• Tuesday, 14 May 2024
logo

Barîqat...

Barîqat...
Carian meriv ji dijminê xwe ra datîne, carinan jî dijmin li pêşiya meriv..

Barîqata bindestan kevir, kuçik, dar û ber û bedenên mirov e. Heke ev barîqat li zindanê be, mase, kursî, dolab in, li pişt derî qûç dikî nahêlî qardiyan û leşkerên dijmin bikeve hundir li te îşkence bike. Li vir çek vîn e û pir caran dijmin didefîne. Barîqatên Bastîl, ên zîndana Amedê navdar in.

Barîqata serdest û kolonyalîstan, polis û leşkerên çekdarkirîne, mertal, tank û top in. Bombeyên gazê û şewatê ne. Dîwarên bi kîlometroyan dirêj çêkirîne. Bi xof û saxlem dixûyên. Li vir çek tirs e, tirsa windakirina desthilatdariyê, tirsa ji girseyan. Mîna: Barîqatên rom li pêşiya Spartakûs, dîwarê Berlînê ku miletekî kiribû du parçe û barîqatên kolonyalîstên tirk ku di Newrozan da datînin pêşiya azadiya gelê kurd.

Evên dawî wiha yan jî wiha hilşiyan û dê bihilşin, rêyeke din nîne. Dîwar, tirs û xof nikarin abadîn li hember azadiyê li berxwe bidin.

Azadî; av e, sunamî ye; radibe, diherike qeyd û bendan dide ber xwe û davêje alîyekî..

Her derê Amedê barîqat, kemîn û meş û serhildan bû di Newroza 2012 an da.

Gel bi girseyan barîqatan tîş kir, danî aliyekî û mîna av û sûnamî herîkî û bi coş xwe gîhand agirê Newrozê li ser dilê kurdistanê.

Newroza we pîroz be!

Mixabin ez ne li wir bûm. Ji dîmen û nûçeyan par vedikim vê coşê.

Bi vê coş û hezê ji heval û hogiran ra SMSan dişînim:

Newroz pîroz be!

Li dûriyê me, li xerîbiyê!

Dîsa ji nûçeyan dibihîzim, dewleta tirk xwîn rijand! Li Stenbolê şehîdek heye. Serê milet sax be!

Li bajar û metropolên din zext, lêdan û girtin berdewam in. Derbasî be!

Newroz tenê ne ya me ya hin miletên din e jî, sala nû ye, destpêka biharê ye. Rast e.

Lê ji bo kurdan heta ku bigihên azadiya xwe; cejna rizgarî û azadiyê ye jî..

Vî miletî bi hezeran şehîd û girtî da paşê gihîşt vê coşa bi sedhezaran.

Di bingeha rewayiya vê dozê da ev rastî heye, neku tişt û tilsimeke din.

Dê bibe nirxandineke sivik heke ev rastî li ber çav neyê girtin.

Kî çawa, kengê pîroz dike bila bike. Ev azadî ye.

Tenê ne hefteya Newrozê rojên din jî pêdivî bi têkoşînê heye ji bo azadiyê.

Pirs û rexne:

Serokê KCK Murat Karayilan têkilî bi Newroza 2012 an peyamek da çapemeniyê, dibêje:

”Em sîstema wan red dikin, leşkeriya wan, axaftina tirkî, dayîna bacê divê em êdî bi dawî bînin. Heke ew me nas nake, em jî wê nas nakin.” (ANF)

Vana daxwazên serhildana Koçgiriyê jî bûn, ku ji aliyê serokê wê Alîşêr va hatibûn nivîsîn.

Rast e. Berdewma boykota dibistanên dagirkeriyê jî ez lê zêde dikim.

Gelo em hinek dereng neman?

Gelê kurd bi destpêka pêngava Tebaxê ra ji bo wan daxwazan mobîlîze bibûya, sîstema dagirkeriyê mendele bikira (ku encax bi mendeleya vê sîstemê miletê kurd dikare bêje ez heme) belkî keç û xortên me nediketin bin barekî evqas giran.

Baş e qurban, çi li pêşiya we bûn kosp û asteng, ku we heta niha bi zimanê wan axift û sîstema wan mendele nekir.

Resmê dawî

Resm û nûçeyeke din jî belav bibû di derbarê Newroza 2012 an ji seraya çiraxan a li Stenbolê.

Hin dewlemendên kurd, rewşenbîr û nîvîskarên dewletê di salona luks a serayê da Newrozê pîroz kirin. Min wek li jorê jî got, kî çawa û li kuderê pîroz dike bila bike.

Peyam girîng in, peyamên ku tên dayîn girîng in.

Tu diçî di seraya osmaniyan da Newrozê pîroz dîkî û dibêjî di dema osmaniyan da „pirsgirêka kurd“ tinebû! Ma di wan dema da tu hebûyî; ku “pirsgirêka kurd” jî hebaya?

Mîr û beglerên kurd ji bo mayîndeya „alî osmanî“ çi ji destê wan dihat dikirin.

Dema berjewendiyên wan rastê metirsiyê bihata serhildanan diceribandin.

Ti car bûn burjuwa? Bazareke netewayî afirandin? Na!

Qenebe werin îro bibin burjûwayên miletê xwe, nebin taşeronê burjûwayên dagirkeran.

Hewl bidin bazareke kurdistanî biafirînin.

Gelo li Diyarbekirê, li bajareke din ê Kurdistanê saloneke lukûs tinebû we agirê Newrozê tê da vêxista û resepsiyona xwe çêkira.

Û sîtemek

Î. Beşîkçî kaniya min a îlhamê ye.

Hem di dema rizgariyê da û hem jî di dema PKKê da dîtin û helwestên wî ronahiyê dan min.

Di her sergêjî û tevliheviyê da min digot:

“Gelo mamosta Ismail Beşîkçî çi dibêje?“ Min serî li dîtinên wî dida.

Dîtinên wî yên hêja roleke sereke dilîstin di motîvasyona min da.

Rêzdar im ji helwesta wî ya ku siyaseta dewletên Ewropî ya di pirsgirêka Kurdistanê da protesto dike nayê welatên Ewropayê. Neyekbûna kurdan protesto dike naçe Kurdistanê.

Lê ji bo min zehmet e, ku fêm bikim çima ew li serayên osmaniyan agirê Newrozê pê dixe.

Çima yekê/î din na çima Beşîkçî?

Xeyala min ew bû ku Beşîkçî agirê Newroza Amedê pêxista! Qenebe silavek jê ra bişanda!

Ma kengê xeyal û rastî li hev hatine?

Ku yên min jî li hev werin!

Newroza we pîroz be!
Top