• Tuesday, 21 May 2024
logo

Jineke Kurd li Fransayê xelata ‘Şovalye’yê wergirt

Gulan Media January 31, 2020 Corane
Jineke Kurd li Fransayê xelata ‘Şovalye’yê wergirt
Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê li Fransayê, ji ber çalakiyên xwe yên çand û hunerî hêjayî xelata ‘Şovalye’yê hat dîtin.

Wênegira Kurd a bi navê Anahîta Qubaîyan ku xelka Kirmanşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê, li Fransayê xelata ‘Şovalye’yê wergirt. Qobaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ji bajarê Kirmanşanê ku ew xelat pê tê bexşandin.

Fransayê ji ber çalakî û xebatên wê yên di warê çand, huner û wêjeyê de xelata ‘Şovalye’yê bi wê jina Kurd bexşand.

Jina Kurd, Anahîta Qubaîyan, rêvebera ‘Galeriya Rêya Hevrîşîm’ e ku ev 18 sal e ew galerî damezrandiye û di warê çand û hunerê de çalakiyan pêk tîne.

Xelata cîhanî ya Şovalye, pêştir bi hunermendê binavûdeng ên Kurd, Şaram Nazirî, hatibû dayîn û Anahîta Qubaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ku ew xelat pê tê bexşandin.

Rudaw
Top