ayînê di pirsa tundûtûjiya li dijî jinê de heye
Yasaya berengarbûna tundûtûjiyê yek ji girîngtirîn yasayên ku ji parlamentoya Kurdistanê derçûye, çunku ew pêngaveke girîng e berev yeksaniya navbera nêr û mê de di civakekê de ku di her saetekê de azar digihe taken wê li ser binemaya ciyawaziya regezî.

Bikarhênana tundûtûjiyê li dijî mêyîne, ku beşeke girîng e ji newekheviya mezin ya di navbera herdu regezan de, bûye lekeyek di eniya civaka kurdewariyê de piştî serhildana sala nod û yekê ji sedsala berê.

Em dixwazin berev pêş pêngavan bavêjin, lê destekî veşartî bi me girtiye û nahêle pêngavê temam bikin. Ew dest kî ye? yan teniya kultûra paşketî û yasayên neserdemî ne "ku em dest jê bişon", yan rola ayînê jî di hebûn û hêza wî destî de heye? di pirsa tundûtûjiyê de, û di serî de "xetan" (sineta keçan), helwesta ayîn û oldaran çî ye? ku "xetan" yek ji birgeyên balkêş yê yasaya navhatî bû.

Piştî derçûna wê yasayê di 21ê meha hezîrana 2011ê de, komîteya bilind a fetwadayîna Kurdistanê di 6ê tîrmeha çûyî de nêrîna xwe derbarê pirsa xetanê derbirî. Wek tê zanîn gotina ji komîteya bilind a fetwadayînê divê yekalîkirî be, lê ew nêrîna wan lêlî û tariyeke zêdetir xiste ser boçûna ayînê derbarê wê pirsê. Anku fetwaya "komîteyê" biryareke yekalîkirî nebû. Palpiştî neda bo yasaya Kurdistanê ku ew komîte wek beşek ji kargêriya Kurdistanê diviyabû piştevaniya wê bikira. Helbest hebû gelek dihat gotin, wiha dest pê dikir û bi dawî dihat "Ez dikim bêjim û newêrim".
Helwesta komîteya fetwadayînê jî wiha bû. Ji aliyekî got xetan ferz nîne û sûnnet e, ji aliyekî din ve got bi nêrîna piraniya şafîiyan xetan wacîb e. Ji aliyekî ve got ziyana xetanê ya tenduristî heye bo jinê, ji aliyekî din ve got dê û bav azad in bi encamdana xetanê ji keçên xwe re.

Ev gotin berî hemû tiştî, bi giştî jêrbijêr berengarbûn e li dijî rawestana yasayê ku siza û toleyên tund bo her kesekî daniyeku hander be û hana xetan bide, lê wan jî wek şaîr newêriye dan pê bide û bêje. Fetwadayîna zanayên Kurdistanê bi çi cureyekî ligel berengariya tundûtûjiya li dijî jinan nebûye, lê her han daye, dibêje "ji aliyê peyrewên şafîî ve wacîb be" û civaka me jî şafîî ye û bi qasî mûyekê ji fermana wan dernakeve, dibêje "dê û bav azad in di kirin û nekirina wî karî", ku bêguman dê û bav bêfam û bêmijî yekcar pir in di vê civakê de û wî karî jî encam didin be palpiştiya ayîn û rêxweşkerên ayînî.

Bi tevî van hemûyan, çira komîte dixwaze ji me re bêje sûnnet wacîb niye? sûnnet di îslamê de bo bawermendan, ku bikî baş e. Anku sûnnet erênî ye, bêalî tê de nîne. her nebe "di vê rewşê de" azadiyê dide bo kirina karekî kirêt û çewt û nedurist ku xetan e. Ez dikarim bêjim, ew fetwadayîn be şêweyekî penî û veşartî, yasaya parlamentoyê ya hîn di dergûşê de kuşt, piştî wê jî "em ê dîsa vegerin ser" Wezîrê Ewqaf ligel komelek mela de xwastin bi temamî rê li wê yasayê bibirin. Wezîr çûye rêza handerên tundûtûjiya li dijî jinan.

Piştî fetwadayînê, Yekitiya Zanayên Kurdistanê di 12ê tîrmehê de, daxuyanî û ronkirinek derkir, xwestin ew durûtiya di fetwadayînê de hebû veşêrin. xwestin helwesta "erênî" ya komîteya bilind fetwadayînê derbarê xetanê de bi helwesteke din biguherin ku dişê nav lê bikî "bêhelwestî". Destên wan xweş bin bo vê yekê. Di vê barê de bêhelwestî baştir e ji helwesta çewt, bo wan bêdengî baştirîn deng e ji bo wê pirsa ku civaka me riswa kiriye. Di vê riswakirinê de, divê ew jî nehatiba veşartin ku zanyariyên rêkxistinên serbixwe yên jinan li Kurdistanê derbarê rêjeya xetankirina mêyîneyan durist nînin. Ew basî ji sedî heftê û heştêyî dikin ku bi hîç şêweyek wiha niye. Be boçûna min, rêje li jêrî ji sed deh e jî. Em ji civaka kurdewarî, bigerin, bi xwe di rêya pêşketinê de diçe. Guhartin di bîr û hizira xelkê de rojbiroj zêdetir durist dibe. Eger paşmayên tundrê yên ayînî rê bidin, yasa û tîtal û nerêtên nû baştir diçespin.

Em vegerin ser pirsyara serekî: Gelo destê ayînê di pirsa xetanê de heye yan na? Weku me nêrîna komîteya bilind a fetwadayînê dît, ku dezgeheke bi ser hikûmeta herêmê ve ye, nêrîneke diyardeya xetan "jêrbijêrî" (binrebinre) bi erênî dijmêre. Weku wan got xetan "sûnnet e" û "şafîî bi wacib dizanin". Nêrîna komîteya bilind a fetwadayînê pirî hewl daye ev diyarde bibe berî serhildana îslamê, yan bo gelên xeynî ereb lê bi çi cureyê di behane û veşartinê bi ser neketin.

Eger tu bixwazî helwesta îslam û oldarên ayînê bizanî di bareya tundûtûjiya li dijî jinan de, bersiva ron û diyar, di daxuyaniyê de derdikeve ku Wezîrê Ewqaf, bi xwe û 550 kesî din îmze li ser kirine û dane serokayetiya parlamentoyê. "Ew proje negihiştiye ragihandinê û teniya kopiyek li ba min e". Projeya wan îmze kirî dibêje: "Em pêk hatine ji komeleyek mamosteyên ayînî û rojnamenûs û rewşenbîr û nivîskar, em bawer dikin ev yasa ligel hindek ayetên Quranê û fermûdeyên rast yên pêxember (gotinên pêxember) û kultûr û exlaqa kurd nakokîdar e, lewma em daxwaz dikin yasa bihête hemwarkirin (guhartin)."

Tu seyr bike "çend bi aşkereyî" dibêjin yasaya berengarbûna tundûtûjiyê, li dijî ayînê ye, îcar hêdî hêdî boçûnên xwe derbarê yekbiyek birgeyên yasayê de derdibirin, heta digihe pirsa xetanê û daxwaz dike: "Birgeya xetankirina mêyîne li pênaseya tundûtûjiya xêzanî derkeve û bihê xistin nav çarçoveya pênaseyeke "durist" li şûna guncaw çunku çend fermûdeyên pêxemberî li ser hene".

Ew nêrîna wan kesên îmze kirine ku zêdetir ji çil melayî di nav de ye, em dikarin bixin jêr pênaseya hander bo xetanê ku yasaya parlamento sizaya tund jê re danane, herwiha çendan nivîskar û mamosteyên zanîngehê û kadroyên Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî û kargêriya bilind ji hikûmeta herêmê têde ye û bi Wezîrê Ewqafê ve. Wezîr di pêşekiya projeyê de dibêje: "Ez piştgiriyê li van daxwazan dikin û dengê xwe didim van hemwelatiyan ". Wezîrê Ewqaf tiştekî din jî dibêje, "Di destûra Iraqê de hatiye çespandin ku nabe yasayek li dijî fermanên neguhêrbar yên şerîeta Îslamê derbiçe, heman şêwe li gel destûra herêmê jî ". Ev gotin hemû, li ser pêvajoya pêşketin û peresendinê li herêmê metirsî û gef in, ku nifşê nû û çavekirî dixwaze bilez berev pêş bibe.

Em vegerin ser babetê, bi kurtî bikarhênana tundûtûjiyê li asta jinê de bûye şermezarî bo civaka me. Yasaya Parlamentoya Kurdistanê bo berengarbûna tundûtûjiyê, bo nehêlana diyardeya herî diyar û belavbûyî ya tundûtûjiyê bû û tenê diyardeya azarder û pir şermawer xistiye rû, bi tevî gelek şêwazên tundûtûjiyê mane ku divê labiçin ji bo duristkirina civakeke yeksan di navbera nêr û mê de, civakeke wekhev di hemû tiştan de.

Bêguman ti kes, komîteya bilind ya fetwadayînê jî di nav de, ku tundûtûjî bi giştî û bi taybetî xetan, zulm e li jinê, azara cesteyî û derûnî zor lê tê kirin. Birîna parçeyeke ji ceste, ew cesteyê xweda û xweza û suriştê daye mirov, xetan wek kolîna çav û birîna ziman û her tiştekî din ji ceste ku mirov bo xweşî û çêjwergirtina ji jiyan pêwîstî pê heye. Projeya ew 550 kesî bi îmzeya wezîr ve, amajeyê bi hîç fermûdeyeke pêxember derbarê xetanê de nake "herçend ku dibêje heye", lê nêrîna komîteya bilind a fetwadayînê baş şîrove dike ku zanayên îslamê boçûnên cihê di vê babetê de hene û tenê şafîî ku bi temamî ligel xetanê dane û bi wacîb dizanin. Ev hemû belge ne "wan bi xwe jî veneşartine" li barê heyîna destê ayînê di pirsa tundûtûjiya li dijî jinê de. Ew bi xwe dibêjin, me ev tişt negotiye.

(Aknews)
Top