• Wednesday, 15 May 2024
logo

Sibehên siwarên te

Sibehên siwarên te
Bo Doktor Diyar..

Bo Zûhat Kobanî..

Vê sibehê,

Bi rondikên çavên sibehê re,

wek ku ez tembînameya xwişk û birayan bim,

wek ku ez ne ez bim,

bi ser hinarkên mirinê de diherikim..

Di nav destên wan ên jiyanhez de,

wek ku nameyeke evîna kevnar bim, diqermiçim..

Min kedî bike ey mirin!

Bila ez serwextê pêjnên te bim,

Li min bibane ey mirin,

bila ez xwîna şervanên bêrîkirin û velerzîna elfebaya dilê te bim..

Li dengê min guhdarî bike ey mirin!

ku çawan keştiyên xwe

Di nav pêlên te de bêarmanc dihêlim..

Li min guhdarî bike

ku çawan darên sînga te di bagera bêdengiya min de dihejin?

Ku çawan çavên qerimî li ser asîtankan li hêviya gurmîna dilên me ne?

Ku çawan destmalên reş pencereyên xewna hevdîtinê dixemilînin?



Vê sibehê

Siwarên te yên ji bendên êgir,

Di qebqebqa kewên çîrokê de digevizin..

Di nav dûmana hawarên te de govenda reşebuharê digerînin,

Li dawiya çiyayên te Û li destpêka berbanga te digerin,

Kilîtên azadiya te radestî goristanên bênav dikin,

Dilop bi dilop,

Ji xwîna te ya germ re dibêjin:

Cejna te pîroz be..!

Vê sibehê,

Pencereyên xewnê ji siwarên we re vedikim û dibêjim:

Newroza we pîroz be..!



Vê sibehê,

Tu ji tava rojê germtir î

Tu ji tîrêjên azadiyê nêziktir î..

Hemî rûbarên welatê min xwe bi werîsên bêrîkirina te dikujin..

Dem û demsal,

gulistan û buhar,

ji çavkaniyên destên te dirijin..

Vê sibehê,

Tu ji bîna beybûnan xweştir î..

Tu bindest î

Lê ronahiya te dijwar e,

Tu ji berbanga serdestan geştir î!
Top