• Wednesday, 15 May 2024
logo

Mêrê şaş û çarenûsa şaş

Mêrê şaş û çarenûsa şaş
Sala 2003yê ku rejîma Sedam Husên rûxa, yekemîn car bû piştî dîrokeke dûr û drêj li Iraq, pirsa neteweyî û siyasî ya kurd dikeve nav warê çareseriyeke praktîkî. bi dirêjahiya temenê dewleta Iraqê ji 1924ê ve ta rûxana Sedam, pirsa kurd her di kêşeyê de berdewam bû ta ev guhartina han di jiyana siyasî a kurd li Iraqê de serî hilda.

Ev guhartinên Iraqê jî bêguman sedema wan a babetî heye, nabe rûalî û şeklî bibînin û wiha têbigihin her ewende ye ku dar û desteyeke dîktator çûn û komeleke "demokrat" hatin û hizira wan li asta kurdan de vekiriye lewma êdî doza kurdî kete nav bazineya çareseriyê, herwiha nabe wiha hizir bikin ku kurd vê carê bi hêztir e ji caran, sala 1970 hêza kurdan ne hindik û kêm bû ku rejîma Iraq çok li pêş daxwazên dana û paşê xwe jê bada û serî kuta. Ewa evê carê rû dide, destpêka qonaxeke din e ji dîrokê ku devê ji niha ve jê têbigihin ta sûdê jê werbigirin û ta em xwe korane bo pêşhatan saz nedin.

Rûxana rejîma Sedam ne tenê guhartina desthelatê bi desthilateke din bû, lê guhartineke mezintir e. Ewê rû dayî ew e; Yekem: Artêşek zal û bihêz ji bincih û binî ve hilweşiya û êdî ji wê rojê de Iraq welatek nema xwedan hêzeke wiha be kurd jê bitirsin û dilrewkî bibin. Duyem: Desthilateke netewperest a ereb ku hemû xema wê tepeserkirina neteweyî bû bo neteweyên din yên ne ereb li Iraqê "kurd, turkman, xirîstiyan", ew jî çû û hatina wê li aso de diyar nîne.

Ewa ku niha em dibînin ew e ku roj bi roj desthilata siyasî li vî welatî berev mezhebayetiyê diçe, ew jî encameke gotenî (mantiqî) û demokrasî ye li welatekî de ku zorbeya danîştiyên wê şîe mezheb in. Tiştek e "bila kirêt be" jî demokrasiyê ew hêna ye, ew jî derbazbûna sext û dijwar di vê qonaxê de ye.

Weku em dizanin û li Iraqê me dît, kêşeya bîr û hizira neteweyî, kêşeya neteweyên din bû. Lê niha em dibînin kêşe bîr û hizira mezhebî ye, ku ji xeyala tepeserkirina mezhebên din pêve tiştek nîne. Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî, zaf hezayetiyê li kurdan nake di vê qonaxê de, bi berevajî, kurdan bi dostekî demkî dibîne ji ber ku desthilata siyasî li Kurdistanê desthilateke aynî niye her çende kurd sune mezheb in jî. Ewî sergermiya xwe saz dane bo rûbirûbûneke dîrokî ligel suniyan li Bexdayê rû berev ew rojava.

ew guhartin yan rûdanên me basê kir ne tenê Iraqî girtiye ber xwe ta wm wê bi bûyereke koçerî bidin zanîn. Wek hûn dibînin li sertaserê welatên erebî, sîstemên netewperest hildiweşin û sîstemên ayînî "reng mezhebî" desthilatê tê de werdigirin û xwe amade dike bo kêşeya tayîfî. Niha hemû navçeya ereb û îslam qonaxeke dîrokî bi cî dihêle û diçe nav qonaxeke din. Weku berçav e, ber bi rojhilat vê navçeyê de hêzeke neqolayî ya mezhebî bi serkirdayetiya Îranê, ber bi rojava de jî hêzeke yekgirtî ya mezhebî bi serokayetiya welatên kendavê serî hildidin. Dinyaya rojava jî bi taybetî Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) li zayîna vê qonaxa nû di dîroka îslamê de rolekî kara dibîne, welatên cînar jî "Tirkiye" baş dest tê de digêre.

kurd sune ne weku mezhebê ayînî, lê carê di vê qonaxê de eger xwe jê dûr bixin û bidin alî, nabin beşek ji vê milmilaneyê, çendî dereng bikevine nav milmilaneyeke wiha ewende zêdetir qazanc dikin ji ber zaf ho û sedemên aşkera. Kurdan di dîrok û raboriya xwe de bo guhartina rewş û doxa xwe ya siyasî sûde ji ayînê wernegirtine ta îro ji mezhebê qazanc bikin, ligel rêza wan a zaf bo gişt ayîn û mezheban.

Di pirsa Tariq Haşimî de, nabe kurd gelek xwe lê bike xwedan ji ber ku ew pirseke têweglanî ye (tevlîhev e) û gelek zû radikêşe nav milmilaneya tayîfî ku berjewendiya kurd tê de niye. Ji bilî wê jî eger kurd bikeve nav milmilaneya mezhebî de nizane çon serederî bike û danûstanê pêre bike. Di vî warî de, em ne xwediyê hîç ezmûneke dîrokî ne, dijberiya me digel şîeyan nîne. Kurd xwedan kultûreke neteweyî ne, û hêdî hêdî berev kultûra demokrasî diçin, ketina me nav dehfa mezhebî de mala me wêran dike. Çêdibe, bo handana Haşimî di dadgehekê de ku nehêle siyaset bandorê bi ser de bikêşe, kurd daxwazê bikin ew dadgeh ji Bexdayê bihête Kurdistanê. Ev jî bi palpiştiya dadwerên kurd ên pîşewer û xwedan ezmûn dibe, wek berdadkirina dîktatorê mezin ê Iraqê Sedam Husên, ku pena û palpiştî bi dadwerên kurd hate kirin "Dadwer Rizgar Emîn û dadwer Reûf Reşîd".

Di van çend rojên pişûya Newrozê de ku cejn û şadiya gelê Kurdistanê bû, bajar vala bûbû ji ber hemû danîştiyên wî çûbûn seyran û gera li derveyî bajêr. Bo min, fersend bû 2 rojan bi otomobîlê li sertaserî bajêr de bigerim. Ez zarokê vî bajarî me, ji mezinbûn û pêşkeftina bajarê xwe şaş û mat mam, şageş bûm li asta ev jiyana nû de ku di vî welatî de destî pê kiriye. Bêguman Silêmanî û Duhok ne kêmtir ji Hewlêr geş fireh bûne û Kurdistan hemûyî di vejandinê de ye. Mirov ji xweşiyê geş dibe ku dibîne pirsa kurd li Iraqê li ser rêya çareseriyê ye, belku îro hemû tişt ne bi dilê me be yan metirsî hebe ku ev tişt demkî ne, ma siyaset lîstika rojê niye?

Madeya 140ê ji destûr ku vegera navçeyên dabirî ji Kurdistanê yekalî kiriye, stûn û birbireya xewna kurdan e, dîktatorê biçûk yê Iraqê rê li cîbicîkirina vê madeyê girtiye û xewna beşekî ji gelê Iraqê "anku kurd" têk daye, ku evî gelî "dîsa kurd" rê li ber wî xweş kir heta bigihe desthilata serokwezîriyê. Zêdebarî vê yekê, ji Mûsilê heta Besra, beşekî mezin ji danîştiyên Iraqê motacî pariyê nan in, dîktator milyaran dolar xerc dike bo fişefişa li darxistina kongreya lûtkeya erebî. Wijdanê wî hebûya, ew bûdce dida hejar û birîndaran, ne dibûye sedema kuştina ew hemû xelkê ku di karê terorîstî de hatin kirin bo pêşwaziya wê kongreyê. Bi rast, lûtkeya erebî çi dadekê dide iraqiyan di van rojan de jibilî fişefişa, mêrê şaş? Dîroka vî welatê me seyr e, di hemû serdeman de tejî bûye mêrên şaş, Nûrî Malikî serbaşê wan e.

Ez di wê baweriyê de me, divê kurd xwe ji belaya Nûrî Malikî bidin alî, yan hewl bide kêmtirîn çîk û pirîşk ji wî negihe kurdan. Ew serkirdayetiya mezintirîn rûbirûbûna çewt dike di dahatûya Iraq û vê navçeyê de ku ew jî rûbirûbûna tayîfî ye. Erkî wî mezintir e ji erkê jiberbirina xewnên kurd, Malikî "di bin re" hindek şerê kurdan dike, egerna (yan jî) di xewneke mezintir de dijî, xewna bi mezhebkirina sîstema welatekî. Ew jî xewneke nemirovî û pûç e, kes jî nizane dawiya wê çî ye.

Kesê pêwendiya wî bi Kurdistanê re hebe, geşbûna îro li Kurdistanê ji aliyê ewlehiyê û aborî û avedanê ve bibîne, hest pê bike û neke ew dibe bi bingeha geşkirina bizava demokrasiyê. Ew goten (mantiq) ku têrbûna mirov di jiyana mayekî de, vekirina bi ser jiyana wateyî jî de bi xwe re dihêne, heta ku plan jî bo wê vekirinê nehatibe danan. Lewma, siyaseta Nûrî Malikî herçend rêgir be jî li pêş madeya 140î birbireya daxwazî kurd li Iraqê, siyaseta kurd li vejandina jiyanê li Herêma Kurdistanê, dibe kêşkera navçeyên dabirî. Îcar bi wî xweş be yan na, bi dehan hezar hemwelatiyên Iraqî di van rojên pişûyê de (bêhnvedanê) ku ji navçeyên derveyê Herêma Kurdistanê ji bo ger û seyranê berê xwe didin herêmê, ew bi xwe dibe bingeha xurtkirina vegera wan navçeyan bo ser herêmê, her ew jî çarenûsa rastekî ya wan navçeyan e.

Bêguman, mêrê şaş û siyaseta şaş, çarenûsa şaş dihîne, ji cureyê Qedafî û sîstema wî, ji cureyê Zeynil Abidîn bin Elî û sîstema wî, ji cureyê Husnî Mubarek û sîstema wî, ji cureyê Elî Ebdelah Salih û Sedam Husên û Beşar Esed û gişt sîsteman. Amîn.

(AKnews)
Top