• Tuesday, 21 May 2024
logo

Bozê Sîna: Mucîzeya sirûşta Mirgever a Urmiyê

Bozê Sîna: Mucîzeya sirûşta Mirgever a Urmiyê
Li deşta Mirgever a Urmiyê hênikkereke srûştî heye. Ew jî çiyayê Bozê Sîna ye. Di demekê de ku niha li hindek navçeyên Kurdistanê pileyên germê gihîştine nêzîk 40 pileyan, lê li zozanên Bozê Sîna li bajarê Urmiye çend metir berf maye û pileyên germê hîna jî li derdora sifrê ye.

Êdî hêdî hêdî kele kela germa havînê destpê dike, bi tayebtî li navçeyên deştê xelk neçarin ku ji bo xwe hênikkirinê, amûrên elektrîkî bikar bînin. Lê li deşta Mirgever a Urmiyê hînikkereke srûştî heye, ew jî çiyayê Bozê Sîna ye.

Ji deşta Mirgewer heya ser çiyayê Bozê Sîna, tenê çend xûlelek bi otombêlê, mirov dikare bi cudahiyeke zêde pileyên germê biguhere, ji germa deştê ve bigihe nav keviyên çend metrî yên berfê.

Welatieyek dibêje, bilindahiya keviyên berfê li Çiyayê Bozê Sîna, di navbera 4, 6 û 10 metran de ye û li gor cih diguhere.

Ew welatî dibêje, ez bi xwe kesekî bazarî me, lê îro ji bo keyfxweşiyê derketime û hatime Bozê Sîna, gelek xweş e û keyfxweşim ku hatime vir.

Lê bi qasî xweşikî û balkêşiya Bozê Sîna, gilî û gazinde jî hene, ew jî dîsn neparastina jîngehê ye. Xelkê navçeyê daxwazê dikin ku serdanker zibil û gilêşan neavêjin wan deran û paqijiyê biparêzin.

Welatiyek derbarê vê yekê de dibêje, rewşa zibil li çiyayê Bozê Sîna xirab e, mixabin hin kesên ku ji bo serdanê têne vir, jîngehê naparêzin û zibilên xwe davêjin derdorê.

Bedewiya Bozê Sîna ji her du seran ve dîmenên balkêş dixe ber çavan.

Ji deştê ve ber bi befristankê, û di vegerê de jî di nava wê berfê de deşta kesk û mendehoşker a Mirgever dixuye.

Rudaw
Top