• Wednesday, 15 May 2024
logo

Mezbaxane

Mezbaxane
Mezbaxaneya herî mezin a cîhanê li Brezîlyayê ye. Rojê 8 mîlyon mirîşk, 49 hezar beraz, 85 hezar dewar ji aliyê qesaban va ser jê dibirin.

Rastlêhatinek e ye çi ye? Mezbaxaneya herî mezin a Ewropayê jî li herêma Sachen-Anhalt a Almanyayê ye. Ev der di destê kartêla „Tönies“ê da ye û li vir di salê da 134 mîlyon mirîşk, 11 mîlyon beraz û dewar ji aliyê qesabên „destsivik û navdar“ va tên ser jê kirin.

Vana tenê serjêkirinên li du mezbaxaneyan in. Lê yên cîhanê?

Jixwe rojhilata navîn, her mal qesapxane, her welat mazbaxaneyek e! Ev jî têr nekiriye, rojekê jî wek eyda qurbanê hatiye îlankirin û di wê rojê da bi mîlyonan ajalên ku haya wan ji bayê felekê tineye, bi pîrozwerî ser tên jêkirin û xwarin.

Li gorî min welatê herî xweşbîn û aştîhez Hindistan bû, ew der jî xirab bû!

Çêlek pîroz e li Hindistanê. Çima?

Hindû dibêjin; “çêlek mîna dê pîroz e. Ew şîr dide me û em pê dijîn, mezin dibin.”

Ji ber vê jî hîndû rêz û hurmet nîşanê çêlekê didin û ev ajalên “saf” û paqij jî qenebe dikarin nazik nazenîn xwe bihejînin û bigerin. El-an jî wisa ye Hindistan. Lê mixabin sermaye, serjêkirin û goştxwurî hêdî hêdî sinc û jiyana wejeter a vî welatê jî xirab kiriye!

Mezbaxaneyên hemû dinyayê bidin ber çav, ji bo qezenca bi mîlyaran dolar yan jî em bêjin têrkirina çend mîlyar însan, bi mîlyaran ajalên reben ser jê dibin. Her yek di saniyekî da bi teknîkên herî nûjen tên kûştin, parçeparçê û lîmelîme dibin. Di eynî rojê da dikevin pakêtan û bi eynî lez û teknîkê li çar alîyên qesapxane û loqanteyên cîhanê belav dibin. Lezûbeza însên e, di hunera kuştinê da!

Leza qezenc û ziktêrkirinê, zewqa xwînrijandin û xwînvexwarinê daye însên.

Hun dikarin rik, goştxurî, nezanî, tirs, hovîtî, barbarî û tiştên din jî li vê lezê zêde bikin.

Însan roja ku peyda bûye heya îro her ser jê dike, xwîn dirêje, bedenan parçeparçê û lîmelîme dike.

Çi yên ajalên reben, çi yên nivşê xwe. Nivşê xwe bi hunera şer dikuje. Teknîk li vir ji ya ajalan pêştir e. Sektora çek yekemîn e û çekên atomî dikare 30 dunyayan ji holê rake!

Medenî felan nîne, rasterast dirinde ye însan! Dirindeyên lepikspî!

Çiqas helîmselîm, aştiyane bixuyê, behsa tiştên xweş bike jî potansîyel metirsiye mirov.

Çi qesap û celladên ajalan, çi yên mirovan her du jî bi ken û giryan in.

Herdu jî dest bi lepik in.

Xwîn mîna avê ye, zehf biherike dibe lehî.

Kujer dema dikuje lepik dixe destên xwe.

Gelo pêwist e ez navê lepikspiyan û mezbaxaneyên wan rêz bikim?

Wê cî têr bike?
Top