• Wednesday, 22 May 2024
logo

Kîloya zûzaxan zêr derbas kir

Gulan Media April 17, 2020 Corane
Kîloya zûzaxan zêr derbas kir
Li navçeya Qebilcewz (Sason) a Êliha Bakurê Kurdistanê nirxê kîloyek zûzax bi 400 lîreyên Tirkiyê tê firotin. Tê gotin ku giyayê pîvokan ji bo gelek nexweşiyan jî derman e.

Kîloya zûzaxên li 3 hezar bilindahiya çiyayên Mereto û Zoveserê yên navçeya Qebilcewz a Êlihê çêdibin, niha ji bo hinek malbatan bûye çavkaniyek a debarê.

Xelkê li gundên çiyayî dijîn, zûzaxan li quntara çiyayên Mereto û Zoveserê berhev dikin û dibin bazara bajêr difiroşin.

Xelkê herêmê bi taybetî di xwarinên xwe de weke biharat bikar tînin.

Ji ber ku nirxê zûzaxan gelek giran e, welatî bi qeft dikirin û piştî têkilî xwê dikin weke biharat di xwarinên xwe de bikar tînin.

Rudaw
Top