Li Amedê brûskê li dewaran da: 6 dewar mirar bûn

Niştecihê Taxa Axaçqorurê ya Pasûr Muzeydin Torun dewarên xwe derxist çêreyê. Dema dewar diçêriyan şiliyê dest pê kir û birûsk ket.
6 serî dewarên ku birûskê li wan xist mirar bûn.
Muzeydin Torun ê xwediyê dewaran diyar kir ku rewşa wan aborî gelek xirab e û wiha got: “9 zarên min hene û jina min jî nexweş e. Em debara xwe bi tenê bi heywandariyê dikin. Dema min dewar diçêrandin birûsk ket. 6 dewarên min mirar bûn.”
Rudaw