• Tuesday, 14 May 2024
logo

Şevên tûtinê..

Şevên tûtinê..
Vê şevê,

Li ber siya dîwarên bîranînên te,

Cigareya xwe ya ji tûtina nemanê divemirînim,

Hemî nexşeyên rêvingiya xwe radestî daristana porê te dikim,

Min destên te, ji dûr ve, mîna du kelekên westiyayî didîtin,

Min kirasê te yê reş, ji dûr ve, mîna kavilên hişê xwe didît..

Min berê xwe dida çemê hişîn ê kesera te,

Min jiyan li pey xwe di pirsê de digevizand,

Min pêla bêrîkirina xwe bi kêra te ya ji ronahiyê dikuşt,

Min,

vê şevê,

Rakêşana mirina te,

Di gora xewna xwe de

Li ber destê dastanbêjên çiyayan,

Bi tenê, mîna pepûkan, dihişt...



Vê şevê,

Li ser darên kesk ên ji reşgirêdana şevê, dilê te yê ku ji min hez dike, wek nifirê, direqise..

Sere xwe li ser balgeha veçiyayî ya nermebarana tembînameya te datînim,

Û hemî xewnên xwe bi destên te yên ji brûskan dişewitînim...

Temenê min li ser sînga te ya ji oxiran divemire,

Welatê min di gurîna xwîna te de ya ji nijadên nehwirînê, divemire..

Sal bi sal , girî bi girî, nigaş bi nigaş, berû bi berû, ber bi parçeyên xwe ve diherikim,

Şane bi şane navê te di xwîna xwe de, wek ku tu Arjen bî, ez jî pepûk bim, nîgar dikim..

Tu bi mirina min xweşiktir dibî...

Tu di sosina darbesta min de pêwisttir dibî...

Ma tu dizanî?



vê sibehê,

Tu dilê xwe bi hale min dişewitînî,

Tu xewnên min,

Bêzariyên min,

Şkestin û têkçûnên min,

Keskahiya dilê min û hemî wateyên welatê min, ji xwe re dibî!

Tu hespên xeyala min, di çeperên bagerê de, bi tenê dihêlî!

Vê sibehê,

Bi destên xwe yên vala û bi giyanê xwe yê rût,

derdikevim nêçîra ronahiya çavên te…



Vê sibehê,

Ji ber şûrên zorbaz ên qedera te,

Giyanê xwe di koşeyên ewlekar ên jiyanê de vedişêrim..

Û di germahiya xewna xwe de, xwe ji seqema kolanên te diparêzim..

Dengên ku ji dûrgehan tên guhên min,

Di sînga şevê de vedişêrim…

Ewrên çavên te hînî şînîgiriya xwe dikim,

Kelekên te hînî stiranên baranê dikim,

Berbangên te jî hînî şevçirayên dilê xwe dikim..

Vê sibehê,

Hemî rexên afsaneya te,

Bi gulhinaran dixemilînim..


London
06. 03. 2012
Top