• Sunday, 19 May 2024
logo

Ji Polonyayê ber bi Kurdistanê ve: Çîroka evîneke bêsînor

Ji Polonyayê ber bi Kurdistanê ve: Çîroka evîneke bêsînor

 Bekir Çetînê ji Bakurê Kurdistanê û Oliwia Matysiaka Polonyayî li oteleke Antalyayê hev nas kir.

Piştî salekê ji hevnasînê wan biryara zewacê da.

Daweta wan li gundê Nêrwehê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hat kirin.

Mêvanên dawetê 2 roj û 2 şevan govend û dîlan gerandin.

Dîmenên şahiya ciwanê Kurd û bûka Polonyayî ji aliyê Stûdyoyo Dîlanê ve ji Rûdawê re hatin şandin.

Mamê zava Kamîl Çetîn got:

“Gelî mêvanan hûn hemû li ser ser û ser çavên min hatin.

Nexşe li zarokên we hemûyan.

Ev kêfxweşî ya me hemûyan e. Ne tenê ya malekê ye.

Em spasiya we hemûyan dikin û hûn hemû li ser ser û ser çavên me hatin.”

Zava Bekir Çetîn 22 û bûk Oliwia Matysiaka jî 20 salî ye.

Di daweta wan de bi giştî 600 hezar lîreyên Tirkî gihîşt ber destê wan.

Gerdeniyek zêr, 4 bazin, 4 heb zêrên tam û guhar û diyarên cor bi cor jî wekî xelat ji bûka Polonyayî re hatin.

“Mal û mezelên we hemûyan ava be”

Şêniyê gundê Nêrwehê Azad Çetîn jî anî ziman:

“Xelata zava 240 hezar lîre û 3 heb zêr in.

Mal û mezelên we hemûyan ava be.

Nexşe li zarokên we hemûyan û Xweda vê kêfê bide we hemûyan.”

Ciwanên Kurd û Polonî biryar da ku ji niha û pê ve li Polonyayê bijîn.

Zava Bekir Çetîn ji Rûdawê re da zanîn ku hevjîna wî hinekî bi Kurdî jî dizane.

Çetîn diyar kir, tevî ku dê li Polonyayê jî bijîn ew dê bi berdewamî çand û nerîtên Kurdan fêrî hevjîna xwe bike.

 

Rudaw

Top