Bi online şeva hineyê kirin, lê polîsan bi ser malê de girtin

Pinar Gurkan û Mutlu Toksoz li ser înternetê şahiya şeva hineya xwe saz kirin û nêzîkî 37 mirov û hevalên wan bi awayeke online beşdarî şahiya hineya bûn.
Di şahiya hineya dê Pinar Gurkan cilên sor lixwe kirin û beşdariyan jî mûm pêxistin û stranên şahiyê strandin.
Direngiya şevê Mutlu Toksoz çû mala sozdariya xwe Pinar Gurkan. Piştî ku Mutlu Toksoz diçe mala sozdariya xwe, polîs jî li ser saloxiya şahiya bi komî, bi ser malê de digirin, lê piştî ji rewşê agahdar dibin vedigerin.